Derman têkoşîn e

Selahattîn Demîrtaş ê li Edîrneyê di zindanên dewleta Tirk de rehîn e, ji bo komkujiya Madimakê ya li Sewasê pêk hatî, ji girtîgehê peyamek şand û got, “Divê em nemînin benda rûberbûn û gavavêtina faşîzmê ya ji bo komkujiya Sêwasê; divê em dest ji têkoşînê bernedin.”

Hevserokê giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku birîna di 2 Tîrmehê de vebûyî hê nekewiyaye û got:” Çimkî tevî ku di ser de 25 sal derbas bûne jî ev birîn nehat dermankirin. Ev êş 25 sal in qet kêm nebû, çimkî gaveke tenê jî ji bo kêmkirina vê êşê nehat avêtin. Di van rojan de ku faşîzm xwe sazûman dike, em dizanin ku ji bo rûberbûnê gaveke tenê jî nayê avêtin. Lê em ê dest ji têkoşîna xwe ya edalet, wekhevî û azadiyê bernedin.”  EDÎRNE

Yazarın diğer yazıları