Dewleta dîn, bê mejî û dev bi xwîn

Ez dizanim di warê baweriyê de gelek kes dilzîz, bawerhişk û tiştan şaş têdigihîjin. Ez li dijê tu dîn û baweriyê ninim. Ev nivîs jî ne li ser reşkirina dîn û baweriyê ye. Li ser kesên ku dîn wek alaveke polîtîkayê bikartînin û bi navê dîn dikujin e.

Dema kes û hêz bi navê dîn dest datînin ser serkariyan, ango hukumetê, dîn dikin wek mertaleke veşartina xwînxwariyên xwe û bi navê dîn dikujin. Berê xwe wek dezgehê bi fermana xwedê tevdigerin, nîşan didin, mirov nepejirîne jî bi derew û zorê didin pejirandin. Wek pêpilika dudyan dada mirovî di bin piyan de dihinciqînin, li pey jî egeran ji bo kirinên xwe yên hovane diafirînin. Hemû boneyan bikartînin. Di encamê de her tişt dimîne li ser gotinên ji nav lêvên hin kesên bêkêr derdikevin. Dikanin her kesî wek cazû, tewanbar, gunehkar, sebeb û alîkarên xirabiyan û kafir destnîşan bikin, bigirin û wenda bikin.

Hovitiya dewleta Emeviyan bi aliyê her kesî ve tê zanîn, mînaka herî balkêş ya wê wehşetê; kujeriya Kerbelaye ye ku bi navê dîn û xwedê nevî û malbata pêximberên xwe bi hovane kuştibûn. Lê Abasî û dewletên îslam yên din jî di warê cinawiriyê de ji Emeviyan ne kêmtir bûn. Ew ananeya hovitiya wan bê rawestan gihişt van rojan. Di vê roja me de, di kesayetîya Daiş, Al Nasra û komikên din de xwe nîşan dide.

Xiristiyanên katolîk jî di dema êrişên xaçê de her hovitî kirine. Mînak mirov li çarmixê xistin, sotin. Ev hovitiya wan a ku di dawiya sedsala 15 û destpêka sedsala16 an de ya li Ewropê tê zanîn. Hîna jî dema behsa dadgehên Inquisition ên katolîkan tê kirin wehşeta katolîkan tên aqilan. Lew re ew wê demê li tevahiya Ewropayê desthilatdar bûn. Niviskarê alman Peter Prange li pey lêkolîneke zanistî romana bi navê „Die Gottessucherin“ (Xwedêgerê) li ser vê mijara hovitiya serkariya Katolîkan nivisiye.

Saddam, Esad û yên wekî wan jî mîna qiraliyeta Saudî bi navê dîn hovitî meşandin. Halepçe û Enfal berhemên vê cinawiriyê bûn. Vê hovitiya îslamîstan xwe gihand Afganistan û Pakîstanê jî Afganistin di nava xwînê de xeriqand. Di çend mehên Ehvanê Muslimîn li Misirê desthilatdar bû de wehşet derket qata herî bilind.

Ayetullahî berê ku li Îranê werin ser kar, xwe wekî qasidên demokrasiyê firotin. Lê li pey ku li Îranê bingehen xwe baş dan rûniştin. Edî demokrasî, mafê mirovan, mirovbûn, dada welêt ya xirxote jî avêtin ser sergo. Her tişt ma li ser fermana Xomeynî, Hamaney û çend kesên din. Roja ku mirovên bê guneh neyên darvekirin tune.

Dîroka AKP û Erdogan hê ji ya Xomeynî, Osmanî û Inquisietionên katolîkan xirabtir rengê xwe nîşan da. Berê bi rengê demokratan bi piştgiriya lîberal û entelektuelan hat. Kêliya rûnişt berê derdora xwe paqijkirin, mafya avakirin. Ji  Jîtem û xwînxwarên xwe, komên ereb yên xwînxwar û saddamîstan Daîş dan damezirandin. Gav bi gav dîktatorya xwe ya xwînîn dan rûniştin. Piştî li hember, hevkarê xwe Fetullahî bi ser ketin, berê xwe dan artêşê, ew jî girtin bin kontrola xwe û niha di hedefa wan de tenê kurd û mirovên dikanin bifikirin mane. Wekî alman dibêjin. Her tişt jî bi metodên „getürkt“ dikin. Yanê bi sextekarî, dek û dolaban. 

Her çendî di cihanê de îzole ne jî, bi pêlê şeref û anora xwe kirinê, heyî û nirxên Tirkiyê pêşkêşkirinê, bi dest û ling maçîkirinan, bi tehdît û şantajan hewl didin ku xwe cardin bi cihanê bidin pejirandin. Da ku bikanin xwînxwariya xwe di nava bêdengiyê de bidomînin. Wekî bav û kalên xwe ji mij û morana Rojhilata Navîn jî sûd werdigirin. Jixwe gelê Anatolya di xeweke reş de hatibû hîştin, bi çapemeniya xwe ew hê kortir kirine û hewl didin ku li ser pişt û cehaleta wan her cûre hovitiyê pêk bînin. Çeka wan ya hêrî bêbext dîn e, vê bi destên bi dehan tarîqat û diyaneta xwe dixin qada jiyanê û êriş dikin.

Bi gotineke kurt dema dadeke gerdûnî û mirovî nebe, bi navê xwedê were tevgerandin, wîjdan û merhemet tê kuştin. Dad û biryar di nava lêva çend mejîgeniyan de dimîne. Ev 11 500 mamosteyên ji kar hatine avêtin, desteserkirina şaredariyên Kurdistanê jî bi ferman û sîxwiriya hin mejîgeniyên girêdayîyê AKPê pêkhatine. Divê pêşî li vê were girtin. Ji bo vê jî tenê rêyek maye; ew jî şoreş û şoreş e.

Yazarın diğer yazıları