Dayika herikîna hişî

Nivîskar Virginia Woolf bêguman yek ji girîngtirîn romannûsên Ingilistanê ye ku ne tenê bi berhemên xwe lê her wiha bi fikrên xwe jî tesîr kir. Gotina wê ya weke ‘’Heger jinek dixwaze romanê binivîse, divê pere û odeyeke wê bi xwe hebin“ yek ji gotinên herî zêde jibergirtî ye.

Dema mirov ji wêjeya Ingilistanê, berê xwe bide romanan, navê Virginia Woolf tevî sernavên romanên Mrs. Dalloway, To the Lighthouse (Ber bi Birca Roniyê ve), The Waves (Pêl) tên bîra mirovan. Woolf bi her halî yek ji wan romannûsan e li Ingilistanê ku pêşengî ji wê ekola pexşanê ya bi navê „modernîst“ re pêşengî kir.

Navê wê yê tam Adeline Virginia Woolf e û beriya bizewice paşnavê wê Stephen bûye. Ew 25 Çileyê 1882´yan hatiye dinê û wê 28´ê Adara 1941´ê wefat kiriye. Ev romannûsa girîng a ekola xwe pêşengtiyê nexasim dike di bikaranîna şêwazê bêjeriyê yê ku mirov dikare weke herikîna hişî bi nav bike. Ango ew herikîna hişî weke amûreke vegotinê bi kar tîne.

Keçeke bi îmtiyaz

Ew li maleke xweşhal a li South Kensingtonê (taxeke Londonê) tê dinê û diçe beşa jinan a zanîngeha King’s Collegeê. Di pirraniya zarokatiya xwe de ew li malê hat perwerdekirin û nexasim jî li ser mijarên klasîkên Ingilîzî û edebiyata Victorian. Wê hîna nû di navbera 15 salî û 19 saliya xwe de karîbû di asta bilind de bixwîne. Ji bilî dersên dîrok, wêjeyê wê dersên zimanê Elmanî, Yewnaniya kevin û Latînî jî xwendin, hem li zanîngehê û hem jî bi dersên taybet li malê. Bi vê paşxana xwe wê sala 1900´î bi awayekî profesyonel dest bi nivîskariyê kir. Di dema navbera her du şerên cihanê de Virginia Woolf yek ji kesayetên girîng ên civaka wêjeyê ya Londonê bû. Romana xwe ya pêşî jî Woolf bi sernavê The Voyage Out (Rêwîtiya ber bi derve ve)  sala 1915´an hat çapkirin. Di nava romanên wê yên herî serketî de Mrs Dalloway (sala 1925´an derçû), To the Lighthouse (Ber bi Birca Rohniyê ve, sala 1927´an) û Orlando (sala 1928´an derçû) hene. Lê belê ceribandina wê ya bi navê  A Room of One’s Own (Odeya kesekî bi xwe, sala 1929´an derçû), ew berhema wê ye ku herî zêde hevokek ji ber tê girtin û ev hevok gelekî meşhûr e: „Heger jinek dixwaze texeyulê (romanê) binivîse, divê pere û odeyeke wê bi xwe hebin.“

Piştî mirina xwe bêhtir deng veda 

Woolf, piştî mirina xwe di tevgera rexnegiriya femînîst a salên 1970´yî de veguherî yekê ji mijarên navendî yên minaqeşeyê. Ji hingê ve berhemên wê bêhtir bal kişandin ser xwe, şîrove li ser hatin kirin ku ew bûye „îlhama femînîzmê“. Berhemên wê li dinyayê gelekî belav in û li bêhtirî 50 zimanî hatine wergerandin. Di dema saxiya xwe de bi gelek pirsgirêkên ruhî re rûbirû bû û sala 1941´ê di 59 saliya xwe de bi xwe dawî li jiyana xwe anî; wê piştî ku berhema xwe ya dawî ya bi navê Between the Acts (Di navbera Kirinan de) a ku piştî mirina wê hat weşandin, xwe avêt Çemê Ouse, berîkên sakoyê xwe jî bi keviran dagirtibûn. Ji rojnivîs û nameya xwe ya xwekuştinê ya ku hevjînê xwe re hiştî, em tê digihêjin ku hem şerê brûskê yê Elmanya Hitler û hem jî dermanên ku distîne, hêvî pê re nehiştine û ew misêwa li mirinê difikire.

FRANKFURT


Fikrên Woolfs

Di saxiya xwe de Virginia Woolf li ser gelek mijaran weke keseke xwedî fikr û hizrên nakok dihat qebûlkirin. Hin ji van fikran îro weke pêşverû û hinek jî paşverû tên qebûlkirin. Bi her halê, ew femînîsteke hişk û xurt bû di wê demê de mafên herî sereke yên jinan jî nedihatin qebûlkirin, û ew dij-kolonyalîstek, dij-împeryalîstek û pasîfîstek bû di demekê de ku şovenîzm gelekî populer bû.

Li aliyê din rexne lê hatin girtin ji bo hizr û fikrên di biwara çînên civakî û nijadan de ku wê di nivîsên xwe yên şexsî de û qismî di berhemên xwe yên weşandî de îfade kirine. Hin nivîsên wê îro weke êrişker tên qebûlkirin ku di dema wê de awayekî belav ê xweîfadekirinê bû. Di encamê de jî ew bi gelek awayan tê terîfkirin û dîtin: dubendker, femînîsteke şoreşger, qehremaneke sosyalîst yan jî qisekereke nefretê. Berhemên mîna  A Room of One’s Own (1929) û Three Guineas (Sê Gîne, sala 1938´an derçû) weke nîşanên heta îkonên wêjeya femînîst tên dîtin.

Yazarın diğer yazıları

    None Found