Destpêkek ji Hunerkomê re

Pêdiviyên Tevgera Azadiyê hebûn, pêdiviya gel a manewiyatê hebû û ji bo vê pêdivî bi sazîbûnê hebû. Her kes diviyabû di çarçoveya keda xwe de biketa nava xebatê. Ji hunermendî û milîtaniyê wêdetir pîvanên di warê helwêstdanînê de esas bûn.

Luqman GULDIVÊ

Xemgîn Bîrhat yek ji damezrênerên Hunerkomê ye û ji destpêkê ve di nava xebatên wê de cihê xwe girt. Bi vî awayî jî yek ji şahidên sereke yên wan salan e ku em berhemên wan nas dikin, lê bûyerên wan, hest û helwêstên kesan di wan salan de, tişta qewimî ji bo birêxistin kirinê, em kîm nas dikin. Ew bi îhtîmam îşaret bi wê yekê dike ku destpêk ji ber pêdiviya civakî ya gelê Kurd bûye û di vî warî de helwêstdanîn esas bûye.

Beriya Hunerkom bê damezrandin, xebateke çawa ya hunerî hebû?

Ez di payîza 1980´yî de ji bo xwendina zanîngehê hatim Elmanyayê. Qederê 6 mehan li Frankfûrtê mam û di buhara 1981´ê de ji bo fêrbûna ziman çûm Bochumê. Li wir min kesayetên weke Şivan Perwer, Naîf Haco, Ciwan Haco û Seyîdxan nas kir. Paşê jî min Ozan Çiya û Zozan nas kirin. Wê wextê Naîf Haco bi Şivan Perwer re komeke bi navê Koma Niştiman saz kiribû. Bêhtir xebat li dora vê komê bûn. Dawiya hefteyê ez û Seyidxan ji Bochumê û Zozan û Çiya jî ji Essenê li Duisbûrgê kom dibûn. Hevalê Amelê jî hebû, wî jî dest bi karên gelêrî û şanoyê kiribû. Me xebatên gelêrî, muzîk û şanoyê bi hev re dimeşandin. Em 7-10 heval bûn, lê em bi beşên hunerê hemûyan re mijûl dibûn û em pirr bi coş û xuroş bi van xebatan dadiketin. Fikarên me yên şexsî tinebûn. Derdekî me yê qezenckirina pereyan tinebû. Em li populerbûnê nedifikirîn. Ez dibêjim qey têkiliya vê bi pêvajoyên dîrokî û civakî re hebû. Di wê wextê de gelê Kurd dîroka xwe xistibû ber lêpirsînê, plan û projeyên xwe çêdikirin. Em bi vê jî pirr bi heyecan dibûn. Mirovên heta doh fedî dikirin bigotana em Kurd in, êdî ji xwe re digotin em Kurd in; pirsgirêkên eşîrî û malbatî yên ew diteqinandin, dabûn aliyekî û bi pirsgirêkên gelê xwe re mijûl dibûn. Mirovên digotin du Kurd nikarin bêne cem hev, êdî ji bo yekîtiya Kurdan dixebitîn. Di heman demê de xebatên kolektîf derketin holê. Di rewşeke welê de, bêguman xebatên ji bo muzîkê jî heyecan didan. Bi awayekî ji awayan mirovî xwe di nava jiyaneke nû de didît.

Gelo di navbera milîtanî û hunermendiyê de xetek hebû yan ew di zik hev de bûn?

Her roj gelek bûyer diqewimîn. Guhertinên pirr bi lez hebûn. Hunermendên namzet ên weke min bi van bûyeran diketin nava tevgerê. Ya rastî haya me ji têgînên weke milîtanî û hunermendiyê tinebû. Pêdiviyên Tevgera Azadiyê hebûn, pêdiviya gel a manewiyatê hebû û ji bo vê pêdivî bi sazîbûnê hebû. Her kes diviyabû di çarçoveya keda xwe de biketa nava xebatê. Ji hunermendî û milîtaniyê wêdetir pîvanên di warê helwêstdanînê de esas bûn. Ji bo dengxweşî ne esas bû. Ya bingehîn ew bû, hunermend diviyabû di avakirina civakê de cih bigirta û li gorî xwe gurçûpêç bikira. Ya girîng ew bû, diviyabû mirov xwedî pîvan bûya. Li ser vî bingehî, em komek heval bûn, me sala 1983´an Komela Hunermendên Welatparêz ên Kurdistanê Hunerkom ava kir.

Çalakiyên wê yên pêşî yên hunerî çawa bûn?

Bûyerên min qala wan kirî, ji bo Kurdan di asta ronesansê de bûn. Ji ber ku gelê Kurd ji nû ve li nasnameya xwe vedigeriya û ji cihana mirovatiyê re digot “ez jî heme”. Di her warî de seferberiyeke xwerêxistinkirinê destpê kiribû. Bi vê ve girêdayî, di cihana fikrî û hestî ya Kurdan de guhertinên mezin hebûn. Diviyabû ev di warê hunerî û çandî de xwe bi rêxistin bikira û ev guhertin nîşan bida. Ji bo vê jî em di şahiyên Newrozê de û di xebatên din ên çandî û muzîkê de weke dengbêj û şanoger derdiketin ser dikê. Me kar û barê xwe hemû bi xwe dikirin.

Ji bo şevên siyasî û Newrozan, rola muzîkê çi bû?

Kurd derketibûn derveyî welatê xwe. Lema, xebatên ku wan bi çand û nirxên wan ve girê bide, girîng bûn. Ji ber ku his dikirin, divê xwe li derve jî baş biparêzin. Vê jî kir ku ew xwe di warê armancên polîtîk de bi rêxistin bikin. Ji bo pêdiviyên Kurdan ên di vî warî de muzîk bi roleke girîng rabû. Di her çalakiyê de, heta di kongre û civînan de muzîk hebû. Mîna ku bêyî muzîkê wê ti kar bi temamî negihîje armancê. Bi muzîkê peyamên yekîtî û polîtîk hatin dayîn. Hesreta Kurdan a ji bo welêt bi muzîkê hat xurtkirin û bi vê mirov hatin hişyarkirin da ku di nava têkoşîna azadiyê de çalak bin.

Kaseta pêşî we çawa qeyd kir?

Min kaseta xwe ya yekê, sala 1983´an li ser Mazlûm Dogan ê sala 1982´an li zindana Amedê xwe şewitand bi navê “Hepsa Diyarbekir” çêkir. Min ev berhem hema piştî şehadeta Mazlûm Dogan çêkir. Di demeke pirr kin de ket ser zimanê her kesî. Me di bin banê Hunerkomê de, buhara 1983´an li Neuss a Elmanyayê li studyoyê qeyd kir. Piştî ku me album qedan, Hozan Sefkan ez pîroz kirim û got, bi vê albûmê me derbeke din li hunermendên burjuwayê da.

Gelo te Hozan Mizgîn, Sefkan, Çiya nas kirin?

Hozan Mizgîn û Sefkan payîza sala 1982´yan hatin. Di civînan de bi awayê axaftin û şêweyê xwe bala min kişandin. Di kar û xebatan de berpirsiyar bûn. Hozan Sefkan di warê dîrok û felsefeyê de kûr bû. Berê bi Kurdî û lêxistina tembûrê nizanîbû, lê di demeke kin de xwe baş fêrî Kurdî û tembûrê kir. Herweha xweş resm jî çêdikir. Di her warî de hunermendekî bipêşketî bû. Li komeleyan bi saetan semîner didan û mirov jî di vî warî de dahf didan.

Bi Hozan Çiya re jî em ji sala 1982´yan heta 1987´an bi hev re xebitîn. Ji bo Koma Berxwedan û xebatên koroyê pirraniya sirûdan hevalê Çiya awazên wan çêkirin. Hunermendekî afirîner bû. Min rojekê jê re got, em dibistanekê saz bikin, bi vî awayî xebat gelekî bi amatorî dimeşin. Ji min re got, em ê Hunerkomê bibin Botanê. Min hingê fêhm kir heval Çiya çi qasî bi welat re bûyek yek.

Gelo te Hozan Dilgeş nas kir? Tu dikarî behsa kasetên wî û tesîra wan bikî?

Di damezrandina Hunerkomê de me yek bi yek li deriyê hemû hunermendan da û me ji wan xwest di nava vê saziyê de cih bigirin. Lê di nava yên me li deriyê wan da bi tenê Hozan Dilgeş bi dostanî destê xwe dirêjî me kir û got, ez dikarim di nava xebatan de cih bigirim. Ya rastî, ji roja ku di nava xebatan de cih girt û heta roja dawî, gelek berhemên ji ser ziman kêm nebin çêkirin. Wî ev xebatên xwe yên hêja dan gelê xwe. Bijî bijî ARGK, lêxe gerîla, Bêrîvanê (ji bo hevala Binevş Egalê) bijî bijî heval Egîd, çend ji van berheman in.

Di wê demê de ez û Ciwan Haco bi hev re diçûn fêrbûna ziman. Min rojekê jê re got, tu çima beşdarî van xebatan nabî? Bersiveke ji dil da min û got, hûn şoreşger in, li cem we disiplîn heye. Ez nikarim bi disiplînê bikim. Dîsa wê demê sala 1984, 1985´an li Festîvala Kemnade ya Bochumê em çûbûn cem Ferhat Tûnç wê demê navê wî Bolşevîk bû. Min û heval Çiya hema li ser piya jê xwestibû beşdarî xebatan bibe. Baş tê bîra min, ji me re gotibû, ew endamê rêxistinekê ye û divê destûrê bixwaze.

Yazarın diğer yazıları

    None Found