Dawî her muzakereyên demokratîk e

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, di civîna koma partiya xwe de doh axivî û got, “Divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe û diyalog dest pê bike. Dawiya têkoşîna demokratîk, teqez wê bi muzakereyên demokratîke pêk were.”

Buldan, derbarê çalakiyên greva birçîbûnê ya bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li ser banga Ocalan di 26’ê Gulanê bi dawî bûna van grevan de peyivî û  got, “Em îro civîna koma xwe di nava serketin, bawerî, hêvî û keyfxweşiyeke mezin de li dar dixin. Belê li dijî tecrîdê, wekîla me Leyla Guven di 8’ê Mijdarê de, bi hezaran girtiyên siyasî di 27’ê Mijdarê de, Hewler û Strasbourgê, mirovan me dest bi greva birçîbûn û rojiya mirinê kir. Çalakgeran li ser banga Birêz Ocalan di 26’ê Gulanê de dawî li çalakiya xwe anîn.

Buldan bi bîr xist ku grevên birçîbûnê li dijî bêhiqûqî û bêedaletiyê îtîrazek bûn û wiha peyivî: “Ji bo bipêşketina çareseriya demokratîk, aştî û edaletê hewar bû. Bi Grevên Birçîbûnê, (dewletê) dît ku bi polîtîkayên tecrîdê tiştek nayê birêvebirin. Berî 4 salan dikaribûn hevdîtinên parêzeran ên bi Birêz Ocalan re pêk bînin. Lê nekirin. Divê ev hevdîtin dewam bikin.”

Buldan di dewama axaftina xwe de jî bal kişand ser êşkenceya dewleta Tirk li Xelfetiyê li welatiyan kir: “Va ye navçeya Xelfetî ya li Rihayê li ber çavên hemû cihanê ye. Li wê derê êşkence li mirovan hat kirin. Tiştên li Xelfetî hatin kirin, pratîka dawî ya feraseta dijminantiya mirovahiyê ye. Me ev feraset li Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Pirsûs, Mêrdîn, Mûgla, Êlih û li gelek deverên din dît. Xelfetî mînaka herî dawî ya polîtîkayên dewleta faşîst e.”

Yazarın diğer yazıları

    None Found