Daristan sotin heyiya Xwedê sotin e

Fêrgîn Melîk AYKOÇ

Bi salan e ku dagirkerên Tirk li ber çavên hemû cihanê daristan, dehl, bax û bîstanê Kurdistanê, heta mirovên Kurdistane mînak li Cizîrê, bi destê leşkerên xwe dişewitînin. Hawîrdor, xweza û ajalparêzên Tirkiyeyê bêdeng, yên cihanê bêdeng, kom û partiyên qaşo Kurd ên xwe nêzê serkarên Tirk hîs dikin, bêdeng in. Ev bêdengî, ev kerr û lalbûn, ne ji bêçaretiyan e, wek polîtîkayeke qirêj û dûviktiya wê polîtîkaya qirêj e.

Sotina daristanan ne tenê şewitandina dar, hej û dehlan e, sotina bi milyaran bihuk, mêş, lawir û zindiyên li erdê ne. Sotina tovên kulîlkan e, tinekirina cihê jiyana çivîk û pezkuviyan e. Wê xaka bi deh hezar salan e ku ji jiyana mirovan re bûye bingeh, ji rûyê erdê rakirin e. Bê av hîştina tavahiya Rojhilata Navîn e. Ruxandina hevsengiya cihanê ye.

Jiyan ne tenê mirov û ajal in. Jiyan berê her tiştî xweza ye, bê xwezayeke destdayî jiyan nabe. Derfetên jiyana mirovan namînin. Mînak, bi milyonan kîlomêtre kare çolên wek Sehra îrô ji bo jiyanê dojeh e. Li gerstêrkên, xwezayeke destdayî tine, derfetên jiyanê jî tinin. Ango armanca wan qewitandina jiyanê ji wê xakê ye.

Di dîrokê de serkarên Tirk ketine ku, ew der sotine û guhezandine çolistanan. Ev; di gelek dane, belge û di nava helbestên hozanan de bi aşîkarî tê ragihandin. Ev şêwaz ji dema Cengîz Xan bigire, hetanî dema Tîmûrleng û Osmaniyan azîneke serdestên Tirk û Tûraniyan bû. Wan li deverên dagirtine, bi sotinan bingehê jiyanê ji holê rakiriye û gelê herêmê derbider kiriye. Dema em wek mînak li xaka Kurdistan mêze bikin: Tê zanîn ku di dema Mîtaniyan de derdora bajarê Vaşûkanî tev daristan, hêşînahî û kanî bûne. Dîsa Evliya Çelebi yê di sedsala 16. de jiyaye, di berhema xwe ya bi navê “Seyhatnameyê” de wiha dinivîse: “Semorikek dikane ji Stenbolê hetanê Bexdayê li ser guliyê daran re bi çengdanê biçe.” Jineke pîr a li Emêrîkayê dijîya û ji herdu çavan kor bûye, sala 1930´î tê welêt. Ji Elezîzê bi siwarî berê xwe didin Depê. Dema ji Lexanê derbas dibin, jinik serê xwe datîne ser stûyê hespê. Merivên wê, berê wer zen dikin ku xewa wê hatiye. Dema digihîjin “Dara Bestê” yek jê dipirse: “Dayê tu çima serê xwe datînî ser stûyê hespê, xewa te tê?” Ew dayik wiha bersiv dide: “Ji bo ku serê min li daran nekeve, serê xwe datînim!” Di wan salan de li wan deveran tenê çend qurmen daran hebûne. Niha ew qurm jî nemane.

Di vî warî de gotinên navdaran jî hene. Fîlozofekî Çîniyan gotiye: “Xwede Tirk ji bo ruxandin û sotinê, Helen ji bo avakirinê dane!” Lê ne tenê serkarên Tirkan, Skîtan, Asûran, Hîtîtan, Farisan, Skenderê Mezin, Moxolan, Împeretoriya Roma û Bîzansan, Ereban, Rûsan yanê hemû hêzên dagirker dema ketine welatekî, berê bi sotin û xwînxwariyan gel ji wê herêmê dane revandin. Bi baweriya min li Kurdistanê demeke dirêj kudandina jiyana koçeriyê ji ber vê sedemê ye. Bi wî awayî, bi rihetî cih guherîne û xwe ji şer û sotinan parastine.

Rastiyeke din jî heye, divê teqez were gotin. Gelê me jî ne di wê têgihîştina girîngiya dar, daristan û xwezayê de bû, jixwe, hestê malabatî û eşîrî cihê hestê neteweyî girtibû. Jiwê jî xwezaya welêt pir bala wan nedikişand. Hêzeke neteweyî ya ku bike ku ew di vê bigihîjin jî nebû. Mînak, dema ez zarok bûn (salên 50, 60) her dera gundê me (Baskan-Gimgim) bi daristanan xemilî bû. Her cûre mêweyên çolê yên ne lûlkirî, hebûn. Tenê li Zozanê Çapanik (zozanek di navbera çiyayên Şerevdîn û Bîngolê de ye) bi deh hezaran darê şekokan hebûn, mixabin ku gundiyan tev de ji bo çeper, lêkirina xaniyan û şewitandinê birrîn. Daristan jî tenê di gelî û çend newalên wek Derece (li ber pêşa ziyareta Girê Boxan) ma. Ew jî, dagirkerên Tirk ferman da gundiyan ku tev de bibirrin. Dema Gerîla gîhîştin herêmê, birrîna daran qedexe kir, lema niha hîna li hin cihan dar hene.

Dema li rojava û bakûrê Anatolyayê agir bi daristanekê dikeve, ew dewleta dagirker a daristanên Kurdistanê disoje, hemû derfetên xwe seferber dike. Li sedem û berpirsiyarên ku ew der şewitandine, digere. Ji hemû cihanê dixwaze ku bi hewara wan ve werin. Ev bi zelalî dide nîşan ku wan êdî hêviya xwe ji Kurdistanê biriye. Dixwazin jiyanê lê têk bibin û wisa jê bikişin.

Divê gelê me êdî vê rastiyê bibîne, bi mirinî li daristanên xwe xwedî derkeve. Bê daristan wê axa bi adan li ber lehîyan bikeve û biçe. Baran hew bibare, ew welatê çavkaniya avên Rojhilata Navîn e, tev de bimiçiqe. Ew welatê di Tewrat û Incîlê de weke bihuşt hatiya venivisandin, xwe biguhezîne dojeheke wek Sehrayê. Divê hemû Kurdên li derê welêt jî, sotina her darekê wek sotina mirovan bibîne û vê wehşetê bigihîne raya giştî.

* Peyva “jiwê” ku bi maneya ji wê / ji wê yekê / ji ber wê hatiye bikaranîn, li ser daxwaza nivîskar bi hev ve hatiye nivîsandin.

Yazarın diğer yazıları