Dewleta Tirk kîmyewî bi kar aniye

Zanyarê Îranî Abbas Mansûran rapora xwe ya der barê lêkolînên xwe yên li Hesekê de eşkere kir; tê de ew dibêje: Gewdên şewitî yên mirovan eşkere nîşan didin, dewleta Tirk çekên kîmyewî bi kar anîne.

Abbas Mansouran ê zanyarekî bi esil Îranî ye, û li Swêd dimîne, 13´ê Cotmehê bi riza dilê xwe çû Hesekê û li ser sivîlên di şer de gewdeyên wan şewitîbûn lêkolîn kir. Abbas Mansouran di encama lêkolîna xwe de dibêje, “Li Rojava birînên min derman kirin, ne birînên ji rêzê bûn. Pirr eşkere xuya dike, gewdeyên şewitî di encama çekên kîmyewî de wisa şewitîne.”

Abbas Mansouran van tespîtan dike, “Ezmûnên min ên dema şerê navbera Iraq-Îranê yê salên 1980´î hene. Di çarçoveya wan de min bi hêsanî dît ku gewdeyên gelekî şewitî ne asayî ne.”

Fosfora spî û çekên nayên naskirin

Di êrişa dewleta Tirk a li dijî Serîkaniyê, Girê Spî û gundên derdora wan de pirraniya wan jin û zarok bi sedan sivîl bi giranî birîndar bûn, li nexweşxaneyan hatin qebûl kirin. Bi giştî ji birînên bi çekên kîmyewî 30 birîndar jî hatin nexweşxaneya Hesekê. Ev jî bi pirranî jin û zarok bûn. Gewdeyê wan, rû û guhên wan şewitîbûn. Hin deverên din ên gewdeyên wan şewitîbûn. Ji bilî fosfora spî ti tiştekî din nabe sedema şewateke bi vî awayî. Li gorî tecrûbeyên min, artêşa Tirk li herêmên sivîl ên pirranî jin û zarok li wan heyî çekên kîmyewî bi kar anîn. Fosfora spî kincan kun dike û di gewde re diçe, zirarê dide hestiyan û bandoreke kujer a vê şewatê heye. Maddeya fosforê heta neyê pakkirin, bi oksîjenê re temas neke jî dişewitîne. Ev maddeya kîmyewî zirarê dide dil, kezeb û gurçikê. Kesê/a ew hilma wê kişandibe jî, bi qasî bikuje zirarê dide cegerên wê/wî.

Tesbît çeka kîmyewî piştrast dikin

Tesbîtên hatî kirin: Pirraniya qurbaniyan sivîl bûn. Birîndarên min ew dîtin hemûyan diyar kir ku bi balafirên keşfê yên bêmirov li dever û demên cuda bûne hedef. Hinek birîndaran anîn ziman ku çend caran li pey hev bombe hatine avêtin. Birîn kûr bûn, ne wek hev bûn û li deverên cuda bûbûn.

Li gewdeyê birîndaran teniyeke sar hebû. Perçikên bombeyan li ser gewdeyan mîna dilopan birîn çêkiribûn. Hinek birîndaran bi hêsanî nikarîbûn bêhna xwe bidana bistîne. Li ser gewdeyên wan jî tenî û toza reş hebû.

Şewatê gelek şop hiştine

Hin birîndar, bi kêmanî şeş kes, çavên wan gelekî şewitîbûn. Por û birû neşewitîbûn, lê li ser gewdeyên wan şewatê gelekî şop hiştibûn. Şopa partîkulên xerîb tinebû. Li cem pirraniya birîndaran bakteriyên xurt û kujer çêbûn. Hinek birîndar ji mil û lingên xwe bûn. Hinek jî kerr bûn. Li cem pirraniya birîndaran hinek semptom peyda bûn ku li cem kesên pê li mayînên bejahiyê dikin peyda dibin.

Abbas Mansouran kî ye?

Li Îranê li bajarê Şîrazê Epîdemîlojî (beşê nexweşiyên vedigirin) xwend. Sala 1976´an bû pisporê bakteriyan. Di beşa tenduristiya gel de jî bû pispor. Li zanîngeha Stockholmê jî di warê sîstema xweparastina laşê mirov de lêkolîn kirin.

ANHA/HESEKÊ

Yazarın diğer yazıları

    None Found