Ciwanên Şengalê bi ser ketin

Çalakiyên Şengaliyan bi pêşengiya ciwanan û beşdariya Êzîdî û Erebên Şengalê bi rayedarên Iraqê gav bi paş ve da avêtin û kir ku fiîlî ew korîdora insanî ya di navbera Şengal û Rojava de vekin.

Hikûmeta Iraqê 15’ê Kanûnê korîdora mirovî ya di navbera Şengal û Rojava de girtibû û li dijî vê biryarê jî xelkê Şengalê daketibû meydanan û bi pêşengiya ciwanan çalakî li dar xistibûn. Çalakiyên gelên Şengalê yê Êzîdî û Ereb encam da. Korîdor bi awayekî fiîlî vebû, lê protokoleke fermî nehatiye îmzekirin û lewma jî çalakiya xelkê didome.

Piştî hevdîtinên 2 rojan ên di navbera xelkê Şengalê û rayedarên Iraqî de korîdora mirovî ya di navbera Şengal û Rojava de, bi awayekî fiîlî hat vekirin.

Di hevdîtina doh de, nûnerên gel xwestin ku korîdor bi awayekî fermî vebe û protokola li ser vê mijarê bê îmzekirin. Lê rayedarên artêşa Iraqê gotin, ew nikarin vê bikin û ji bo vê yekê divê biçin Bexdayê. Piştî hevdîtinê, girseyê li ser rê agir pêxist û çalakiya xwe dewam kir. Dema ku çalakî dewam dikir, wesayîtên eskerî, axa ku danîbûn ser rê hilanîn û korîdora mirovî vekirin.

Heta fermî vebe

Di vê navberê de jî li ser navê girseyê Qehtan Elî daxuyaniyek da û destnîşan kir ku wan di hevdîtinê de xwestiye ku protokoleke fermî bê îmzekirin, lê rayedarên eskerî gotine, erkeke wan a wisa nîne, lewma divê vê daxwaza xwe bibin Bexdayê.

Qehtan Elî diyar kir ku ew ê şopdarên mijarê bin û heta kordîdor bi awayekî fermî tê vekirin jî, ew dev ji çalakiyên xwe bernadin.

Iraq cihêkariyê dike

Erebên Şengalê jî ji biryarê ne razî ne û daxwaza vekirina derî dikin. Welatiyê bi navê Ebd El Ezîz yê Ereb nerazîbûn nîşanî girtina korîdora mirovî dide û dibêje, “Em dikarin tenê bi vê rêyê pêwîstiyên xwe dabîn bikin. Bi dîtina min Iraq di mijara Şengalê de cihêkariyê dike û baş nêz nabe. Ji ber vê korîdor girt.”

Dixwazin dorpêç bikin

Ji çalakvanan, Haşim Dexîl ê Êzîdî jî dibêje miradê hinekan ji girtina korîdorê, dorpeçkirina Şengalê ye û wiha dipeyive: “Balkêş e ku çawa deriyê navbera Şengal û Dihokê hate vekirin, di aliyê din de korîdor hate girtin. Her wiha rayedarên Iraqê soz dabûn gelê Şengalê ku rê negirin, lê me dît ku soza xwe negirtin. Şengal ku herêmeke girêdayî hikûmeta Iraqê ye, divê Iraq erk û berpirsyariyên xwe yên li beramber Şengalê pêk bîne. Em daxwaza vekirina vê korîdorê ji Iraqê dikin.”

 ROJNEWS/ŞENGAL

Yazarın diğer yazıları

    None Found