Dev ji zimanê xwe bernadin

Guldîken: Bi taybetî jî xwînerên Kurdî kalîte û taybetmendiya weşanxaneyê esas digirin. Ji ber vê weşanxane jî hesas tev digerin. Yanî ev tê wateya ‘ger metneke baş neyê çapkirin, ez ê nexwînim.’ Weşanger jî vê yekê esas digire û li gorî wê çap dike.

SERVET KARADUMAN / MA / STENBOL

Weşanxaneyên kurdî yên li Pêşangeha Pirtûkan a Stenbolê bûn, got çi dibe bila bibe ew ê dev ji zimanê xwe bernedin û tevî hemû sansuran jî ew bi awayekî ji awayan xwe digihînin xwînerên xwe.

Pêşangeha Pirtûkan a 37’an a Stenbolê li Navenda Pêşangeh û Kongreyê ya TUYAP’ê didome. Ji weşanxaneyên Kurdî, weşanxaneya Aram, Rûpel, Ava, Lîs, Avesta, Ar, Na û J&J jî beşdarî pêşangehê bûn. Weşanxaneyên Kurdî diyar kirin ku tevî hemû sansuran jî ew xwe digihînin xwînerên xwe.

Koordînatorê Weşanxaneya J&J nivîskar Azad Zal destnîşan kir ku îlankirina Rewşa Awarte tesîreke neyînî li sazî û weşanxaneyên Kurdî kiriye û gelek sazî û dezgeh hatine girtin. Zal, diyar kir ku tevî vê yekê, dîsa jî elaqeya ji bo Kurdî kêm nebûye û got, ”Zimanê kurdî di 10 salên dawî de pirr bi pêş ket. Êdî xwînerên Kurdî li pirtûkên bi kalîte digerin. Ne pirtûkên çewtiyên redekteyê di wan de, li pirtûkên ku asoya wan berfirehtir bikin, digerin. Ev yek jî nîşan dide ku zimanê Kurdî xwînerên xwe diafirîne.” Zal, îşaret bi kêmbûna warên lêkolîn û zanyariyê kir û got, ”Me di warê derûnasiyê de heta niha 7 hejmarên kovara derûnasiyê ya bi Kurdî derxistine. Heger em bi Kurdî berhemên zanyarî, dîrok û lêkolînê biafirînin û binivîsînin, teqez wê hejmara xwîneran jî zêde bibe. Loma, divê berhemên di vê meydanê de zêde bin. Xwînerên me nabêjin ‘hema çi dibe bila bibe û em bixwînin.’ Heger naveroka berhemeke bi Kurdî ne xurt be, hûn nikarin bidin xwendin. Em jî wekî weşanxane bala xwe didin ser vê yekê.”

Xwîner pişta weşangeran in

Zal, destnîşan kir ku tevî hemû zext û zoriyên li ser Kurdan û zimanê Kurdî, dîsa jî kurd dev ji xwendina bi kurdî bernadin û got: ”Di pêşangeha li Amedê de herî zêde elaqe ji bo kurdî hebû. Li Amedê xwîneran digot ‘çi dibe bila bibe, em ê dev ji zimanê xwe bernedin.’ Heman tişt li Stenbolê jî heye. Elaqeyeke zêde ji bo Kurdî heye. Xwînerên me tên. Ew xwedî li me derdikevin. Her wiha ji ber pirtûkên me tên xwendin, ev yek hêza me zêdetir dike.”

Elaqe li Kurdî zêde ye

Ji edîtorên Weşanxaneya Lîsê Firat Fîdan jî anî ziman ku wan gelek pirtûk ji wêjeya cihanê wergerandine û li pêşangeha Stenbolê elaqeyeke zêde ji bo van pirtûkan heye. Fîdan got, ”Bi navê Cervantes me gelek berhem ji wêjeya cihanê wergerandin Kurdî. Ji niha ve meraqeke zêde ji bo van pirtûkan çêbûye.” Fîdan, anî ziman ku weşanxaneya wan pirtûkên dîroka Kurdî jî çap kirine û got, ”Berhemên dîroka Kurdî jî bala xwîneran dikişînin û ev yek ji bo em cihê kêfxweşiyê ye.”

 Sansûr hebe jî têkoşîn dewam dike

Edîtorê Weşanxaneya Aramê, Ûlaş Guldîken jî diyar kir ku ew bi perspektîfa ”Xwîner li ku derê bin em li wê derê ne” tev digerin. Guldîken, da zanîn ku hema bibêje ji weşanxaneya wan her cure pirtûk hatine çapkirin û got, ”Li pêşangehan xwegihandina xwîneran firsend e. Di 2 salên dawî de nêzî sed pirtûkên me hatin qedexekirin. Lê tevî van şert û mercên zehmet, dîsa jî em xwe digihînin xwîneran. Tevî evqas çewisandinan, dîsa jî weşangeriya me didome û em têdikoşin.”

Guldîken got, xwînerên Kurdî bi îstiqrar in û got, ”Wisa bi rasthatinî naxwînin. Bi taybetî jî xwînerên Kurdî kalîte û taybetmendiya weşanxaneyê esas digirin. Ji ber vê weşanxane jî hesas tev digerin. Yanî ev tê wateya ‘ger metneke baş neyê çapkirin, ez ê nexwînim.’ Weşanger jî vê yekê esas digire û li gorî wê çap dike.”

Yazarın diğer yazıları

    None Found