Dewleta Tirk û PDK li ser şopa DAIŞ’ê…

Piştî komploya li dijî Mam Zekî Şengalî û lidarxistina komkujiyek din li ser xelkê me yê Êzîdî bi zelalî derket holê bê ka sûcdarên Fermana 3 ê Tebaxa 2014 an kê ne û armanca wan çî ye. Derket holê ku yên xwestin koka Kurdan biqelînin û tine bikin dîsa ew bixwe ne yên pîlana terora Mam Zekî dariştin. Nîqaş hene ku fermana bi serê Êzîdiyan hatiye wek jenosîd were pejirandin. Ger ev bibe biryarek divê kesên komkujî pêk anîne û jê re zemîn amade kirine jî di dadgehên navnetewî de bên darizandin.

Kê komkujiya Şengalê pêk anî û çi hedef dikirin? Pirseke ku hêj li bersiva xwe digere. Di nava bajarê Şengalê digerim û pê dihesim ku heta bersiva vê pirsê neyê dîtin, Şengal nikare rabe ser xwe û ava bibe. Ev pirs li benda bersivê ye, di wextekê de ku hêj gelek gorên komî ranebûne û li benda vekirinê ne. Hêj bajar wêran e, di bin xirabeyan de jiyan hatiye kuştin û hêvî nîvco mane. Hêj xelkê me yê Êzîdî tirsa komkujiyek din her roj dijîn. Biryar dane ku Êzîdiyan li ser vê xakê tine bikin. Ji bo wê serî li her rêbazan didin. Ji bo sûcê xwe rewa bikin hinek kesên xwefiroş jî tevlî xwe dikin û wek ku Kurdan li beramber DAIŞê diparêzin yan jî parastine, tevdigerin. Diyar bû ku biryara komkujiya Şengalê di sê goşeya Emerîka, Dewleta Tirk û PDKê de hatiye wergirtin. Yên îro bi awayekî Iraqê sûcdar dikin, dixwazin rastiya xwe ya di pêkanîna fermana 3ê Tebaxê de veşêrin. Dixwazin serê raya giştî tevlîhev bikin û rûyê xwe yê rast veşêrin. Nabe kes bi van propagandayan bixape. Herî zêde dewleta faşîst a Tirk û dûvikê wê PDK divê hesabê komkujiya Şengalê bidin. Her êrîşa li ser Şengalê û xelkê Êzîdî çêdibe raste rast bi fermana wan pêk tê. Qetilkirina Mam Zekî Şengalî jî berdewama fermanê ye û dixwazin armanc û planên DAIŞê bibin serî. Ha di vê navberê de jî diyar bû ka DAIŞ kî ye û kîjan hêzan piştgirî dane DAIŞê. Êdî ez bawerim ew rûyê di bin ala reş a DAIŞê jî derket ronî ye û her kesî dît.

Roja Mam Zekî hat hedefkirin, roja 15ê Tebaxê, roja komkujiya gundê Koço ye. Koço di warê dîrokî de yek ji gundên herî qedîm ê Şengalê ye û xelkê wî gundî di dirêjahiya dîrokê de gelek caran li beramber fermanan li ber xwe dane. Hedefgirtina vî gundî gelekî bi zanebûn bû. Îro ji wî gundî bi qasî tiliyê destan mirov bijmêre, xelk mane. Bi taybet jinên ji Koço hemû di bazaran de hatin firotin. Rastanîna qetilkirina Mam Zekî bi vê rojê re, peyama qirkirina tevahiya Kurdan e. Ev peyama qirkirinê ye û nabe PDK ewçend xeşîm be ku ji vê yekê re serê xwe bihejîne û zêde jî biçe û hevkariyê bike.

Kesên wek Qasim Şeşo û derdora wî radibin di ser halan de cesaret dikin û diaxivin. Sazî û weşanên xelkê me yên Êzîdî hedef digrin ku çima wan sûcdar dikin. Bila derxin arşîva gotinên xwe yên beriya çend mehan ka çi gotine. Qasim Şeşo desteka xwe ya ji dewleta Tirk re eşkere anî ziman û got ez ê her cihê ku PKK li Şengalê lê dimîne, nîşanî wan bikim û hebûna PKKê kir hedef. Navê PKK bi zanebûn bikar tînin ji bo hevkariya xwe ya bi hişmendiya qirkirinê re veşêrin. Heyder Şeşo bi çi rûyî derdikeve û parastina Qasim Şeşo dike? Diyar e, piştî careke din tewanbariya wan eşkere bû, ketine parastina xwe û parastina wan jî êrîşkirin e. Di wextekê ku her tişt zelal e radibin parastina kujeran dikin. Ger ne wisa ne, bila derkevin bixwe biaxivin. Bila kes jî li ser navê Qasim Şeşo neaxive û parastina wî neke. Bila Qasim Şeşo derkeve pêşberî xelkê me yê Êzîdî û bi belgeyan biaxive ku destê wî di vê komkujiyê de nîne. Jixwe kes nabêje bila PDK derbikeve daxuyanî bide ka bê destê wan tê de hebûye yan na. Pêwîstî bi vê yekê nîne, ji ber rastî di holê de ye. Ji tirsa sûcê kiriye, newêribû ji xelkê Êzîdî re bêje serê we jî sax be! Ger destê PDKê tê de neba û raste rast ev komplo bi pêşengiya wê pêk nehata, niha herî kêm sersaxî xwestibû. Dixwazin xelkê bê pêşeng bihêlin, bê rêxistin û bê hêza parastinê bihêlin. Berê wan bidin welatên derve ku di xeta Hewlêr, Stenbol û Berlînê de Kurdên Êzîdî ji qirkirinek din ve derbas bikin. Jixwe Elmanya di bin navê alîkariyê de wek merheleya dawî bi awayekî sistematik Kurdên li ser vê xetê ve hatine derbaskirin, dihelîne û asîmîle dike. Ew dixwazin tiştek bi navê Êzîdayetî û Kurdbûnê nemîne. Bi zanebûn bi van êrîşên xwe li ser Şengalê û dayîna pêş a rewşa şer û mexduriyetê, xaka Şengalê vala bikin. Ji bo wê jî şûrê xwe yê komkujiyê her dem li ber serê Şengalê bilind dikin ku jiyanê tê de bikujin. Ji bo di welatekê de wateya jiyanê nemîne, ewçend pîlanên qirêj datînin. Lê êdî Kurd her jiyanekê li ser vê xakê ji xwe re napejirîne. Mam Zekî di oxira jiyana azad de gihişte şehadetê, kor in yên vê felsefeyê nizanin û ewqasî cahil in. Li ser rêya Xanesor dema mirov bi kilometran dimeşe, wêneyên bi sedan şehîdan hene ku ji bo Êzîdîxan azad bibe,  canê xwe feda kirine. Wek eynika zelal in ew wêne û rastî, bila her kes xwe di wê awêneyê de temaşe bike! Çavê wan her tim rastiyê dibêje, wek Laleşa Nûranî heqîqet in…

Yazarın diğer yazıları