Ciwan ji bo festîvalê amade ne

Ciwan roja şemiyê li bajarê Elmanyayê Euskirchenê di yekemîn festîvala ciwanên Enternasyonalistê de tên cem hev. Festîval li bajarê Euskirchenê bi silogana “Faşîzmê hilweşîne û xwezayê biparêze“ 13´ê tîrmehê tê li darxistin. Festival ji aliyê rêxistin û komelên ciwanan, Ciwanên enternasyolist Linksjugend Solid-Nrw (ciwanên çepgir), Feministinnen gegen Rechts (li dijî rastgiriyê Feminîzim) û Bündnis Eifel gegen Rechts (li dijî rastgiran yekîtî) ve tê organîzekirin. Ji gelek çand û tevgeran wê ciwan di festîvalê de bên gel hev. Di festivalê de wê hunermend Xecê, Serhado, S. Castro, Lardy’s, Koma Siyabend û Mikaîl Aslan derkevin ser dikê. Herwiha şano û govend jî wê hebe. Di festîvalê de li ser rol û misyona ciwanan peyam bên dayin. Komîta amadekar a festîvalê bang li ciwanan kir ku bi rihê demê tevlî festîvalê bibin. Navnîşana Festîvalê: Am  Schwalbenberg 10, 53879 Euskirchen.

NAVENDA NÛÇEYAN

Yazarın diğer yazıları

    None Found