CO2 wê ewrên nizm ji holê rake

Li gorî lêkolîneke li DYE’yê, heger rêjeya karbondîoksîta zêde bibe, ‘ewrên nizm’ wê ji holê rabin û ev yek jî bibe sedem ku germahiya global zêde bibe.

Lêkolîn ji aliyê Jet Propulsion Laboratary a ser bi Daîreya Feza û Hewakariyê ya Emerîkayê (NASA) ve hate amadekirin û encamên wê di kovara Nature Geoscience hatin weşandin.

Di lêkolînê de îşaret bi ewrên bi navê ‘Stratocumulus’ hate kirin ku 500 metre heta 3 kîlometreyî ji erdê bilind in û navê ‘Ewrên nizm’ jî li wan tê kirin. Di lêkolînê de rola van ewran a li pêşiya tîrêjên rojê hate bibîrxistin û hişyarî hate dayin, heger rêjeya belavkirina karbondîoksîtê (CO2) ya li dinyayê zêde bibe, ev ewrên nizm wê ji holê rabin. Li gorî zanyaran ev pêvajo 100 ta 300 salan dikare dirêj bike.

Yanî bi saya polîtîkayên kêmkirina gaza bi tesîra serayê, wê vê tehlûkeyê, dereng bixin.

 NAVENDA NÛÇEYAN

Yazarın diğer yazıları

    None Found