Çiyayê Asosê bombebaran kirin

Dewleta Tirk a dagirker di dagirkeriya xwe de Kurdan hemûyan dike hedef. Balafirên şer ên artêşa Tirk çiyayê Asosê bombebaran kirin.

Navenda Ragihandina Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) têkildarî êrîşên dewleta Tirk daxuyanî da. YRK’ê agahî da û da zanîn ku balafirên şer ên Tirkiyeyê bi hevkariya balafirên keşfê çiyayê Asos bombebaran kirin.

Di daxuyaniyê de ev agahî tên dayîn; “Demeke êrîşên dewletên dagirkerên Kurdistanê li ser Tevgera Azadîxwaza Kurdistanê zêdetir û dijwartir bûne. Heta niha  ne tenê hêzên şoreşger û pêşengên gel, tevahiya gelê Kurd û destkeft û berjenwediyên neteweyî dikin hedef. Bi taybet rejîma dagirker û faşîst a Tirk li her çar parçeyên Kurdistanê qet cudahiyê naxe navbera Kurdan û dest ji êrîşên xwe bernade.

Di vê çarçoveyê de, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker careke din çiyayê Asos yê li Başûrê Kurdistanê bombebaran kir. Şeva 17’ê Tebaxê saet li 10 heta 10.15’an balafirên şer ên dewleta Tirk bi koordîneya balafirên keşfê çiyayê Asos bi dijwarî bombebaran kirin.”

ŞAHO

Yazarın diğer yazıları

    None Found