Dewleta Tirk dijminê sereke yê gelên Kurdistanê ye

Komîteya Dîplomasiya Hevbeş a Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî encamnameya civîna xwe ya 19’an eşkere kir.

Civîn li navenda KNK’ê ya li paytexta Belçîka Brukselê bi beşdariya bi dehan endamên partî û rêxistinên Kurdistanî pêk hat.

Di rojeva civînê de êrişên dewleta Tirk li ser Rojava, rewşa li Iraqê û guftûgoyên li ser statuya Başûrê Kurdistanê, rewşa siyasî ya li Îranê û statuya Şengalê hatin guftûgokirin.

Di civînê de gelek biryar hatin girtin û çend ji wan weha ne:

Dewleta Tirk, dijminê sereke yê gelê Kurd e, li seranserê Kurdistanê êrîşan dike û li herêmê serkêşiya dewletên dagîrker dike û li Cihanê hemûyî li dijî gelê Kurd di nava kar û xebatê de ye. Pîştî Cerablûs û Afrînê dewleta Tirk êrişê herêma Cizîrê kir û Grêspî û Serêkaniyê jî dagîrkir û gav bi gav dagîriya xwe zêdetir dike. Ev dagîrî ne tenê li Rojava ye, heman demê de li Xakûrkê ye, li Başîka, li Şingal, li Kerkûkê û li gelek deverên dine jî. Amanca dewleta Tirk, têkbirina hemî deskevtên gelên Kurdistanê ye. Civîn, bang li hemî hêz û dînamîkên Kurdistanê dike ku li hember vê dagîriyê xurttir derkevin, li hindir û li derve dengê xwe bilindtir bikin.

Civîn, helwesta gelê Kurdistanê ya li hember dagîriya dewleta Tirk weke bingeha yekîtiya neteweyî dinirxîne, teybetî boykotkirina kel û pelên Tirkî ya li Başûrê Kurdistanê. 

 ANF/NAVENDA NÛÇEYAN

Yazarın diğer yazıları

    None Found