Destûrê nedin qirrkirinê

MURAT MANG / BIELEFELD

Dewleta Tirk û çeteyên wê ji ber êrişên xwe yên qirker ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, gefa qirkirinê ne tenê li Kurdan, lê li Ermenî, Asûrî û Suryaniyan jî dixwe.

Ji ber êrişan, hin gundên Suryaniyan hatin valakirin. Belê gelên herêmê li dijî dagirkeriyê hev digirin.

Nûnerê Yekîtiya Suryaniyan a Ewrûpayê (ESU) Shleymun Rhawi, “Dewleta Tirk bi van êrişên xwe yên ku armanca wan guherandina demografiyayê û qirkirina etnîk e, sûcê li dijî mirovahiyê dike.”

Rhawî got, “Ew êrişên li dijî gundên Suryanî û Asûriyan şermezar dikin û wiha peyivî. “Em vî şerê ku ne tenê li dijî asûrî-Suryaniyan e, lê li dijî hemû gelan e bi hişkî şermezar dikin.” Rhawi wekî din got, paşeroja gelê Suryanî bi tehlûkeya nemana vî miletî re rûbirû ye û wiha peyivî: “Em bang li hêzên navneteweyî dikin ku qetlîamên dewleta Tirk rawestînin, ji bo vê zend û bendan vemalin. Berpirsiyariyek e dîrokî ye ji bo DYE, Rûsya, Yekîtiya Ewrûpayê, Yekîtiya Ereban û Neteweyên Yekbûyî ku bibin xwedî helwêst da ku hebûna Asûrî-Suryaniyan a etnîk û dînî li Sûriyê dewam bike.”

Dengê defa qirkirinê

Serokê Navenda Qirkirina Suryaniya û Lêkolînan (Seyfo Center) Sabri Atman jî îşaret bi tehlûkeya qirkirinê kir û got, “Li dijî qirkirinê ji çi eslê etnîk dibe bila bibe, divê mirov hemû bi hev re li ber rabin. Beriya qirkirinê dengê defa wê tê. Pisporên qirkirinê ji bo van dibêjin, hişyarin zû yên beriya qirkirinê. Bang û qîra ji bo şerî û hemaseta milletperest ji van hişyarkirinan in”.

Yazarın diğer yazıları

    None Found