Desthilata Gramerê

Desthilat zêdetir di demajoya pêkanînê de derdikeve pêşberî me. An jî em dikarin bêjin, çi gava tundiya wê ya serdest li me diqewime, em hay ji hebûna wê dibin; ev hebûn, hebûneke kirdeyî ye ku gava em bi wê dihisin, em dikevin şûna tişteyê û bi qebûlkirina wê, desthilatê radikin hafa jorîn û kirasê kirdeyê lê dikin.

Gramer, navê wê têkiliya sazkirî ye ku di navbera mantiq û rasteqîniyê de cî daye xwe. Her wekî Deleuze-Guattari balê dibin serê û dibêjin, “Qaydeyeke gramerê, berî ku bibe nîşandera hevoksaziyê, nîşandera desthilatê ye.”* Û pê re jî, gramer, bi hebûna sînor û çarçoveyên ku hem tê de dihewin hem jî tê de asê dimînin, hişkahiyekê datîne rastê; û di heman demê de, bi hişkahiya ku çêdike jî dûrahiyê dixe navbera xwe û takekesê ku li ser qaydeyên wê yên sînorkirî û diyarkirî li zimên dişixule. Loma jî, gotin û hevokên ku tên axaftin, bi çi awayî dibe bila bibe, dikevin ber tundiya peyv û qalibê ku di gramerê de bi cî bûye; û digel vê yekê jî dibin şolhewîna (harbour) kirdeya hevokê ku bi giştî jêderka tundiya gramerê ye.

Kirdeya ketî behsê, bi piranî li ser ‘ez’ û ‘min’ê ava ye; cînavk û şûnkirdeyên dîtir jî çetoyê wê ne ku dane ser şopa wê. Ji ber ku, ‘ez’ an jî ‘min’ çi qas jî ji xwe dûr bikeve û ber bi ‘ya/ê dîtir’ ve here jî, nikare xwe ji xwe bişo. Û jixwe ziman, li ser vî awayê kirdetiyê û li ser desthilata ku gramer dispêre kirdeyê, ava bûye. Loma ye ku di hevokên li gorî qayde-gramerî avabûyî de kirde tu carî winda û tune nabe.                      

Digel vê jî, desthilata gramerê ku bi rêya serweriya kirdeyê pêk tê, dike ku jihevcihêkirina aliyên wekî derve-hundir, nirxên wekî çê-xerab, xweşik-kirêt û rengûawayên wekî jîr-ewêl, hwd., bi heman awayî li kar bikevin. Yanî, kirde (an jî çetoyên wê), bi çi awayî bixwazin tiştan bi vî awayî datînin ber me û em jî di bin desthilata kirdeyê de hay ji wê rasteqîniyê dibin.

Nietzsche, yek ji wan feylesofan e ku îmana wî ji kirdeyê çûye. Wî kirde wekî hêmana herî sersima (earnest) a gramerê bi nav kiriye û ketiye nav têkoşînekê da ku karibe gramerê ji hev bişikêne. Loma jî gava bala xwe dibe ser kirdeyê, wiha dibêje, “Axirê, ez dibêjim, çima destûr tune ye ku her wekî ku em bi awirekî îronîk li tişte û li lêkerê dinêrin, bi heman awayî li kirdeyê jî binêrin.”** Diyar e ku Nietzsche dixwaze bila sersimatiya kirdeyê bileqe û ne tenê bi hêmanbûna xwe, bi hebûna xwe ve jî, ji şûna xwe ya giran û ji desthilata xwe bikeve da ku hebûna hêmanên dîtir jî xuyanîtir bibe.

Helbet ku kirde ji şûna xwe leqiya, dê serêbiskêtiya (privilege) wê ya di gramerê de jî bişikê û di heman demê de, tundiya desthilata wê jî kêmtir bibe. Û çi gava ev yek qewimî, ziman dê ji rola xwe ya diyarkirina rasteqîniyê û ji “deshilata nimandinê xelas bibe û gotin û zimanê wêjeyî dê ji xwe dest pê bike, biperise û di nava şûnwarekî de bi cî bibe ku nêzî hemû hêmanan e.”***        

Îcar, zimanê wêjeyî, ne ew ziman e ku bes xwe nêzî xwe dike û ji hêman û heyînên dîtir dûr dikeve û têkiliya xwe ya bi rasteqîniyê re li ser vê dûrahiyê saz dike. Zimanê wêjeyî, ji ber ku serê her tiştî hebûniya heyînên dîtir û rasteqîniya wan a di hemû şûngehan de li xwe qebûl dike, heta jê tê di ciyekî ji xwe dûr de cî bi cî dibe. Loma jî, zimanê wêjeyî, ew ziman e ku çendî ku bi gelek awayan di nav têkiliyên sazkirî yên mantiq de bimîne jî, di warê şikandina desthilata kirdeyê de, biwareke herî bi ewle, guncan û pêbawer e.

Zimanê wêjeyî, zimanekî wisa ye ku; gava xwe ava dike di heman demê de dasê li ‘dara xwe’ jî dide û bêyî ku ji reh û koka xwe bibe, şûn û qadeke dîtir ji bo hêmanên dîtir çêdike. Loma jî, wêje di warê şixulîna li zimên û şikandina desthilata kirdeyê de li ser zimanekî xweserî xwe ava dibe û bêyî ku ew bi xwe gotina xwe xweş û erênî bike, bi derba ku li qaydeyên gramerê yên ku nîşandera desthilatê ne dide, zimanê xwe bo hêmanên dîtir nêz û bo xwe jî dûr dike.

“Ramûsan min veşartin li geliyekî”****

Hevokeke (an jî risteke) wisa ku raman û dahûranên ku em datînin rastê, xweşikî dide der. Kirdeya vê hevokê ji şûna xwe şiqitiye; tundiya kirdeyê digel nermahiya wate, naverok û pêkanîna ‘ramûsan’ê nermijiye, desthilata kirdeyê ya hişk şikiyaye û digel vê şikînê jî, lêkera ‘veşartin’ê dûmahîk li desthilata kirdeya ‘min’ê biriye û kirde biriye avêtiye şûnwarekî wekî ‘gelî’ ku êdî em bifirin jî nikarin lê hay bibin; ka gelo kirde ye desthilat, an ramûsan e ku di kûrahiya gelî de watedartir û xweşiktir dibe; an jî gelo kirde lêkera ‘veşartin’ê ye ku şûnkirdeya ‘min’ê li xwe dike destika kêrê û geliyekî bi ramûsan derpêşî me dike.

Zimanê wêjeyî, ne ew ziman e ku dijqayde ye. Helbet zimanê wêjeyî jî digel awayên din ên zimên, – ên wekî zimanê polîtîk, zimanê felsefîk, zimanê folklorîk û hwd.- li ser qaydeyên gramerî heyî dibe. Lê belê, heke mebest û sedema me, şikandin an jî kêmkirina desthilata kirdeyê be, ji bo vê yekê zimanê wêjeyî hema bêje tekane rê û alternatîf e ku dikare pêwendiya ziman û takekesî nermtir bike; takekesî nêziktirî ziman bike û bike ku takekes ‘ramûsan’ên xwe li ‘geliyekî’ veşêre û hevoka xwe ji desthilata gramerê dûr û di nermahiya tişteya xwe de saz bike.

*Deleuze-Guattari, Bin Yayla- Kapitalizm ve Şizofreni, Bağlam Yay. 76

** Nietzche F., İyinin ve Kötünün Ötesinde, Say Yayınları, 34

*** Foucault, M., Sonsuza Gidel Dil, Ayrıntı Yay, 191

**** Hem navê helbesta Arjen Arî ye hem jî navê pirtûka wî ye, Weşanên Avesta, 50

Yazarın diğer yazıları