Dersê didin biçûkêd Kurmancan

Komeleya Lêkolînên Kurd îsal cara ewil ji bo zarokan jî dersan amade dike. Ji rêveberên komeleyê Eyyup Subaşi bang li malbatan kir û got, “Li şûna ku zarokên xwe li malê didin rûniştandin, bila bînin komeleyê, da ku zimanê xwe hîn bibin.”

Komeleya Lêkolînên Kurdî, ji bo serdema havînê qeydên dersên kurdî dan destpêkirin. Dersdayîn wê di 29’ê Hezîranê de dest pê bike. Qeyd dê heta dema ders destpê bikin, dewam bike. Komele ji bo asta 1’ê, 2’yê û 3’yê sinifan vedike û cara ewil e ji bo zarokan jî perwerdehiya ziman wê bide. Ders wê rojên şemiyan bên dayîn.

Destpêk ji komeleyê paşê dadikevin taxan

Ji rêveberên saziyê Eyyûp Subaşi da zanîn ku yekem car e ew di havînê de ji bo zarokan dersa Kurdî didin: “Cara yekê ye ku em sinifên zarokan vedikin. Zarokên 8 ta 12 salî dikarin li vir perwerdehiyê bibînin. Ev kursên me ji bo wan zarokan in ku dizanin bixwînin û binivîsin. Heke ji bo van sinifan daxwaz zêde be, em ê bi awayekî sîstematîk sinifan vekin. Armanca me ew e ku em siberojê li taxan jî perwerdehiyê bidin zarokan. Me xwest em em ji komeleyê dest pê bikin.”

Subaşi îşaret bi girîngiya vê yekê ji bo zindîmayîna zimanekî jî kir û got, “Heke zarok nikaribin bi zimanê xwe biaxivin, ew ziman mehkûmî mirinê dibe. Îro li metropolên Tirkiyeyê ji bo perwerdehiya Kurdî derfet tine ne. Her tişt bi Tirkî ye. Ji bo ev yek bê şikandin û zarok karibin bi Kurdî perwerdehiyê bibînin û fêrî zimanê xwe bibin, me ev sinif vekirin.”

Subaşi bang li malbatên Kurd jî kir ku zarokên xwe bînin dersan da ku fêrî Kurdî bibin.

MA / STENBOL

Yazarın diğer yazıları

    None Found