‘Di 100 saliya Sykes Picot de em xaneyên xwe bikin yek’

Di 100. Saliya peymana Sykes Picot de Kurd hêj têkoşîna rakirina sînorên lêkirî di nav xwe de dikin. Sînoran ne tenê mala Kurdan kiriye çend xane, di warê ruhî, fikirî de danîna her kêlek mirinê li ber serê Kurdan Kurd ji hev dûr xist. 100 salin hewl tê dayîn ku Kurdan fêrî vê veqetînê bike. Ji xwe pêvajoya beriya derketina azadiyê ber bi wê ve diçû ku êdî Kurdek ti caran nekeve bîra wê ku rojekî li milê din ê sînor nîvê xaniyê wê bicih maye. Di wextekî ku bi peyaman Sykes Picot re êdî Kurdan bixwe jî bawer kirine ku mirovê wan tenê cîranek wan ê xerîbe, niha Kurd behsa têkbirina vê peyamanê dikin. Xêzkirina sînorên netew- dewletan herî zêde darbeya herî mezin li ruh û bedena pêkhateyên li herêmê û bi taybet li Kurdistnanê da. Lê ya herî girîng ji bo Kurdan ewe ku ger tu bixwe sînorên di mêjî û dilê xwe de ranekî, kes nikare ji te re wan sînoran rakin. Kurd bixwe divê bawer bikin ku sînorên di navbera wan de lêkirî ne û ti wateya wan nemaye. Rakirina sînorên dagirkeran bi qasî rakirina sînorên hundirîn ne zehmete. Ji vê rastiyê bi êş tiştek bi vî rengî nîne ku tu bixwe bawer bikî, parçeyî, ayîdî welatek dagirkerî, hemwelatiyek wê dewletê yî. 

Rastiya sînoran herçend di roja me ya îro de bê wate bûye lê belê dema dagirkeran dîtin ku bixwe nikarin sînorên hişmendiya xwe ya ‘Parçe bike û birêve bibe’ serwer bikin, hewl didin bi aktorên hundirîn projeyên xwe bi ser bixin. Li hemû parçeyên Kurdistanê lê belê herî zêde li Başûrê Kurdistanê, Kurd li hember hebûna cîranek xwe yê bi navê Kurd bê xem hatiye hiştin. Ne tenê li hember parçeyên din, wek mînak hêjî li Başûr di navbera du herêmên Soran û Behdînan de cudahiyek mezin heye. Herêma kes û zer heye. Îja bila her jixwe re behsa Kurdistanek serbixwe bikin di wextekî ku hêj xelkê herêma kesk ji rengê zer û xelkê herêma zer jî ji rengê kes acizin. Tiştek wisa mirov heta bi çavê xwe nebîne, bawer nake ku ewçend cudahî û veqetîn çêbûye. Yan jî ez gelek kesan li Silêmaniyê nas dikim, qet neçûne Hewlêrê yan jî qet nexwestine biçine wir. Berovajî gelek kes hene li Behdînan nikarin xwe li Silêmaniyê û derdora wê îfade bikin. Bi çavek biçûk li wan tê temaşekirin. Gelek caran dema mirov pirsyara parçeyên din ên Kurdistanê dike, wek mînak Bakûr, Rojhilat yan jî Rojava, gelek kes nizanin. Heta tu navê welatên wek Tirkiye, Îran û Sûriyê neynî. Yan jî Kurdek li Silêmaniyê dema kesek bi zaravayê wê jî neaxive, dikare bêje ‘Tu ne Kurdî’. Armanca min ji danînîna van mînakan ewe ku em pê bihesin ka çawa Kurdistanê di warê ruhî de xwe ji xwe biriye. Bê guman li parçeyên din ên Kurdistanê jî rewş bi vî rengî ye.

Di 100. Saliya peyamana Sykes Picot de wê hemû Kurdên li Başûr û Rojava biherikin ber deriyê Sêmalka. Di roja 16’ê Gulanê de wê Kurd du parçeyên Kurdistanê bigihênin hevdu. Herçend li hember vê yekê gelek astengî û berbest hene lê jixwe ger têkoşîna çend salan neba niha îro me behsa valaderketina peymana Sykes Picot nedikir. Ji bo cara yekê wê du parçeyên Kurdistanê bigihêştina hevdu, lê wer xuya dike ku hêj hinek kes bi taybet PDK bi dagirkeran re sond xwariye ku heta hetayî nehêle ti parçeyek Kurdistanê negihêjin hev. Jixwe helwesta partiyên din ên Başûr herçend hinekî erênî ye, lê belê hişmendiya ku eman bila mulkê min, para min, herêma min û mala min neçe, nahêle ku sînorên heyî rabin. Li ser sînorê Şengal û Rojavayê Kurdistanê ji bo cara yekê du parçeyên Kurdistanê gihiştin hevdu. Lê belê PDK ji bo ku wir bigire û parçe bike her tiştî dike. Di 100. Saliya vê karesatê de em hemû xaneyên xwe bikin yek û deriyê xwe ji hevdu re vekin. 

Yazarın diğer yazıları