Dewlet çi ye û ji bo kê ye?

Dîdeban

Gotûbêja li ser dewletê herî kêm bi qasî dîroka mirovahiyê kevin û dûr e. Dewlet çi ye? Çima heye? Ji bo çi ye û divêtiya wê her dem babeta niqaşên berfireh bûye.

Divêt mirov destpêkê diyar bike ku ev têgih an jî rastiya em behsa wê dikin her li gorî awayê têgihiştinê ye û li aliyê din jî li gorî rewşa mirovan a di nav wê pergalê de ye. Ji bo kesên serdest û yên ji wê pergalê sûdê werdigirin û ji bo jar û bindestan têgihiştina rastiya dewletê ne yek e. Gava em dêna xwe bidinê, ev niqaş xwe digihîne heta serdema Yûnana Kevnar û li wir jî têgiha dewletperestî û ya anarşîzmê derdikeve pêşberê me. Li gorî Diyojen, bila dewletê bi ser de sî nekira, bes bû. Di roja me de jî li erdnîgara Kurdistanê herî zêde Kurd vê gotûbêjê dikin. Dewlet çiqas lazim e? Gelo di serdemên beriya dewlet ava bibe de, mirov çawa dijiyan û civak çawa bi rê ve diçû?

Her çiqas zanyarên serdema kapîtalîzmê û yên pergala maldariyê parastine dewletê wek; rêxistina kesên azad yên xwerêvebirinê destnîşan kiribin jî, erka dewletê ya heta niha wek kedxwariya çîna serdest û parastina mal û heyînên wan encam daye. Ango dewlet nobedarê mal û dewlemendiya serdestan bûye û yên dewlemend her dem dewletê bi rê ve birine. 

Ev tev de babetên berfireh in û nema di çarçoveya qunciknivîsekê de cih digirin.

Li aliyê din têgîna Levîathan a di pirtûkên pîroz yên wek Tewrat û Încîlê de jî derbas dibe, bi rastiya dewletê re hevreng e. Ev têgiha ku navê xwe li berhema ramanwerê Îngilîz Thomas Hobbes jî kiriye, wek ejderha an go cinawirê di bin deryayê de jî tê pênasekirin. Ev têgîn ango pênase ji aliyê Hobbes ve bi zanayî hatiye hilbijartin. Lewre Hobbes hêzdariya dewletê ya li hemberê takekesiyê diparast. 

Di lîteratara Kurdî de herî zêde nemir Xanî babeta dewlet û desthilatê vekolaye. Xanî li aliyekî dewletê wek merceke nebenabe ya desthilatê dîtiye û pêşniyaz kiriye, li aliyê din jî hişyariyên berfireh li kes û derdoran kiriye da ku xwe li hemberê zordarî û stema desthilatê û desthilatdaran biparêzin.

Niha di roja me de nemaze ji bo Kurdan dewlet tê çi maneyê? 

Gelo dewlet ji bo kesên ku ev 25 sal in Başûr bi rê ve dibin, ji tevahiya heyîn û dewlemendiyên wê dimijin û bihust bihust axa wê li hevdu par kirine û ji bo yên nikarin şîrê dergûşa xwe peyda bikin heman rasteqînî ye? Gelo dewlet ji bo malbatên bi deh hezaran kesên jiyana xwe di şerê Brakujiyê de wenda kirine û ji bo yên li  ser wê xwînê seyranê dikin heman diyar de ye? Gelo dewlet ji bo bi qasî 80 birîndar û gaziyên di sala 1997 an de li Hewlêrê ji aliyê destên qirêj ve hatîn qetilkirin û ji bo qatilan di heman naverokê de ye? Niha dayîk û malbatên Serdeşt Osman, Vedat Hûseyîn Alî, Nûjiyan Erhan û bi dehan rojnamevanên kujerên wan diyar li ser babeta dewletê çi hizir dikin? Gelo ji bo jin, zarok, kal û pîrên Êzîdxanê ku gava DAÎŞ êrîş kir û 12 hezar pêşmerge bê ku fişekek jî biteqînin, kinc û palasên xwe mil kirin û bazdan dewlet çi ye? Niha hêza ku bi pare hatiye perwerdekirin û ji bilî peyva pêşmerge nexasim dişûbine hêzên kotr gerîlayên ûnîta yên li Amerîkaya Latînî û di nav baregehên Mîta Tirk de xwedî dibin û di fersenda yekem de gule bi ser gel de direşînin û ji bo kesên bi wan guleyan dihêne kuştin dewlet çawa xuya dibe? Gelo ji bo kesên li Berlînê rûdinin, ji dewleta Elman pare digirin û li Başûr jî mûçeyên wan dewam dikin û ji bo bi hezaran kesên li wir li ser kolanan dikin qêrîn û dibêjin: Minalên me ji birsa mirîn! Dewlet heman dewlet e. Ango gava navê dewletê veguhere li şûna Ereb, Tirk û Faris, bi navê Dewleta Kurdî bê pênasekirin, naverok û encama wê diguhere?

Yazarın diğer yazıları