Dêrsim di hestên Atakan de welidî

Gelawêj EWRÎN

Di rehên vê xakê de ji ber rabirdûya wê ya dîrokî gelek hestên arifane û rastiyên felsefîk veşartîne. Li ser vê xakê hinek kes wek xeyalên xwe mezin dibin û di oxira wê de ji bo jiyanê şer dikin û canê xwe feda dikin. Ev jiyaneke felsefîk e û her kes nikare wisa bijî. Hinek kes mirovan bi van xeyalên xwe fêrî gelek dersên jiyanê dikin. Bi gotineke xwe, henek û her helwesteke xwe, mirovan bi wateya veşartî ya di koka vê xakê de dihisînin. Mirovên gelekî ji dil ku hestên wan ên felsefeya jiyana azad li pêş be, her tim bandorên kûr li ser ruhê mirov dikin. Bandorên wan tenê li ser mirovan çênabe, li ser ferd, civak û xwezayê bi hev re û bi qasî hevdu ne. Ji bo ez behsa fermandar Atakan Mahîr bikim, divê bibejim, felsefeya jiyanê li gel wî mirov bi jiyaneke bedew dihisand. Roja 11´ê Tebaxê li Dêrsimê gihişte mertebeya şehadetê. Ew diaxivî û mirov heyran heyran dikarî bi seatan lê guhdarî bike û neweste, car nefesa mirov diçikiya û mirov nediwêrî tûka xwe daqurtîne, bes bila Atakan biaxiviya û biaxiviya. Di hunerê vegotina hestên gerîla de mamoste bû, Atakan gotina dilê her kesî digot. Kesî bi qasî wî nedikarî behsa sadebûna jiyana gerîla bike. Çawa digot, wisa dijiya, wisa bawer dikir û hez dikir.

Fermandar Atakan Mahîr hestên herî pak û sade bû di serdemeke ewçend qirêj û zalim de. Şerê xwedayên zilmê dikir ji bo çavên xwedawendên hezkirinê. Hemû Jiyan li pey wî û di şopa wî de diherikî, mirov bi xwe re dibir wek aveke pirxuroş heta kûrahiya hinavê xwe. Werin li van çiyan pirsyar bikin, ji yek bi yekê gerîla bipirsin bila ew behsa Atakan ji we re bikin. Ew û welatekî bi navê Dêrsimê hebû, bi hezarên salan ev gotin wê bibe destpêka her çîroka vî welatî. Ew jî zêde bû li ser lorîkên dilbiêş ên dayikên Dêrsimê. Atakan û Çiyayên Dêrsimê! Çiqasî bihevre bûbûn yek û hevaltiya wan a hezarê salan hebû. Ew beriya hebe, Dêrsim di hestên wî de, felsefeya wî de welidîbû. Dayikeke Dêrsimî rojekê ji rojan bi lawikekî wek wî bibar bûbû. Belê bi eslê xwe ne ji Dêrsimê bû, ji Elbistanê bû. Lê min rojekê jê pirsyar kir û meraq kir ka bê çawa Atakan û Çiyayên Dêrsimê ewçend bûne hevrê û dostên hev yên herî qedîm. Keniya û wek her carê, bi gotinên felsefîk bersiv da û got; ‘Ez hevrêyê her bihostek vê xakê me, hevaltiya min bi her tiştên li ser vê xakê re çîrokek e ku ez hez dikim rojekê hemiyan binivîsim, dixwazim romana hevrêtiya xwe binivîsim rojekê!’ Û xweziya Atakan hevrêtiya xwe ya bi xakê re binivîsiya û me yê ji xwe re bikira deftera ‘Hevrêtiya Xakê’. Niha êdî xak hevrêtiya wî dike.

Wextek bêrehm e hevalo, te nekarî gelek çîrokan binivîsî. Lê Fermandarê Çiyayî, her bihostek vê xakê wê romana jiyana te vebêje ji nifşên bi hestên te mezin bûyî re. Ji Qendîlê heta bi Dêrsimê, ne tenê gerîla, her bedewiya vê xakê wê behsa te bike. Li ser her şiverêya Dêrsima birîndar, şûnpêya te bi cih maye. Tu di dilê her gerîlayekê de, di dilê her mirovekî Dêrsimê de bûyî welatek bi qasî wê erdnîgariyê. Keçên berxwedêr ên Dêrsimê ku ji rika mirinê keziyên xwe di ava jiyanê de şûştin û xwe ji zinaran avêtin, evîndarên her kêliya te ya têkoşînê ne. Tu Dêrsimek tijî hêvî yî di wî welatî de ku rojekê dengê mirinê di zinarên wê de, çîrokên qirrkirinê di bîr û hişê me de zindî dikir. Çarenûsa welatekî wisa diguhere, ger fermandarek wek te bigihîje wateya rast a jiyanê. Tu wer dişibiyayî Dêrsimê ku gelek caran dayikên êşkişandî tenê di guhê te de behsa komkujiya bi serê wan hatî dikirin. Hemû kanî û rûbarên wê behiştê çavê te di awêneya xwe ya zelal de himbez dikirin û ji te re behsa gelek serpêhatiyan dikirin. Ji te re digotin hemû êş û azarên xwe, ji ber ku tenê te ya dil dizanî. Te li çavê wan temaşe dikir û gotinên nîvcomayî bi lêv dikirin. Di Fermandartiya Hevrê Atakan de wêrekiya hest û şervantiya serdema zêrîn a azadiyê li pêş bûn. Wateya jiyanê li Dêrsimê bi fermandariya wî gelekî hatibû guhertin. Ya zaliman bi qirrkirinê dixwest nefes li vî welatî biçikînin, bi wêrekî, ken û evîna ji jiyanê ya fermandar Atakan em hemû fêrî evîna xakê kirin û wê bike…

Yazarın diğer yazıları