DAIŞ û AKP kuderê dagir bikin di hedefa Kurdan de ne!

Êrîşa li ser Qereçox û Şengalê bi haya hêzên Koalisyonê çêbû. Di wextekî ku YPG’ê ji destpêkê heta roja îro di şerê li dijî DAIŞ’ê de di gel hêzên Koalisyonê bûye û rola sereke lîstiye. Di rewşek wiha de mirov dikare bêje hêzên Koalisyonê beriya her tiştî xiyanet li hêza li kêleka xwe kirin û li piştê ve lêdan. Ev rewş bêguman dihat hêvîkirin. Ji ber hêzên Koalisyonê û di serî de Amerîka ger li Rojavayê Kurdistan û Bakûrê Sûriyê li gel Kurdan e, li Bakûrê Kurdistanê hevakarê AKP’ê ye. Di şerê bi tevgera azadiyê re bi çekên herî pêşketî piştgiriyê dide Tirkan. Di êrîşa li ser Qereçox de Biryargeha YPG û YPJ’ê hat hedefgirtin. Biryargeha têkoşîna li dijî DAIŞ’ê. Ev nîşan dide ku DAIŞ û serçeteyê wê Erdogan di rewşek gelekî zehmet de ne, ji bo wê ev êrîş pêk anîn. Em dewleta Tirk fam dikin ji bo parastina DAIŞ’ê baregehên YPG’ê dike hedef, bes hêzên Koalisyonê çawa destûr ji vê re didin? Wê demê mirov gumanê ji têkoşîna wan ya li dijî DAIŞ’ê dike. 

Ya rast Amerîka û Rûsya xwedî helwestek rast nîn in. Durûtiyê dikin. Di tifaqa Erdogan-Baxçelî û Barzanî de li dijî destkeftiyên gelê Kurd disekinin. Dixwazin Kurdan bikşînin xeta xwe, yan jî xeta xwefiroş a Barzanî. Dixwazin Kurdan bi gefên Tirkiyê terbiye bikin. Hêz û îradeya Kurdan a li beramber faşîzma AKP’ê diceribînin. Niha jî ku Kurd behsa mafê xwe yê parastina rewa li hember êrîşên Tirkan dikin, Amerîka hema bi lez û bez ket navberê û dixwaze qaşo li gora xwe Kurdan li hember AKP’ê nerm bike. Jixwe di nava xaka Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê de Kurdan bi salan şerê komên çete yên Erdogan bi taybet DAIŞ’ê kir. Kurd nû şerê dewleta Tirk nakin. Di hemû pêvajoyan de çi li Bakûr, çi li Başûr û çi jî li Rojava Kurd şerê dagirkerî, talan û şerxwaziya AKP’ê dikin. Vê yekê hemû cîhan jî dizane ku Erdogan nexweşiya dijminiya Kurdan pê ketiye. Li ku Kurdek hebe divê wir dagir bike û êrîş bike. 

Amerîka û hêzên Koalisyonê agahiya wan ji êrîşa dewleta Tirk hebû, ji ber qada hewayî ya Sûriyê bi temamî di bin kontrola wan de ye. Wan dizanin û bêdeng man. Ger di dema xwe de pêşiya Tirkiyê negirtine, wê demê mafek wan a bi vî rengî ku Kurd mafê xwe yê parastina rewa li hember Tirkan bikar tînin jî tineye. Dema biryargeha YPG û YPJ’ê hatibe hedefgirtin, ji bo her du hêzan jî rewa û meşrûye ku di nava xaka Tirkiyê de mafê xwe yê bersivdayînê bikar bînin. Ne tenê li ser sînoran, jixwe dewleta dagirker a Tirk her tim li ser sînoran êrîş dikin. Mafê bersivdayînê jî tenê bi dema êrîş kir re bi sînor nîne, dikare her tim ev maf were bikaranîn. Çawa ku DAIŞ hêzek tariye û heta hebe di herêmê de ewlehiya ti kesî tineye, wek serçeteyê DAIŞ’ê artêşa Tirk jî li ku dibe bila bibe, divê di hedefa hêzên demokratîk û Koalisyona li dijî DAIŞ’ê de be. Di demek wiha de ku êdî Erdogan sînor hemû çirandiye, çavê xwe ji vê yekê re girtin, balkêşe. Bi ya min hêzên derve bi zanebûn pêşî li Tirkiyê vedikin ku hîn zêdetir har bibe. Ji bo ku bixwe bi destê xwe dawî li xwe bîne. Erdogan wek ku pir bi hêz xwe nîşan dide lê di rastî de hêzên derve wî dajon eraziyên mayînkirî û haya wê nîne ku ew mayîn wê bi wî ve biteqin. 

Ne xiyaneta Barzanî ku dibe sedema şehadeta pêşmergeyan û ne jî du rûtiya hêzên Koalisyonê wê pêşî li mafê parastina rewa ya Kurdan li hember dagirkeriya Tirkan bigire. Çawa DAIŞ li her derî hedefa Tevgera azadiyê ye, artêşa li pişt DAIŞ’ê ya dewleta Tirk jî li her derê di hedefê de ye. Madem Tirk ferqê naxin nav û Kurd li ku bin, êrîşî wan dikin, divê Kurd jî bê ti ferq û cudahî bersiva dagirkeriya dewleta Tirk bidin. Ya rast û xwezayî jî eve. Hêzên xwefiroş ên wek PDK jî ger li kêleka artêşa Tirk cihê xwe digirin ew jî bi heman awayî di hedefa Kurdên azadîxwaz de ne. YPG û YPJ’ê ji bo hemû cîhanê bi DAIŞ’ê re şer kirin û bedelên mezin dan. Wê demê cîhan û bi taybet Kurd xwedî li vê hêza şoreşger derbikevin û bersiva pêwîst bidin. Di vê rewşê de ger em YPG’ê wek hêza dijî DAIŞ’ê dibînin û pê bawer dikin, hemû hêzên li dijî YPG û YPJ’ê disekinin, li pişta DAIŞ’ê ne. Her kes divê rê û helwesta xwe wisa eşkere û zelal bike. 

 

Yazarın diğer yazıları