Dem guncav e ji bo yekgirtinê

Berpirsa Navenda Derve ya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Şanaz Îbrahîm diyar kir ku ew yekîtiya Kurdan û partiyên siyasî girîng dibîne û got, rewşa Rojavayê Kurdistanê derxiste hokê ku gelê Kurd yek e, û sînoran nekariye ji hev cuda bikin.

Şanaz Îbrahîm Ehmed bal kişand ser rewşa Rojavayê Kurdistanê û got; “Li Rojavayê Kurdistanê gelek xwîn rijiya û em azaran ji dûr ve dibînin. Dibînin ka çawa zarokên Kurd li vî parçeyê Kurdistanê tên êşkencekirin û êşê dikêşin. Em jî di çalakiyan de hevdengî û yekbûna xwe ji bo Rojavayê Kurdistanê dubare nîşan dikin.”

Şanaz Îbrahîm diyar kir ku niha yekîtiya Kurdan girînge û wiha domand; “Niha dema wê ye ku her çar parçeyên Kurdistanê hevbigire. Rewşa Rojavayê Kurdistanê derxist holê ku gelê Kurd yek e, û sînoran nekariye me ji hev cuda bike. Lewma pêwîst e ku partî û rêveberên partiyan hev bigirin. Niha dem guncave ji bo yekgirtinê û dawîanîna li nakokiyan hemûyan. Eger em nekaribin di rojek wiha dijwar de hev bigirin, baweriya min bi yekgirtina piştre nîne.”

BERHEM LETÎF / ROJNEWS/SILÊMANÎ

Yazarın diğer yazıları

    None Found