Dadgehkirin bi temamî bêhiqûqî bû

Parêzer Ercan Kanar got, girtina Abdullah Ocalan û dadgehkirina wî li dijî hiqûqê ye, biryar beriya dadgehkirinê hatiye dayîn, lê dîsa jî kesên komploger negihiştine armanca xwe.

Kanar bi bîr xist ku danişîna ewil piştî bêhiqûqî girtina Ocalan, li Enqereyê çêbûye, û serfermandarê Tirkiyeyê zext li dadgehê kirine û da ku bi rê û rêbazên devkî doz bê meşandin. Kanar li serê meselê dibêje, “Tiştekî bi vî rengî di dema rejîma spî de li Efrîkaya Başûr ji bo şervanekî rizgariya neteweyî jî pêk hatibû. Dadgeha bilind gotibû, revandina bi vî rengî li dijî hiqûqê ye. Me ev biryara navbirî ji bo Ocalan berpêşî dadgehê kiribû.”

Kana got, wan di rûniştina ewil a li Îmraliyê de jî behsa van bêhiqûqiyan kiriye, û wiha peyivî: “Li wir min helwêsta dadgehê şermezar kiribû û ji eywanê derketibûm. Paşê Ocalan gazî min kir û xwest biçim rûniûtina li Romayê. Paşê Ocalan dîsa gazî min kir û xwest parêzeriya wî ya li Dadgeha Bilind bikim.”

Kanar, destnîşan kir ku di şexsê Ocalan de gelek xalên DMME’yê hatine binpêkirin û got: “Hin biryarên DMME’yê hene ku gava kesek ji sê mehan zêdetir bi tena serê xwe di odeyekê de bimîne ev êşkence ye û mafê wî yê jiyanê dixe xetere. Lê niha li ber me pêkanîneke hucreyî ya 21 salan heye. Qayde û pîvaneke desteya înfazê ya ceza heye. Sûc û ceza çi dibe bila bibe, divê di înfazê de rêgeza wekheviyê pêk bê.”

MA/STENBOL

Yazarın diğer yazıları

    None Found