Di çareseriyê de Bakur esas e

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bû mêvanê bernameya taybet a Stêrk TV û bersiv da pirsên rojnamevan Ciwan Tûnç.

Di beşa duyemîn a vê hevpeyvînê de Bayik qala Şoreşa Rojava dike ka çawa di qada navneteweyî de piştgiriya wê heye û dibêje; Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd nabe ku em beşekî esas bibînin, divê tevahiya Kurdistanê û demokratîkbûna Rojhilata Navîn esas bibînin. Rastiyek heye û li holê ye. Çi ye ev rastî? Di çareseriya pirsgirêka Kurd de Bakur esas e. Heta ku li Bakur pirsgirêk neyê çareserkirin li parçeyên din çareserî nabe. Her kesî ev yek hem li Rojava hem jî di dema referandûma Başûr de dît. Ji ber ku yê ku dijminatiya herî mezin li Kurdan dike, yê ku dixwaze Kurdan tine bike Tirkiye ye. Eger ev rastî ji aliyê her kesî ve baş neyê fêhmkirin, eger her kes li dij Tirkiyeyê tevnegere, eger piştevaniya têkoşîna li Bakur neyê kirin wê li parçeyên din encam neyê wergirtin. Divê Kurd li ser vî esasî têkoşin.

Di têkoşînê de yekîtî esas e

Mijara girîng jî ew e ku divê Kurd yekîtiya neteweyî ji bo xwe esas werbigirin. Eger yekîtiya neteweyî esas wernegirin hingî pirsgirêka Kurd nikarin çareser bikin. Niha şerê sêyemîn ê dinyayê diqewime. Hem metirsiyên mezin hene, hem jî ji bo serketinê derfetên mezin hene. Eger Kurd dixwazin encamê werbigirin hingî divê yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bînin. Bingeha vê yekê heye. Niha gelê me yê li parçeyan hemûyan û yên li derveyî welat dixwazin yekîtiya neteweyî pêk were. Rewşenbîr, hunermend, nivîskarên Kurd vê yekê dixwazin. Divê partiyên siyasî jî vê daxwazê bibînin û pêk bînin. Partî ji bo pêkanîna daxwazên gel têdikoşin, hebûna xwe ji ber vê yekê ye.

Xelkê Başûr silav dikim

Ji bo Başûr jî dixwazin hin tiştan bêjim. Gelê me yê Başûr ji bo Rojava rola dikeve ser milê xwe pêk anî. Ez wan silav dikim. Ciwan çûn û tevlî berxwedana li Rojava bûn, şehîd jî bûn. Gelê me yê Başûr bi nekirîna malên Tirk dest bi kampanyayeke boykotê kir, her wiha xwest ku kongreya Kurdan kom bibe. Yanî li ber dagirkerî û komkujiyên dewleta Tirk radibe. Serhidlan yek ji taybetmendiyên gelê me yê Başûr e. Ji serhildanê re amade ne û carna vê yekê dikin jî. Lê belê divê hîn bêhtir xurt bikin. Di mijara yekîtiya neteweyî de divê bi roleke mezintir rabin.

ANF/BEHDÎNAN

Yazarın diğer yazıları

    None Found