Dersim warê Kirmancan e

Zêhniyeta qirrker a dewleta Tirk a sala 1938´an digot, "Yek dewlet, yek milet, yek ziman, yek dîn" destê xwe yê tûncî careke din li Dersimê nîşan dide.

Qeyûmê dewleta dagirker a Tirk li Dersimê, tabeleya şaredariyê ya li ser Dersim dinivîsî rakir, û li şûna wê "Şaredariya Tuncelî (destê tûncî)" danî.

Dewleta Tirk li gorî plana hilweşandinê ya di civîna Desteya Ewlekariya Milî ya Tirk de sala 2014´an biryara wê hat dayîn, dixwaze qirkirina Krdan bibe serî û di vê çarçoveyê de "destê tuncî" li Dersimê ji nû ve dide nîşan. 

Heta niha li Kurdistanê 83 şaredarî hatin desteserkirin, qeyûm wan bi rê ve dibin û 89 hevşaredar jî di zindanên dewleta Tirk de tên ragirtin.

Di vê çarçoveyê de heta niha 5 qeyûm li Dersimê hatin wezîfedarkirin.

Qeyûmê yekê

Piştî ku hevşaredarên Dersimê hatin girtin, 17´ê Çiriya Paşîn a 2016’an Olgun Oner ê alîkarî waliyê Tirk bû qeyûmê şaredariyê; navê Dersimê yê li ser tabelaya sûka binerd û Hola Dawetan rakir û li şûna wê Tunceli (destê tuncî) nivîsî. 

Qeyûmê duyem

Vî qeyûmî tabelayên du zimanî yên li nava şaredariyê jî rakirin û qeyûmê piştî wî waliyê Tirk Osman Kaymakalîkarê xwe yê din Hasan Çîçek li şûna hilbijartiyê dawî yê mayî Huseyin Tunç wezîfedar kir.

Qeyûmê sêyem

Tevahiya erkên şaredariyê dan Hasan Çiçek û karê wî yê pêşî bû ew ku tabelayên li ser wan Dersim dinivîse biguhere. Xelkê bajêr ji Hasan Çîçek re dibêje, Qeyûmê sêyem, wî jî navê Otogara Dersimê guherand û kir ya "Tunceliyê".

Qeyûmê çarem

Piştî ku waliyê kevin Osman Kaymak şandin Samsunê li şûna wî dewleta Tirk qeymeqamê Kadikoyê, Tuncay Sonel wekî qeyûmê çarem wezîfedar kir. 

Berbaranka hesinî li ser tabelayê

Sonel ê ku di heman demê de waliyê Tirk ê li Dersimê ye, tabelaya li ser ‘Şaredariya Dersimê’ dinivîsî da rakirin û li şûna wê tabelayeke li ser ‘Şaredariya Tunceliyê’ dinivîsî da daliqandin.

Qeyûmê beriya wî Kaymak jî berbarankeke hesinî da bû ser tabelayê û kiribû ku Dersim neyê xwnedin.

Destê tuncî yê dewleta Tirk

Navê Dersimê yê kevnar, sala 1935´an bi qanûnê hat guhertin û bû "Tunceli". Di pêvajoya qirrkirinê ya di navbera 1935-1939´an de tesîra yekser û ne yekser li 72 hezar mirovan bû û bi dehhezaran mirov bê dadgeh hatin qetilkirin. Zarokên keç jî bi ewladî dan Tirkan ji bo ku wan asîmîle bikin. Tunc sembola faşîzma Îtalyayê bû. Peykerên Mussolini ji tuncê hatibûn çêkirin. Piştre dewleta Tirk jî xwedî li vê pêkanînê derket.

Yazarın diğer yazıları

    None Found