Dewleta Osmanî 1915´an qira Ermenan anî  Xaça Veşartî

Derhênerên belgefilma Xaça Veşartî ku misilmankirina Ermenan vedibêje, got, “A rast tişta ku tê gotin çîroka şerma me ye”.

Derhenêrên belgefilma ‘Sakli Haç’ (Xaça Veşartî) ku çîroka Ermenen li Eglê ya Amedê kirine Misilman dayî ber xwe gotin, divê ev weke rûbirûbûn û berhema lêborînê were dîtin.

Dewleta Osmanî 1915’an qira Ermenan anî, nêzî 1,5 milyon Ermen kuştin û yên ku nekarîn bikujîn jî kirin Misilman. Ev sed sal in ev Ermenên ku kirine Misilman nasname, çand û baweriya xwe vedişêrin. Du derhenêrên ciwan Altan Sancar û Serhat Temel Ermenên li Eglê ya Amedê ku bi darê zorê kirine misilman ji xwe re kirin mijar û belgefilmek hazir kirin.

Ne tenê xaç çand û dîrok jî hatin veşartin

Sancar got rûyê din ê Qirkirina Ermenan heye û domand, “Rûyê din yê qirkirinê ew Ermen bûn ku kirine Misilman. Ew mirovan nekarîn qala xwe bikin û ne jî karîn biaxivin. Me got, heke em bikaribin dengê van mirovan bidin bihîstin ji bo rûbirûbûna bi 1915’an re ew ê bibe gavek.”
Sancar got, “Me navê ‘Xaça Veşartî’ li belgefilmê kir, ne tenê hema ji bo ku em navekî lê bikin. Her wiha me weke veşartina nasname, çand û baweriyê jî şîrove kir. A ku dihate veşartin ne tenê xaç bû, me dît, her wiha dîrok jî bû.’’

Çi bi serê van gelan de hat

Sancar bi domdarî got ew ê xebatên xwe yên ji bo vegotina çîrokên Ermenan bidomînin, diyar kir wan galaya pêşî li Amedê kirine, galaya diduyan jî wê li Stenbolê bikin û piştre li gelek deveran wê were nîşandan û daxwaza wan a mezin ew e ku galayê li Ermenîstanê jî bikin û domand, “Piştî ku ev nîşandan bi dawî bûn her kes di ser înternetê re bi rehetî wê bikaribe li belgefilmê binere. Jixwe armanca me jî ev bû. Em dixwazin her kes temaşe bike û zanibe bê ka li ser van xakan çi bi serê Ermen, Kurd û gelên din hatine. Jixwe wê qonaxa diduyan a xebata me jî hebe. Em ê vê xebatê geştir bikin.”

Me xwest her kes bibîne

Derhêner Serhat Temel jî got, “Em dizanin ku divê em bi rastiyekê bêne rû hev. Lêborîn tiştekî seresere ye. A ku wê me xilas bike û pak bike rûbirûbûna me ya bi kirinên me re ye. Ji zaroktiê ve me baş dizanîbû ku ev tiştekî çawa ye, ew zarok çilo mezin bûne û mirovên ku di belgefilmê de axivîn çi kişandine. Me xwest ku her kes bibîne. Me xwest ev ji bo hemû kesên wir, ku li wir gihane û heta îro bêdeng mane bibe rûbirûnek. Ji bo vê, li Eglê me dest bi xebata xwe kir.”

Hê jî xwedî trawma ne

Temel got li gel ku sedsalek di ser qirkirinê re çûye jî kesên ku di belgefilmê de diaixivin hê jî xwedî travmayê ne û got, “Ên ku em bi wan re axivîn ne nifşên pêşî bûn. Nifşên diduyan û sisiyan bûn ku rasterast qirkirin nedîtine lê li gel vê jî, dema ku mirov li gotinên wan dinêre dibîne bi travmane. Em carinan dibêjin, “A tê gotin çîroka me ye”, a tê gotin şerma me ye.’’ Temel di dewama axaftina xwe de got, “Meseleya me ya esasî ew bû ku ev çîrok werin zanîn. Xebatên me nêzî salekê domandin. Sê mehên vê bi girtina dîmenan derbas bû. Dawiyê berhemeke wiha derkete holê.”

Bi qiyasnefsî beşdarî xebatê bûm

Muzîsyen Sasa Serap jî got gelek caran çîroka belgefilmê xwendiye, guhdar kiriye û got, bi empatî û qiyasnefsiyê, tevlî nav xebatên belgefilmê bûye.

Yazarın diğer yazıları

    None Found