Dengê xwe bilind bikin

 PJAK û KNK´ê ji bo serhildana gelên Îranê daxuyanî dan û îşaret bi zilma 40 salî ya rejîma Îranê kirin û banga piştevaniyê kirin.

Ji Kurdan, rêxistin û partiyên wan hemûyan hat xwestin nakokiyên xwe bidin aliyekî û ji bo gelê Rojhilatê Kurdistan xwedî helwêst bin.

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê PJAK’ê bi daxuyaniyekê bang li gelê Kurd yê her çar parçeyên Kurdistanê kir da ku xwedî li têkoşîna gelê Rojhilatê Kurdistanê derkevin. Herwiha di daxuyaniyê de hat diyarkiron ku Komara Îslamî ya Îranê di bernameya xwe ya 40 salan de li dijî gel bi hezaran sûc kiriye, ji bo vê sebra gel êdî gihiştiye qonaxa dawî.

Desteya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) der barê xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistan û Îranê de daxuyaniyek nivîskî belav kir.

PJAK weha dibêje; “Ev 40 sal in bernameya Îranê bi xwe re bêkarî, gendelî, qirkirin, asîmlasyon û herî dawî jî qeyrana aborî aniye. Di nava 40 salan de komara Îslamî ya Îranê, hertim îdam û êşkence li xelkê ferz kiriye. Em ê bi her awayî li dijî zilm û bê rêziyê bin. Em bang li azadîxwaz, mafxwaz û têkoşerên Îranê hemûyan dikin, li hemberî bûyeran bêdeng nemînin; xwedî helwest bin, dengê xwe bilind bikin û têkoşîna xwe bigihînin asta herî bilind.”

Herwiha PJAK’ê ban li gelê Kurd hemûyî kir û got; “Piştevanê têkoşîna gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê bin.”

KNK: Piştevanê Rojhilat bin

Konseya Rêveber a KNK’ê der barê serhildana gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê û nêzîkatiya rêveberiyê ya li daxwazên gel daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ku dewleta Îranê bi dehan sal in her tim hewl da ku bi şêwazê tund jiyana şêniyan kontrol bike, her tim li pêşiya bizaveke azadî û demokrasîxwaziyê rawestiya ye.

KNK’ê destnîşan kir ku divê gelên serhildêr ên Îranê bizanibin ku serketina wan li dijî dîktatoriyê, tenê bi şertê tifaq û yekgirtinê ye û anî ziman ku gelê kurd li Rojhilatê Kurdistanê û parçeyên din xwedî komeke ezmûn û tecrubeyên şoreşgêrî û berxwedananî ye, ku dikare sûd jê bigrîn.

KNK´ê ji bilî şermezarkirin û mehkûmkirina kuştariya xelkê kurd û gelên din yên Îranê, hevxemî li gel malbatên qurbaniyên vê serhildanê radigehîne. Bang li Kurdên beşên din ên Kurdistanê hemûyan dike ku piştevanên xelkê Rojhilatê Kurdistanê bin.

Her wiha partî û rêxistinên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê bi her bîr û bawerek bin bila bibin, da ku bikarin bi yekgirtî piştevanên xelkê xwe bin û pîlanên rejîma dagirker a Îranê têk bibin li dora hev kom bibin bi yek araste û yek çeper de pêngavan hildin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

Yazarın diğer yazıları

    None Found