Derfeta Domdar ya ‘û’yê

Derfetên di zimên de heyî, rê li ber me vedikin da ku em karibin di nivîs û gotinê de rêyên dîtir li xwe vekin û tê de biçin. Her wekî nîşandekekê bêhnokê (,); ev nîşandek yek ji van derfetan e ku gava em di nivîsekê de wê bi kar tînin, serê pêşîn fam û hestpêkirineke rawestînê bi me re çêdike. Û –heke ne ji ber hînbûyîna bikaranîna nîşandekê ya bi awayekî qaydeyî be- em wê rawestînê bi daxwaz û hişberiya xwe diyar dikin. Û hem ji bo xwe hem ji bo kesên ku dixwîne, dem û qadeke pêrawestînê çêdikin da ku em di gava xwendinê de bigihîjin nivîsê…

Digel vê yekê gihaneka ‘an, an jî, ango-an ku’ jî hene ku ew jî kêm zêde di seqa û deraxeke nêzî bêhnokê de cî didin xwe. Ji ber ku çi gava tên bikaranîn, yekser tercîh an jî çêtirdîtinekê datînin ber hişê me. Û ev gihanek, hem di axaftinê hem jî di nivîsê de, keysa rêguherandinê jî bi me re çêdikin; û di vê çarçoveyê de şolhewîniyê (harbour) bo me dikin. Û em, bi awayekî veşartî û di bin re, kêfxweş in ji hebûna gihaneka ‘an, an jî, ango, an ku’ yê ku me ji teqeziyê dûr dixîne û dike ku em li pêşberî xwe jî xwedî vebijêrk û alternatîf bin.

Ev tercîh, vebijêrk û alternatîfên ku bi rêya bêhnokê û bi rêya gihanekên ‘an, an jî, ango, an ku’ çêdibin, dikin ku nivîs zimangiran û lalikî (fafikî) be. Û ev lalikîbûn xetên jêrevînê çêdikin. Hin nivîs jî dikevin ber çerx û bayê vê jêrevînê û loma jî piştî ku mirov wan nivîsan dixwîne, bi zelalî jê fam nake ka nivîs di naverok û çarçoveya xwe de dixwaze çi bêje. Û lalikiya ku em behs jê dikin, ne wekî lalikiya di axaftinê de ye; ev lalikîbûn amaje bi zimanekî dike ku jixwe bi rengûawayê xwe ve ‘lalikî’ hatiye sazkirin. Mantiqa ku bi rêya bêhnok û gihanekên me diyar kirî û li ser tercîh û vebijêrkan hatî danandin, rê li ber nivîsê, – û nivîskar – vedike ku ji hemû xwazên (arezûyên) zelal û hikman bireve.

Herçî gihaneka ‘û’yê ye, gava tê bikaranîn rêyek dide ber nivîsê û her çi gotin li pêş wê hatibe wê gotinê bi zelalî û teqeziyekê digihîne ya/ê ku dê li pey wê were. Bi vî awayî kartêkeke xurt li ser her du hêmanên nivîsê datîne; û dike ku her du hêman jî heyî bibin.

Û gihaneka ‘û’yê, serê her tiştî, nîşane û teqeziya domdariyê ye. Çi gava tê bikaranîn, hem hêmana pêşî hem jî hêmana paşî di nivîsê de dike heyînên kartêker û digel ku zelaliyekê bo wan çêdike, bihevrebûna wan hêmanan jî teqez dike. Loma jî, tu tercîh, çêtirdîtin û alternatîfek tune ye di bikaranîna ‘û’yê de; bes aşkeratiyek heye ku jêderka wê mêjîzelalî û dilrastî ye; û dawiyê teqez dike.

Çendî ku bes wekî gihanekeke adetî tê dîtin û bikaranîn jî, gihaneka ‘û’yê bi taybetî di helbesta Kurmancî de ji alî hin helbestkaran ve, bi taybetî û bi rengê xwe yî zelal û esehîker (affirmative) tê bikaranîn. Û çi gava em rastî bikaranînên bi vî awayî tên, hay jê dibin ku; helbest bi temamî li ser domdariya gihaneka ‘û’yê hatiye ‘sazkirin-çêkirin’ û helbestkar jî derfetên gihaneka ‘û’yê, ya ku domdariyê bexşî helbestê dike, di helbesta xwe de bi kar aniye.   

Helbesta Ehmed Huseynî ya bi navê, ‘Wek Mirinê Tu Bi Lêv Dibî’ bi temamî li ser van derfetên gihaneka ‘û’ yê hatiye sazkirin. Herçî mînak e, em dikarin çend rêzik ji helbestê binivîsin.

“Perên xwe yên ji avê bi ser peravên nalîna min ve vegire/û xewnên min ji ber bike ey mirin. (…) Min di terkên dijwar ên henasa xwe de veşêre/û çavên min di bargehên vehesîna kulan de ber bi taristanê ve rakişîne. (…) Bibêje/da keftelefta rehan/û tenhatiya gavan/û velerzîna yaran/ji gerdena te re bixemilînim. (…) Tîrên xwe amade bike/û ji mirina min netirse ey mirin!”*

Helbest ji serî heta dawiyê hema bêje bi heman rîtm û rengûawayê hatiye nivîsîn. Gava em hûrgeriyê li ser van ristan dikin, em dibînin ku rêzika pêşî bi awayekî wisa hatiye sazkirin ku divê em wê di bêhnekê de û bêyî bêhnok û gihanekên wekî ‘an, an jî, ango, an ku’ bixwînin û bi xwendina rêzika li pey ku bi gihaneka ‘û’yê dest pê dike hest bi teqeziyekê bikin û ber bi dawiyê ve biçin. Herçî teqezî ye; hemû rêzikên pêşî, bi awayê ‘fermanî’ yê lêkerê diqedin; lêkerên fermanî hestên teqeziyeke berdibetî (possible, muhtemel) bi me re çêdikin û ev teqezî bi destpêkirina rêzika di pey re ku bi ‘û’yê dest pê dike, berê me dide dawiya zelal. Her wiha, di hûrgeriyê de em hay jê dibin ku, rêzika pêşî bi rêzîleravekên xurt hatine sazkirin û ev xurtî li domdariya ku dê gihaneka ‘û’yê saz bike, bûye pişt.

Nexwe em dikarin bêjin, digel ku her hêmanek ziman û nivîsê xwedî taybetiyên xweserî xwe ye jî, ew di bikaranînê de bêtir xuyanî dibe. Û ger em tercîhên taybet nehesibînin, em dikarin bêjin; gihaneka ‘û’yê, ji ber ku her tim domdariyê li nivîsê ferz dike, li dû xwe nîşandeka bêhnokê (,) jî qebûl nake. Loma jî di nava xwe de dualîtiyekê nahewîne û me ji teqeziya mêjîzelalî û dilrastiyê dûr nahêle…

Û her dibêje; û…

*Huseynî, Ehmed (2001), Dîwan, Weşanên Avesta, 479-481

Yazarın diğer yazıları