Denîz Nakî bang li Mesût Ozîl dike

Yeko ARDIL

Ya rastî mesele gihişt asteke girîng û ya ku dil jî wilo dixwest. Me berê jî gotibû, futbol ne tenê futbol e. Heta mirov dikare tevahiya şaxên sporê jî bi ser ve bike, lê ya ku herî zêde li ser jiyana mirovan bandorê dike û herî zêde popûler e, ê futbol e, lewra me jî futbolê kir navenda babeta xwe û em hewl didin hindek li ser rawestin.

Di serdemên dîktatoriyên faşîst yên li gelek deverên dinê de hatiye tespîtkirin ku bi riya futbolê gelek salên dirêj civak hatiye jihişbirin û wisa jî rê nehatiye dayîn ku li ser rewşa xwe û li hemberî hizra faşîstan fikir bike.

Îsal ev babet bi riya şampiyonahiya cîhanê ve li sohbeta civakê bû mêvan. Bi qasî mehekê di her der û deverê jiyanê de futbol hebû. Di encamê de Fransa bi ser ket, bû serdarê hemû cîhanê. Lê li aliyê din bi qasî tevahiya hemû nîqaşên li ser şampiyonahiya vê carê hatîn kirin, ew qas jî futbolvanê esil Tirk yê bi navê Mesût Ozîl bû mijara gengeşiyan.

Ozil bi xwe ji bajarekî Kurdiatanê ye. li Elmanyayê hatiye dinê. Li vir mezin bûye. Çanda wî, ya giranî li jiyanê wî kirî Elmanî ye. Ev nifş li gelek aliyên jiyanê derdikevine pêşberî mirov. Tirkiyeke wan a şikestî û nîvco heye. Têkiliya piraniya wan bi Tirkitiyê re ji çûyîna gerûgeşta salane ya Anatolyayê pê ve ye. Wek Elmanek dijîn, dixwin, vedixwin û dixebitin. Dîsîplîna Elmanî ya efsanewî di kar û barên wan de jî serdest e. Di hundirê wan de heyranbûneke kûr a ji bo gelên Elman û pergala wan ya serkeftî heye. Lê vêna vekirî nabêjin. Her çi dibe bila bibe, ew Tirk in û divêt bi vêna serbilind bibin!

Wan jî di dîrokê de dewletên mezin damezirandibûn, wan jî deshilatî li çar aliyên dinê kiribûn! Helbet divêt vêna li dijî Elmanan û biyaniyên din tim bibêjin. Nabe ku ew xwe li hemberî Ewrûpiyan kêm an jî nizm bibînin!..Ha babeta wendakirina hinde erd û welatan e. Ew jî bêsedem nîne. Eger Namik Kemal bi dora Lawrenc neketiba wê Erebîstana mezin ji destê Osmaniyan derneketiba. Bi rastî ev angaşt ji devê gelek mirovên ku qaşo doza zanistiyê jî ji xwe dikin, hatîn bihîstin. Gelek wendakirinên xwe bi çîrokên çêkirî, besîd û dere exlaqî yên bi navê Namik Kemal hatîn belavkirin ve bisedem dikirin.

Ji ber van egeran jî mirov rewşa Mesut jî têdihije. Di navbera Xelîl û Celîl de ango him ji dêrê û him jî ji mizgeftê bûye. Belkî di hişê wî de jî cihekî bûrokratîk an jî siyasetê heye. Dîktator Erdogan jî ji bo wê daxwazê navnîşaneke ne xerab e.

Ya Ozîl kirî heta îstifaya ji tîma neteweyî ya Elman jî dihête fêmkirin. Lê Mesût di kêliya dest ji tîmê kişandî de bê exlaqî dike. Dibêje; ji ber ez biyanî me bi ser minde dihên. Gava min qeznc dikir ez Elman bûm, gava wenda dikin, ez cardin dibim biyanî. Eger bi rastî jî wisan e û eger piçek jî rûmet ango îsmê namûs di pozê te de heye, divê tu û hemû nijadperestên Tirk jî terka Elmanya û Ewrûpayê bikin. Mane bi serê we de xera bibe dewleta we heye, hûn çi li van kolanan digerin, lingê biyaniyan maçî dikin û bi ser de jî doza Osmanî û Turaniyê dikin.

Heta bûyera sûretê bi dîktator re jî civaka Elmanî Mesût li ser destan digirt. Xelatên herî giran didan wî. Li gel ku hîç sirûda neteweyî ya Elmanî jî nedixwend wêna zêde nekirin pirsgirêk. Çi gava ew sûretên kirêt derketin û tîma Elmanî jî di pêşbaziya cîhanê de wenda kir, yek ji sedemên wendakirinê jî xerabûna pêbawerî û motîvasyona tevahî hat nîşandayîn. Lehengê dîktator li dewsa ku bejna xwe bitewîne, lêborînê bixwaze, rabû êrîş bir ser civakê. Civaka rexne li wî girtî wek nijadpereset bi nav kir. Lê nabe, ev civak ne civaka terorîze kirî ya Tirk e, ne civaka gund û bajarê wî hatîn sotin a Kurdistanê ye. Ev civak Ewrûpî ne û ya rastî eger peywendiyên wan yên aborî bandoreke kirêt li wan nake, li hemberî êrîşên wiha jî hişyar in. Di ti gotin û rexneyên wan yên derbarê Ozîl de heta niha nijadperestî nehatiye dîtin. Destekdayîna dîktatorekî ku di qada navneteweyî de qîmeta wî ketiye asta herî nizm, hatiye rexnekirin.

Di navberê de nameya vekirî ya futbolvanê Kurd Denîz Nakî li cîhanê belav bû. Ew name di medyaya Ewrûpî de jî derçû. Niha banga Denîz Nakî ya ji Mesût re gotî; were em bi hev re pêşî li Tirkiyeyê li dijî nijadperestî û faşîzmê têbikoşin. Were ez ji te re behsa êrîş, lêdan, qewitandin û tehdîda li Tirkiyeyê li min hatîn kirin, bikim. Were ez behsa gulayên li Elmanyayê li ser ereba min hatîn teqandin bikim…û emê bi hev re li dijî her cûre kevneperestiyê têbikoşin, ez jî bi te re me…

Yazarın diğer yazıları