Di navbera devkî û nivîskî de mane û hostetî

Di îfadeyê de xurtî ne di pirrbûna gotinan de lûsiye. Bileks, hêlîna xurtiyê di resma wan de ye. Resma ku gotin di dil û mejî de çêdikin. Jixwe, mane ne bi navê gotinê heye, yan jî em xwe nêzîktirî heqîqetê bikin û bibêjin, “mane” ne bi navê gotinê hene. Gotin, yek koma dengan a bi serê xwe ku bi awaira seresere “maneyeke” wê heye û gava ku mirov berê xwe didiyê gelek maneyên wê hene. Mane nayên jimarê, xwe bi benê ji bo ristina moriyan jî nagirin. Mane rewan in, mane zindî ne, mane çêdibin û dimirin. Lê tiştek heye naguhere, gotin yek be jî, mane her gelek in.

Yanî ker (weke heywana barhilgir) gotineke, weke cure ji navdêran e. Gava ez peyvê bi serê xwe û tenê bi lêv bikim jî, muhtemel e ku ji heywanabarhilgir pê ve maneyek neyê bîra kesê bihîstî. Lê di peywendên cihê de, maneyên cihê yên ku di nava civakekê de û carinan di nava axêverên yek zimanî de tên muzakerekirin û her diberidin, dikarin her kêlî xwe bidin der.

Mesela, ez tenê lêkera bûnê (weke kopul) lê peyvê zêde bikim, mane zêde dibin:

Ker e! Yanî “ew heywana barhilgir e”. Ma tenê ev e? Belkî jî ji mirovekî re hatiye gotin! Ma hingê jî em behsa heywana barhilgir dikin? Helbet na, hingê em maneyeke din jî li kerê bar dikin û ew navdêr xisletekê îfade dike ku maneya wê civakî hatiye diyarkirin. Em dikarin peyva kerê, weke sifet weke henek weke heqaret di gelek peywendan de bi cih bikin û her carê wê mane yeke din be. Yanî tişt ne bi navê xwe, bi maneyên em wan muzakere dikin, manedar dibin û gotinên wan îfade jî dikin, bi van maneyan bi gewde dibin. Ha ji ber wê ye ku wêje bi ya min hunerê reşandina maneyan e li ser sifreya gotinan. Di Kurmanciyê de hoste hîna jî li meydanekê ne ku ne ya nivîsê ye. Li wê meydanê, mane, hîs, çîrok, serpêhatî, kes, zeman di nava qaydeyên gerdûnîtir ên civakî de tên hûnandin, hîna ferd bi tena serê xwe û heta tecrîdkirî xwe nedaye der. Ev di wêjeya Kurdî bi dirûvê pexşan û helbestê de hîna jî yek ji meseleyên herî cidî ye. Lê li cem hosteyên meydana gotinên xwerû, gotinên devkî ev ne mesele ye, li wir mesele hunerê wan û civaka wan a guhdêr û temaşevanan e. Ji ber wê Miradê Kinê gava qîr dike strana Îsraîla Mamedê Axê, xwe li sînorên maneyên bi qeydên nivîsê danî, naawiqîne. Ji hewa bayê çiya, heta bi nexweşê kansêrê, her tişt, ji bo terîfkirina bedewî û eşqê dibe halêtek:

Lêlê Îsraîlê, hewa bayê serê çiya li dêlegura û gura hayê,

Ax hey lêlê, ax heylê lêlê …, heylêlê

Hewa bayê serê çiyan û geliya vê êvarê li dêlegura û gura

Xizêm mi dî, di pozê Îsraîla Mamedê Axê de ya

Weke çerx û felekê mala xwedê neşewitî li ser aniya hedidî, pozê çelengî çiqas bilez lûsî binê wan çadira

Heft xwezîka mi nedîba, yeke weka Îsraîla Mamedê Axa xwişka heft bira, dotmama 12 pismama ye, hûylê

Yê karibê vê zilmê, divê nexweşê 15 sala bê, divê sofî bê ewliya bê, û êşa kanserê û derdê kolera weriyê, lêlê

Dîsanê çeng, perr û baziyê wî çêbin, weke teyrekî ji wa teyrê bazî li hêla ezmana

Ecêba mi nayê ji wê ecebê, ez aşiqa çav reşê, bi wê dem gulî, awir şewatê    

Lêlî belê, çawa ew ê ji eşqa bi ezman ve nafira weylê, heylêlê

Bila weke gotineke dawiyê be; maneyên wêjeyî heger bi qasî yên hosteyên gotina Kurmanciyê yên ji meydana gotina devkî hevgirtî û bi civaka xwe re kelijî bin, dikarin li ser kaxezê jî hostetiyê bi ser bixin.    

Yazarın diğer yazıları