Dadgeriya Norwêcê Norwêc mehkûm kir

Dewleta Norwêcê ku miracaeta penaberiyê ya aktîvîsta jin Gulîzar Taşdemîr red kir û ew radestî Tirkiyeyê kir, ji binpêkirina mafên mirovan sûcdar hate dîtin.

Dadgeha Destpêkê ya Osloyê dewleta Norwêcê ji ber binpêkirina mafên mirovan mehkûm kir sedem jî ew e ku wê penabera siyasî ya Kurd Gulîzar Taşdemîr radestî Tirkiyeyê kir.

Aktîvîsta jin Gulîzar Taşdemîr sala 2015’an li Norwêcê ji bo ku weke penaber bê qebûlkirin, miracaet kir, lê belê daxwaza wê nehate qebûlkirin û di 4’ê Tîrmeha 2018’an de ew radestî Tirkiyeyê hate kirin.

Taşdemîr piştî ku daxwaza wê ya penaberiya insanî û siyasî ji aliyê dewleta Norwêcê ve hate redkirin, li Elmanyayê daxwaza penaberiyê kir, lê belê Elmanyayê di çarçoveya Peymana Dublinê de daxwaza wê red kir û di 2’ê Tîrmeha 2018’an de ew radestî Norwêcê kir.

Tevî nerazîbûna Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û rêxistinên jinan, Norwêcê Taşdemîr di 4’ê Tîrmehê de radestî Tirkiyeyê kir. Taşdemîr li balafirgehê hate destgîrkirin û piştî ku êşkence lê hate kirin hate girtin.

Vê yekê li Norwêcê di nava partiyên siyasî û rêxistinên jinan de nerazîbûneke mezin çêkir. Jan Birkeland, ku parêzerê Taşdemîr e, li dijî dewleta Norwêcê ji ber ku Taşdemîr radestî dewleta Tirk kir, doz vekir.

Dadgeha Destpêkê ya Osloyê dewleta Norwêcê ji ber binpêkirina mafên mirovan mehkûm kir, ji ber ku wê penabera siyasî Gulîzar Taşdemîr radestî Tirkiyeyê kir.

Buroya Koçberan a Norwêcê jî qebûl kiribû ku radestkirina Taşdemîr ji bo Tirkiyeyê şaş e û di 24’ê Tîrmehê de îsal miracaeta penaberiyê ya Taşdemîr qebûl kiribû.

ANF/OSLO

Yazarın diğer yazıları

    None Found