Dahat ji bo rêveberan, dûman ji bo xelkê

Li bajarokê Serqala 3 bîrên petrolê hene, dûmana qirêj a bîrên petrolê ji bo niştecihên herêmê ye, dahata wan jî ji bo rêveberan e. Rêveberê bajarokê Serqala ya ser bi Germiyanê ragihand ku agahiya wan ji dahata bîrên petrolê yên li herêma wan nîne. Dûmana bîrên petrolê bandorek nerênî li jîngehê dike.

Li bajarokê Serqela ya ser bi îdareya Germiyanê, 3 bîrên petrolê hene. Yek ji bîran li gundê Hesire, yek jî dikeve gundê Gerdelul û Milesure. Ya sêyem jî dikeve gundê Kewa Çermu. Dumana bîrên petrolê ziyanek mezin digihîne jîngeh û tendirustiya welatiyan. Li ser vê mijarê rêveberê bajarokê Serqala Ramyar Mehmud axivî.

Ramyar Mehmud di destpêka axaftina xwe de got, wan bi nivîskî daxwaz ji rêveberiya Germiyanê kirine da ku ji bo her bermêlek neft 2 dolar bidin xelkê herêmê. Mehmud anî ziman ku heya niha daxwaza wan pêknehatiye û got; “Agahiya me ji lihevkirina wan nîne û em nizanin dahata bîrên petrola bajarokê Serqala çiye. Em tenê pirsgirêkên bajarok çareser dikin, weke din tiştekî nakin.”

Mehmud di dewama gotinên xwe de da zanîn ku bi qeymeqam, îdareya Germiyan, kompanyaya Gaz Prom re sala borî civîn pêkanîne û got, Li gorî wan kalîteya petrola gundê Hesîre başe û ziyanê nagihîne niştecihên herêmê. Me ji bo kêmkirina dumanê bi aliyên peywendîdar re hevdîtin pêkaniye.”

 ROJNEWS/GERMIYAN

Yazarın diğer yazıları

    None Found