DAIŞ kirasguherî li Efrînê ye

Çeteyên DAIŞ`ê yên nû beşdarî çeteyên li Efrînê bûn. Li gorî çavkaniyek ji Efrînê ragihandiye; çeteyên nû beşdarî nava çeteyên Fesîl Şûheda Bedir bûne.

Çeteyên Fesîl Şûheda Bedir parçeyek ji çeteyên Ehrar El-Şerqiyê li Efrînê bûn û ji wan veqetiyan, piraniya wan ji bajarê Dêrazorê ne û ji çeteyên DAIŞ`ê ne.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku beriya mehekê komeke ji 30 çeteyên DAIŞ`ê derbasî Efrînê bûn, di dîmen û wêneyên di hundirê Efrînê de hatine tomarkirin, diyar dibe ku ew çete bi erebeyan û alên reş digeriyan.

Çeteyan ciwanek revandin

Çavkaniyekê ji navçeya Şiyê ragihand, çeteyên El-Emşat ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker, ciwanê bi navê Bîman Heyder Osman Mamo ê 24 salî ji gundê Xelîl ê girêdayî navçeya Şiyê revandin. Çeteyan ji bo berdana Bîman Heyder Osman Mamo 3 hezar dolar xwestine.

 ANHA / EFRÎN

Yazarın diğer yazıları

    None Found