Di çîrok û dîrokê de heqîqet

Çîrok û dîrok du peyv in ku di warê fonolojiyê de gelekî dişibin hev, bi ser de jî di warê maneyê de jî elaqedarî ev in. Lê yek îşaret bi fiksiyon û xeyalê dike ya din jî qaşo îşaret bi rastî û heqîqeteke rabihurî dike. Mirov dikare bi alegoriyeke besît îdîa bike ku ev şibiyana bi hev esas îşaret bi têkiliya di navbera xeyal û heqîqetê de dike.

Ango îfadeya wê yekê ku di xeyalê de rastî û di rastiyê de jî xeyal heye.

Di asta zanista sosyolojiyê de roja me ya îro nexasim jî piştî ew hizra ku fîlozofên Fransî Foucault û Derida di sedsala bîstan de li teoriya sosyolojiyê zêde kir, em pê baş dizanin ku mane û rastî di pêvajoyên civakî de tên hilberîn, manebarkirina gotinan û tiştan ji têgihiştina giştî ya civakî ne qut in; bi gotineke pêvajoyên ji wan re pêvajoyên dîskursîv (bi gotaran ve elaqedar) tên gotin, bi gelek kirdeyên cihê tesîrê li afirandina maneyan dikin. 

Heger wisa ye, naxwe jixwe, di her heqîqetê de xeyal û di her xeyalê de jî heqîqet heye. Rastiyên mutleq wê demê nabe ku bibe mijareke lêgerîna zanisteke cidî, heta ku em isbat nekin ku ev hizra me ya beriya niha pûç e.

Ji ber wê yekê gelek caran em dibînin ku hin komên dînî, etnîk, neteweyî û wekî din dema li rewabûna hebûn û xwebûna xwe digerin, di heman demê de li pey dîrokeke bi rastî qewimî ne. Dema ez li vir behsa bi rastî qewimî dikim, qerfeke eşkere di vê gotina min de heye. Lewma dîrok bi bîr û vegotinê re elaqedar e û ji ber vê yekê bi temamî subjektîf e û mirov esas nikare li rastiyeke mutleq di navê de bigere.

Hingê mîtên damezrîner ên van koman ne mecbûre xwe bisipêrin çavkaniyên dîrokî jî, lewma jixwe mît in; lê mirov dikare ji bo dîrokeke neteweyî jî heman tiştî bibêje, ew jî biqasî mîta neteweyî dikare xeyalî be. Ji nav û deman heta bi bûyeran hemû dikarin fîktîf bin. Ji ber wê jî gotarên li ser rewabûna xwe disipêre "Ji berê ve hebûn, dewamkirina li ser mekanekî diyar" ne ji wan gotaran in ku dikarin di warê zanistî de cîdî bên hesibandin. Ew gotar bi armanca tesîrên civakî ku li gorî armanceke kirdeyekî yan jî gelek kirdeyên siyasî karîger e, tên afirandin û belavkirin. Bi tesîra xwe hene, ne ku bi tiştekî din. Li vir minaqeşeya li ser rastiya hebûna wan çiqasî pûç be, hewildana îsbata rastîbûna wan a mutleq jî pûç e.

Li cem gelek komên dînî, etnîk û neteweyî, heta eşîrî belav e ku gelek bûyerên dîrokî hatine çêkirin, ango bi temamî xeyalî ne. Yan jî hin kesayetên dîrokî li hin bûyeran hatine zêdekirin ku ne mumkin e hatibin cem hev. Yan jî hin mekan û kesayetên dîrokî yên ku nabe bên gel hev tên gel hev. Ev pratîkên afirandin û rewakirina nasnameyan xwedî tesîr in, û bi tesîra xwe hene û rastî ne. Lê ew ne rastiyên mutleq ên dîrokî ne. 

Bi ya min mirov dikare gotarên alternatîf biafirîne ku rewabûna nasnameyekê disipêrin dîrokeke kevnar yan jî hin bûyerên gelekî trajîk ên dîrokî; gotareke li ser rewabûna hebûnê û xwebûnê bi hebûna wê kêliyê, li ser gotareke heq û heqîqeta insanî û civakî, wê tesîra gotara din hem di warê civakî de karibe kêm bike û hem jî bikaranîna wê ji bo danederên siyasî yîn mîna nijadperestî, xweçêtirdîtin û şovenîzmê jî kêm bike. Wekheviya heqê hebûn û xwebûnê, dibe ku karibe bibe destpêka têgihiştina heqîqeteke bikêrhatîtir ji bo civakan.     

Yazarın diğer yazıları