Destek dan Sêmalka

Ciwanên ji Rojava û Bakurê Sûriyê li dijî êrişên dagirker ên Tirk li deriyê sînor ê Sêmalka, ku bi sînorê Başûrê Kurdistanê re sînor e, çalakiya kon vedanê didomînin. Gelê Dêrikê jî bi çalakiyekê destek da çalakgeran.

Ciwan di çarçoveya pêngava ‘Serî Hilde’ de ev 10 roj in li deriyê sînor ê Sêmalka êrişên dagirker ên Tirk şermezar dikin. Kurd û Erebên Girkê Legê û Rimêlanê serdana çalakiyê kir û piştgiriya xwe nîşan da.
Gel wêneyên Rêberê  Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan, piştî ku li meydana Azadî ya Girkê Legê kom bûn, ber bi deriyê sînor ve meşiya.

Ji Rêveberiya Ciwanan a PYD’ê, Mustafa Ehmed di çalakiyê de axivî û êrişên dagirkeriyê yên li dijî Başûrê Kurdistanê û êrişên dagirker ên li dijî Efrînê, sûcên li dijî mirovahiyê şermezar kir. Ehmed got, “Xeyalên Osmanîtiyê bi fedakariyên şehîdên Kurdistanê hatine pûçkirin.” ANF/SÊMALKA

Yazarın diğer yazıları