Coşa cejna vejînê dewam dike

Pîrozbahiyên salvegera damezrandina PKK’ê li gelek navendên Ewrûpa tên pîrozkirin.Li bajarê Solothûrn ê Swîsreyê,salvegera PKK´ê bi pêşengiya Tevger Ciwanên Şoreşger meş û mîtîngekê hat pîrozkirin. Kurdistaniyên li ber Navenda Civaka Kurd civiyan, bi pankarta bi nivîsa “Ji bo serketina PKK’ê bijî HPG, bijî YJA Star”, bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oalan û alên PKK’ê meşiyan. Piştî meşê li qada 1’ê Gulanê mîtîngek hate lidarxistin. Di çalakiyê de gelek belavok hatin belavkirin û Koma Govendê ya Zarokan a Agirî Welat hunerê xwe pêşkêş kir.

Salvegera 40’î ya damezrandina PKK’ê li bajarê Luzernê jî bi meşeke bi meşaleyan û mîtîngê hate pîrozkirin. Meşê ji Muhlenplatzê dest pê kir. Dûre li Helvetiaplatzê mîtîngek hate lidarxistin û nûnerên Tevgera Jinên Kurd li Swîsreyê û CDK Luzernê axivîn. Qisekeran salvegera damezrandina PKK’ê silav kir. Pîrozbahî bi gerandina govendê qediya.

NAVENDA NÛÇEYAN

Yazarın diğer yazıları

    None Found