Daişên xwînxwar û terorist Ewropa

Tim wisa bûye, gotinên kesên bivir li kevir dixin li gel her tiştî serobinkirinê, ji derketina rastiyan re jî bûne bingeh. Mînaka dawiyê; bi banga Trump re dest û lingên welatên Ewropî li hev geriyan. Bi carê ve mîna ku bi cinan ketibin. Rû û rûçikên wan sor û morê hev bûn. Psikolojiya bertekên wan ên tewşomewşo, gotinên wan ên bi guman û durûyî tewana wan a qirêj û dij mirovahiyê bi zelalî teyîsand. Belê gotinên Trump ên bi raz çi bûn? Wî gotibû: “Bila welatên Ewropî teroristên girtî, yên hemwelatiyê wan in, bi şûn ve bigirin û bidarizînin! Eger negirin, wê Kurd wan berdin!”

Niha kê ev terorîstan organize, perwerde û amade kirine? Kê ew şandine Suriyê? Li ser kîjan welatî re û bi destûra kê çûne? Bi sedan mizgeftên Tirkan û bi dehan mizgeftên Salafistan hene û wek kana van terorîstan in. Heta gelek caran di çapemeniya Ewropiyan de jî li ser wan nûçeyên taybet hatin weşandin. Ma haya saziyên wan ên ewlekarî, sixurî, istixbaratî û nepenî tinebûn? Wan derdoran di wê pêvajoyê de çi kar dikirin? Çima ji her tiştî re çav û guhên xwe girtin û reya çûyîna wan terorîstan vekirin? Yan wan ew bi vî awayî dan amadekirin û ji bo hest û giyanên xwe yên cinawir têrandinê şandin Suriyê ku ew Kurdan bikujin?

Ma wan wehşên çolistanê bê mal, can û namûsa Kurdan li xwe helalkirinê, Kurd, Ermenî Suryanî û hinek jî ereb kuştinê ti çalakiyeke berdewamî li dij welatên Ewropa, yan jî cihana Xiristiyanan pêkanîne? Eger pêkneanîne, çima neanîne? Ew çend çalakiyên terorist ên ku li Ewropê jî pêk hatin, ma ne wekî veşartina dekbazî û tewanên ewropiyan xuya dikin?

Çima Ewropî dikanin her kurdî heta zarokên Kurdan jî bişopînin, bigirin, asteng bikin, wan bavêjin zînadanan, di ser mal, komale, saziyên çandî- wêjeyî û rojnameyan de bigirin. lê nekanîn pêşî li van terorîstên xwe bigirtana, mizgeftên wan ên wekî kana terorîstan bigirtana? Di rastiyê de divê di cihê wan terorîstan de,  dewletên ewropî yek bi yek di dadgehên tewanên mirovahiyê de bi sûçdarkirina kokujiyê werin darezandin. Divê hebsên kuştin, talan û ruxandinan ji wan were xwastin. Divê ev bêbextiya di paş perdê de xwe veşartin û terorîstên xwe ji bo kuştina kurdan şandin wek rûreşiyeke gerdûnî li ser eniya wan were daxkirin.

Min li ser vê mijarê hinek li nûçeyên TV û şiroveyên rayedarên dewlete Elman, bernameyên taybet yên di vê derbarî de guhdarî kirin. Gotinên wan bi kurtî ev bûn: “Em wan bigirin û yên sûçên wan were ispatkirin bidarizînin!” Ma yê ku çûne wî şerî kîjan di cihê xwe de runiştiye û tiştek nekiriye? Ewê çawa bikanin îspat bikin ku wan sûç kirine? Di nûçeyên wan de tê ragihandin ku 200 kes vegeryane, lê ji wan 200 kesî tenê kesekî hatiye cezakirin. Ma va 199 kes çûbûn betlanê? Yan karmendên dewletê bûn, çûn erkên xwe pekanîn û vegeryan ser peywirên xwe yên li Elmanyayê? Evana dixwazin kê bixapînin?

Li Elmanyayê mijara keça Kurd Aşwaq pir baş tê zanîn. Di tevhiya çapemeiniya Elman de jî hate weşandin. Keçik li bajarê Elmanya Schwäbisch Gmünde rastê xwînxwarê Daişê Abu Hamam tê, ji tirsan Elmanyayê cih dihêle û vedigere welêt. Lê ew terorîst hê jî serbest digere. Yanê ew 199 kesên  vegeryane tev de tewanbarên li gor dada Elman bê sûç in. Ji ber ku Elmanya wan dernaxin pêşberi dadgehên xwe, tewanbarê bingehîn dewleta Elman bi xwe ye.

Ev mînaka Elmanyayê tenê bi serê xwe nîşan dide ku wê yên vegerin, bi awayê tew tiştek nekiribin, wek mirovên ji rêzê werin pêşwazî kirin. Wê ew terorîst û xwînxwarana, li vir jiyaneke normal û sivîl bijîn, kengê pêdivî bi wan bûn, cardin wan bicivînin, bişînin, bi riya xwînxwariya wan hovan giyanên xwe yên ji xwînê û şêlandinê têr nabin bitêrînin.

Di hemû komkujiyên Kurdistanê de ewropî bi awayên cuda li gel kujêran bûn, bi her awayî piştgirî dan dagirkerên xwînxwar. Mînak pirr in. Di kujeriya kurdan ya salên 1830.1850 de, kujeriya Ermenî û Suryaniyan de, her wisa di kujeriyên li ser Kurdan yên salên 1919-1940 de piştgiriya ewropiyan, xwerû jî ya Elman, Ingîlîz û Fransizan diyarker e. Endamê Jon Tirkan li Ewropayê xwendin, Xomeynî li Parîsê jiya, Serkarên Surî bi Fransiz û Rûsan re bûn. dîrok gelek zelal e, li pişt hemû xwînrijandinên li Kurdistanê ewropî hene.

Divê bi kêmasî em Kurd êdi rastiya ewropiyan, baş têbigîjin, em vê bizanin ku hetanê em wek hêz wek xwediyê welatê xwe li cihanê neyên pejirandin, emê nikanibin ji bela, xinizî, dek û dolabên ewropiyan xwe rizgar bikin. Terorîstên xwe dişînin, bi şûn ve digirin. Lê ji bo rêberekî Kurd di zîndanên xwe de jî cihek nedan. Rastiya vê cihana bêbextan ev e. Hetanê em nebin dadger, wê hesabên xwînxwariyan û kesên li pişt van xwinxwariyan neyên pirsîn.

Yazarın diğer yazıları