Dêrazor ji nû ve zindî dibe

El-Mihbaş: Em karên peydakirina ava vexwarinê, nuqteyên tenduristiyê, amadekirina firinan, projeyên avdanê, rakirina bermahiyên şer ji herêmê û amadekirina dibistanan dikin.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid Hamêd El-Mihbaş der barê rewşa dawî ya Dêra Zorê de peyivî. Ebid Hamêd El-Mihbaş diyar kir ku ew bi hevkariya Meclisa Sivîl a Dêra Zorê ji bo sererastkirina binesazî û peydekirina pêdiviyên şêniyên gundewarên Dêra Zorê yên ku nû hatine rizgarkirin, dixebitin.

Mihbaş dazanîn ku rêveberiyê beriya serketina QSD`ê, bi hevkariya Rêveberiya Sivîl a Dêra Zorê gelek plansazî danîne û got, “Binesaziya herêmên ku DAIŞ`ê ew dagir kiribûn, bi taybetî gundewarên Dêra Zorê di encama binpêkirinan de wêran bûye û ji xizmetê derketiye. Her wiha herêmê para xwe ji operasyonên rizgarkirinê yên QSD`ê û Koalîsyona Navdewletî jî wergirtiye.”

Beriya rizgariyê em amade bûn

Hevserok Ebid Hamêd El-Mihbaş bal kişand ser xebatên piştî rizgarkirina herêmê û got, “QSD`ê di 23`yê Adara 2019`an de têkçûna DAIŞ`ê ragihand. Paşê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser rêzecivînên girêdayî xebatên şaredariyê yên ku pêwîst e li herêmên mîna Hecîn, Sûse, Şefa û Baxozê, ku hîna rizgar nebûbûn, pêk werin, bi rûspiyên êlên Dêra Zorê, Rêveberiya Sivîl a Dêra Zorê û desteyên girêdayî xebatên tenduristî, rêveberiyên herêmî û şaredarî, aborî, çandinî û perwerdeyê re li dar xistin.”

Me projeyên xwe amade kirin

El-Mihbaş diyar kir ku wan di civînan de ji komîteyên têkildar xwestiye ku bi lez projeyên xwe amade bikin da ku piştî ragihandina serketinê mudaxele bikin û got, “Em karên peydakirina ava vexwarinê, nuqteyên tenduristiyê, amadekirina firinan, projeyên avdanê, rakirina bermahiyên şer ji herêmê û amadekirina dibistanan dikin.”

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Ebid Hamêd El-Mihbaş di dawiyê de bal kişand ser rewşa koçberan û pêdiviyên wan yên jiyanî û got, “Miqdara alîkariyan ku ji kampa Holê re tê pêşkêşkirin, ew alîkarî nagihîje asta ku tê xwestin û pêdiviyên koçberan yên bingehîn peyde nake. Koçberên kampa Holê ya ku hejmara niştecihên wê ji 72 hezarî derbas bûye, bi hewcedariya alîkariyên tenduristiyê û xwarinê ne. Divê civaka navdewletî alîkariya Rêveberiya Xweser bike da ku rêveberî karibe pêwîstiyên koçberan peyde bike û bi erkên xwe rabe.”

ANHA / EYN ÎSA

Yazarın diğer yazıları

    None Found