Dengê Kurdî birrîn

LEZGÎN AKDENÎZ

MA / AMED

Edîtorê Weşanên Aramê, Ulaş Gultekîn: Bajar heman bajar e û heman weşanxane û nivîskar li vir in, lê bes, vê carê anonsên Kurdî nayên kirin. Li gel hemû astengiyan jî em li benda xwîneran in.

Fuara Pirtûkan a Amedê ya Şeşemîn ku ji aliye TUYAP’ê ve tê lidarxistin di roja duyemîn de bi nîşandana elaqeya xwîneran didome. Dezgeha Weşanxaneya Aramê ya ku 89 pirtûkên wê hatin qedexekirin, li benda xwînerên xwe ye.

TUYAP’ê cara 6’emîn Fuara Pirtûkan a Amedê li dar xist. Fuar di roja sisiyan de dewam dike. 120 weşanxane beşdarî fuarê bûn û 250 nivîskar bûn mêvanê fuarê. Gelek çalakiyên wêjeyî û helbestan jî di dema fuarê de hene û wê hebin. Xwîner elaqeyek mezin nîşanî fuarê didin. Bi dehan weşanxaneyên Kurdî jî dezgehên xwe li mekanê fuarê danîne. Yek ji van weşanxaneyan jî Weşanxaneya Aramê ye. 89 pirtûkên Weşanxaneyê Aramê çapkirî, ji aliyê dadgehê ve hatine qedexekirin û weşanxaneyê nikaribû van pirtûkan bîne ser dezgehên xwe. Li gel van zextan jî, Weşanên Aram li fuarê li benda xwînerên xwe ye.

Anonsên Kurdî rakirin

Ji edîtorên Weşanxaneya Aramê, Ulaş Guldîken diyar kir ku bihabûna dovîzê, dibe sedema bihabûna kaxizan û ev yek jî bandoreke neerênî li ser kovar û pirtûkan dike. Guldîken diyar kir ku di serî de weşanxaneya Aramê û hemû weşanxaneyên Kurdî di pêvajoyeke zehmet re derbas dibin. Guldîken got, em ê vê pêvajoya zor û dijwar bi piştevaniya xwîneran li pey xwe bihêlin. Guldîken fuarên berê yên li Amedê bi bîr xistin û got, “Bajar heman bajar e û heman weşanxane û nivîskar li vir in, lê bes vê carê anonsên Kurdî nayên kirin. Li gel hemû astengiyan jî em li benda xwîneran in.”

Dereng destûr dan bernameya Kurdî

Hevserokê PEN’a Kurd, Osman Ozçelîk jî bal kişand ser girîngiya lidarxistina fuarê û got, “Piştî çar salan fuarê em bextewar kir. Mixabin, lê TUYAP’ê di bernameya xwe de cih nedabû Kurdî. Me got, em ê wek PEN’a Kurd protesto bikin. Rojekê beriya vekirina fuarê, hêj cih dan bernameya Kurdî. Li gel ewqas zextên li ser Kurdî jî pirtûkên Kurdî roj bi roj zêde dibin. Nivîskarên bi Kurdî dinivîsinin her roj zêde dibin û ev yek jî dibe sedema hêviya siberojê. Em dixwazin xwîner elaqeyeke baş nîşanî pirtûkên Kurdî bide.”

Divê ziman azad bin

Nivîskar Şeyhmus Dîken jî ji şêniyên Amedê xwest fuarê ziyaret bikin û pirtûkan bixwînin û bikirrin. Dîken bal kişand ser girîngiya perwerdehiya bi zimanê dayikê û got: “Zarokên Kurd bi dezavantajan dest bi perwerdehiyê kir. Zarokên ku jiyana wan hemû bi Kurdî ye, dema diçin dibistanê bi zimanekî din re rû bir û dimînin. Divê astengî û sînordarkirina li pêşiya zimanan rabe. Lazim e hemû ziman azad bên hiştin.”

Yazarın diğer yazıları

    None Found