Dewlet, dibistan, zarok û Newroz

Di nava civakan belkî jî dibistan ew sazî ne ku herî dawî ji bo rehet birêvebirina civakan hatine vedîtin. Beriya vê vedîtinê, helbet rêûresmên civakê yên perwerdekirinê hebûn. Beriya vê min bi çend rêzenivîsan behsa meseleyê kiribû. Axir yekdestdariya dewletê li mufredata dibistanan wê dike ya herî tesîrker li ser zarokên civakekê. Bi wê jî siberoja wê dewletê, yan jî bi gotineke di rewacê de, beqaya wê bi rengekî ji rengan misoger dike. Lê belê ev dibistanên ku yekdestdariya dewlet li ser wan heye, hema wisa rehet nekarîne hebin. Dê û bav, îdeolojiyên rikeber ên dînî û ne dînî timî ketine qayîşkêşanekê. Bi ser de jî destwerdana welatiyan xasma jî ya dêûbavan li mufredatê û li helwêsta dersdêran beramberî zarokan, di dawiya dawî de îro jî ji wan faktorên acizker in ji bo dewletê û yekdestdariya wê ya li ser dibistanan. Ez vê ji bo wan welatan dibêjim ku ne perwerde lê dibistan li ser zarokên hemû welatiyan ferz in.

Ha di wan qelşên di yekdestdariyê de hatine vekirin, mirov dikare tesîra xwe weke zarok, dêûbav û weke civaka li derveyî dewletê jî bike. Heta mirov dikare bi birêkûpêkkirina van hewldanan, ne tenê tesîreke misêwa bike, lê ji bo sistkirina vê yekdestdariya dewletê jî li ser dibistanan bi dewrekê rabe.

Ji mêj e ku bi qasî derfet û demê dikarim veqetînim, li baxçeyê zarokên xwe min çîrokên bi Kurmanciyê dixwendin, paşê werdigerandin Elmanî, carinan jî bi Kurmancî min stran ji zarokan re digotin. Ev li Elmanyayê hêsan e, ji ber ku baxçeyên zarokan bêhtir weke cihê lê miqatebûna zarokan tên qebûlkirin û daxilbûna dêûbavan ji derve ve jî bi dilê pirraniya rêveberiyên wan e.

Zaroka min a mezin îsal dest bi dibistanê kir û bi rastî jî, tevî ku gelek caran behsa daxilbûna dêûbavan jî tê kirin, li vir bêhtir bicihanîna mufredata fermî bi destê dêûbavan piştî dibistanê ye ya ku dibistan û dewleta ku xwediyê wan e pê qesd dikin. Yanî zarok piştî 5 saetên li dibistanê, êdî li gorî heman mufredata dewletê, bi mamosteyên bê mûçe û belaş wê bên perwerdekirin; dêûbav dibin hevkarên fermiyeta dibistanan.

Her Newroz li baxçeyê zarokan, min rengekî ji rengan min cejna Newrozê bi bîr dixist. Îsal jî min efsaneya Newrozê di Kawayê Hesinkar de bist kir, hemû motîfên şidetê dihewînin jê kesixandin û ne tenê li sinifa kurê xwe, lê li hemû sinifan bi awayekî şanoyî bi beşdariya zarokan got. Kêfa zarokan hemûyan hat ji vê yekê re û hemûyan Newroz pîroz kir. Lê tesîra wê herî zêde bi awayekî baş li kurê min û keçeke din a Kurd bû. Ji ber ku min Newroz weke sersala Kurdan û serpêhatiya wê jî weke ya Kurdan vegot. Ji bo herdu zarokên 5 salî ev tecrûbeyeke erênî ya bi ziman, çand û nasnameya wan bi xwe bû.

Ji ber ku keça min dest bi dibistanê kir îsal, min ji dibistana wê jî xwest heman tiştî bikim. Rêveberiya dibistanê got, tenê li sinifa zaroka te tu dikarî, ew jî bi destûra mamosteyê sinifê. Mamoste jî ew du hefte bûn nexweş bû, mamosteyê şûngir jî xwe neda ber biryareke bi vî rengî. Ji ber wî 8 rojekî piştî Newrozê min karî li sinifa keça xwe jî tevî çakûç, hesinê Kawa, taca Dehaq, defa Newrozê, kulîlkên biharê (bi pirranî Nêrgiz min birin) û şekirokan Newrozê li zarokan pîroz bikim. Keçikeke Efrîkayî bû Kawa û sinifa hanê ji zilma min Dehaqî û ji taristanê rizgar kir. Me li defa cejnê xist û şekirok jî bi hev re xwarin.   

Ha li vir tişta nû ji bo min qewimî. Li baxçeyê zarokan, mamoste û rêveberiyê razîbûna xwe îfade dikir, lê li dibistanê tiştekî nû ji bo min çêbû. Zarokan hemûyan li malê ji dêûbavê xwe re behsa vê rojê kiriye, û hemûyan ji bîr nekiriye ku Newroz sersala Kurdan e, wê rojê roj û şev biqasî hev dirêj dibin û ji wê û pê ve ronî ji tariyê bêhtir dibe. Dayika keçeke Tirk telefon kir û got, “mala we ava, kêfa keça min gelekî hat.” Lê ne ew tenê, zarokan hemûyan bi xweşî behsa meselê ji dêûbavên xwe re kiribû. Ango misoger e ku sala bê ji bo sinifê ez ê destûr wergirim û belkî ji bo tevahiya dibistanê jî. Weke dêûbav bikaranîna derfetên heyî û ketina nava wan qelşên hîna heyî yên di nava desthilatdariya dewletê ya li dibistanan ji ber vê bi ya min gelekî girîng e. Zarok beriya her kesî yên me ne, ne yên dewletê.

Yazarın diğer yazıları