Destana hemdem a Cûdî

Çiyayê Cûdî piştî ku ji sefîneya Nebî Nûh re bûye cih û war, weke xaka dewama mirovahiyê hatiye qebûlkirin. Insanetî li Cûdî, li Mezopotamyayê ji nû ve esasên xwe danîne û belav bûye. Li gir û lûtkeyên Çiyayê Kurdan Cûdî, jiyanê ji nû ve dest pê kiriye.

Dengir GUNES

Çiya di dîroka gelan de tim bûye sembola hêz û pîroziyê. Lê ji bo gelê Kurd tevî van taybetmendiyan, çiya berî her tiştî cihê starê ye. Weke çiyayên li Serhed, Botan, Dêrsim û Şingalê, di her tofana ku zaliman aniye serê wan de, çiya ji bo Kurdan bûne weke hembêza dayikê. Di her dema tengasiyê de çiyaya ew kesên pêdiviya wan bi alîkariyê çêbû, ji mirin û xirabiyan parastine. Eger heta îro jî em karibin destan û çîrokên li wan çiyayan bibihîzin, ev di heman demê de nîşan dide ku parastina van çiyayan ne dem kin e. Çiqas dem derbas bûbe jî, li wan gir û lûtkeyên xwe yên bilind nav û berxwedana wan egîd û lehengên li ser heqê û azadiya xwe jî parastine, xwedî li wan derketiye û nehiştiye ku werin jibîrkirin.

Ji Agirî heta Merato, Kato, Cûdî û Gabarê, hema hema her çiyayekî Kurdistanê bi destanên xwe tê zanîn. Lê belê Cûdî ku ji Gutîyan heta Babîl, Med, Bîzans, Artûkî û Mîrên Cizîrê şahidî li gelek şaristanî û hikûmdaran kiriye, di dîrokê de ji aliyê gelek neteweyan ve weke “Çiyayê Kurdan” hatiye binavkirin hem berê, hem jî îro bûye warê gelek destanan. Cûdî, ku bi bilindahiya zêdetirî 2100 metroyî, yek ji çiyayên herî bilind yên Mezopotamyayê ye, ji ber ku di pirtûkên dînî de jî behsa wî tê kirin, bûye çiyayekî bi nav û deng. Yên ku çîroka tofana Nebî Nûh, sefîneya Nûh ya ku piştî tofanê li Cudî daniye, nebihîstibin nînin.

Çîroka tofanê di mîtolojiyên gelên din, destana Gilgamêş û di Tewratê de jî heye. Di Quranê de jî di sûreyên Hûd û Muimînûn de pêvajoya berî tofanê, gotinên Nûh û qewmê Nûh ku wî piçûk dibînin û li dijî wî derdikevin, bi berfirehî cîh digire. Li gorî ku di Quranê de dinivîse, ji ber ku qewmê Nûh ji rê derketiye Xweda weke ceza tofanekê tîne serê wan. Di encamê de tê gotin, Nûh berî tofanê sefîneya xwe çêdike. Xweda emir dike: “Cotek ji her cinsî zindî (nêr û mê) û ji bilî kesên ku berê derbarê wan de hikûm hatiye dayîn, malbata xwe û yên îman kirine li keştiya xwe siwar bike. (Sureya Hud/11/40) Nûh di dema tofanê de li sefîneyê dua dike û dibêjê, “Xwedayo, min dayne cihekî pîroz.” (Sureya Mu´mînûn, 23/29) Piştî vê duayê safîneya wî li Cûdî datîne: “Û av vekişiya, û kar çû serî. Û (keştiyê) li ser Cûdî danî.” (Sûreya Hûd 11/44) “Ey Nûh, ji te û gelek ummetên bi te re, bi selam(başî) û bi bereketan (ji sefînê) dakeve.”(Sureya Hûd 11/48).

Piştî sefîneyê li Cûdî daniye, Nûh û yên pê re li quntarên çiyayê Cûdî bi navê Heştan, (Semanîn) gundek ava kirine. Her çend di Quranê de hêjmara kesên ji tufanê rizgar bûne nehatibe diyarkirin jî, tê gotin ku ev hêjmar gelekî kêm e û weke navê ku li gund kirine an 8 (heşt) an jî 80 (heştê) ne. Gûndê Heştanê ji aliyê dewlata Tirk ve hate şewitandin lê bi xirbeyên xwe heta îro jî dimîne.

Çiyayê Cûdî piştî ku ji sefîneya Nebî Nûh re bûye cih û war, weke xaka dewama mirovahiyê hatiye qebûlkirin. Insanetî li Cûdî, li Mezopotamyayê ji nû ve esasên xwe danîne û belav bûye. Li gir û lûtkeyên Çiyayê Kurdan Cûdî, jiyanê ji nû ve dest pê kiriye.

Lawikê Xerîb û Cûdiyê Miradan

Ji bilî vê destanê, di nav gel de çîroka Lawikê Xerîb jî tê zanîn. Tê gotin ku Lawikê Xerîb ji bo xwe bigihîne çiyayê Cûdî, cihê ku sefîneya Nebî Nûh lê daniye, bê navber heft salan çiya bi çiya meşiyaye. Dema nêzî cihê sefîneya Nebî Nûh dibe, dipirse bê ka rêya wî çiqas maye. Çend gavên wî mane ku xwe bigihîne, lê kesekî xirab Lawikê Xerîb dixapîne û jê re dibêje, “Ji bo tu xwe bigihînî cihê sefîneyê, divê hîna 7 salên din jî tu bimeşî.” Dema vê bersivê dibihîze qeremê Lawikê Xerîb sist dibin, hêviya wî namîne. Paşê ji Xweda re dua dike û dibêje, “Êdî taqeta min nemaye, Xedawo canê min bistîne.” Xweda daxwaza wî pêk tîne û canê wî distîne. Tê gotin, wê kêliyê, Lawikê Xerîb xwe gihandiye Xweda û hêviya wî ya azadiyê pêk hatiye.

Tevî ku Lawikê Xerîb bi saxî xwe negihandibe miradê xwe jî, Cûdî bûye “Cûdiyê Miradan”. Berê gêlên Mezopotamyayê yên Xiristiyan, Êzîdî, Misilman û Yahûdî ku li vê herêmê diman, ji bo Nebî Nûh bi bîr bînin, di mehên Tirmeh û Îlonê de, li cihê sefîne kom dibûn. Ji bo hêvî û miradên xwe dua dikirin. Ji ber wê, ji Cûdî re digotin “Cûdiyê Miradan”.

Lê Cûdî îro ji her demê zêdetir bûye warê mirad, hêvî û baweriyan. Gelê Kurd, bi têkoşîna xwe ya azadiyê weke dewama destana Cûdî, destaneke hemdem dinivîse. Ya rastî, bûyer, nav û cîh yek in: Dagirker bi zilm û hovîtiya xwe ya li ser van xakên pîroz dimeşînin ji insaniyetê dûr ketine, xweza, çand û baweriyan tine dikin. Li çiyayê Kurdan, li dijî tofana zilmkaran ji bo mafê gelê Kurd û hemû insaniyetê têkoşîneke heye. Cûdî ji heyama Nebî Nûh ve Cûdiyê Miradan e. Îro jî gelek Lawikên Xerîb, yên bi hesrate azadiyê li ser şopa vê insanetiye dimeşin.

Destanên nû yên hêviyê ne

Lê belê di navberê de ferqek heye, ew jî gelekî girîng e, û dewama vê têkoşîna azadiyê pê ve girêdayî ye. Ev jî ew e ku ciwanên gelê Kurd êdî li van çiyayan tenê ji bo starê namînin. Evder kirine kelha berxwedanê û piştî têkoşîna azadiyê, dawiya çîroka Lawikê Xerîb guherandin. Rast e, Kurd ji bo bigihin armanca xwe ne 7 salan, lê têkoşîneke zêdetirî 40 salan dimeşînin, lê gelê Kurd ne doh ne jî îro weke Lawikê Xerîb, bê hêvî nema û li gotinên kesên xerab guhdarî nekir. Berovajî vê, li hemberî her pêla zilm û zordariyê berxwedan û lêgerîna xwe xurttir kir. Ji hêza xwe ya cewherî bawer kir. Ti carî ranewestiya û teslîm nebû. Weke Mahsûm Korkmaz (Egîd), Binevş Agal (Bêrîvan), Engîn Sîncer (Erdal) û heta Bedran Cûdî her kesê ku berê xwe da çiyayê Cûdî efsaneyeke nûjen nivîsand. Fermandar Egîd artêşa xwe li çiyayên Gabar û Cûdî mezin kir, destana artêşa azadiyê li wan çiyayan da destpêkirin. Bêrîvan bû pêşenga dema nû ya serhildanan, PKK li bajar û çiyayên Kurdistanê belav bû û êdî dem dema destana jinê bû. Fermandarê mezin Erdal, ji Ewrûpayê berê xwe dabû çiyayê Cûdî, pêşengî li destana nifşên nû yên Kurd kir. Derwêşê vê xaka pîroz Bedran Cûdî tevî 3 zarokên xwe di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest da, destana ked, fedakarî û baweriyê nivîsand.

Bê guman weke her carê di destana nûjen ya Cûdî de jî dijmin hebûn. Bi dehan gundên Cûdî yên weke Heştanê ku ji gerîlla re hevaltî kiribûn, hatin şewitandin. Xelkê Cûdî dema koçber bû, tevî bibîranînên xwe, ev bihuşta xwe jî li pey xwe hişt. Tevî kirasên reng bi reng yên jinan, şal û şapikê mêran, duayên dayikan, kenê zarokan û hêvî ji di bin xirbeyên xaniyan de mabûn. Lê wan zanîbû ku keç û xortên wan yên gerîla wê xwedî lê derkevin. Gerîla ew çîrokên ku berê ji qirrkirina Zîlan û Dersîmê bihîstibûn, li gundên Cûdî zindî dîtin. Wê demê barê wan girantir, lê gavê wan xurttir bûn.

Şervanên nifşên nû ku li van çiyayan mîrasa têkoşînê dewr girtine, efsaneyên hemdem yên Cûdî ji hevalên xwe guhdarî kirin. Wan jî li ser van, çîrok û serpahatiyên xwe yên lehengiyê zêde kirin. Belkî ew çîrok îro ji ber dîwarên zilmê zêde nayên bihîstin, lê ew dîwar li ber heybeta Cûdî, ew zinarên wê yên bilind ma dikarin xwe bigirin? Cûdî ku weke mertalekî li sêkoşeya Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê bilind dibe, dikare  ji tofana sedsalê jî biparêze û şahidî li destana yekîti û azadiya gelê Kurd jî bike.

Yazarın diğer yazıları

    None Found