Di navbera du şeran de gotara li ser (Ehmedê) Mitirb

Hêza gotarê nexasim jî di guherandina statuyên civakî de, vê hefteyê jî wê mijara vê quncikê be. Hefteya bihurî min xwe li wê yekê ceriband ku behsa gotarê bikim û bibêjim çawa bi hebûna xwe û bi belavbûna xwe bixwe gotar dest bi guherandina maneyan dike. Ev jî di peywenda karakterên nû yên di şerên naskirî yên li Torê û derdora wê min kir û ez ji vir dewam dikim.

Ev karakterên nû di perforansên şeran de mitirb in. Di variyantên Cembelî (kurê) Mîrê Hekariyan ên Bedrano (ê Mala Alê) û Reşîdo (ê Mala Mûsa) de em rasta karakterê Ehmedê mitirb tên ku di van variyantan de êdî protagonîstek e. Li vir bila di bîra me de be ku performansa Cembelî weke ji devereke derveyî Torê be hatiye gotin û wisa jî di nav xelkê de qebûl e. Herçî performanseke din e ku dîsa Bedrano û Reşîdo dibêjin, ya bi navê Kalo û Hemê Zerê li deverên dûr biqewime jî, ya repertuwara Torê ye. Di vê performansa vî şerî de tişta nû ew e ku destpêka bûyeran ku piştre wê hêja bin ku li ser wan şerek bê gotin, bi performansa mitirban dest pê dike. Mitirbên ku li cem mezinên eşîran li bin konan performansê xwe pêşkêş dikin, ji mezinên eşîran qedr û qîmeta lazim dibînin. Yanî ev peyamek e ji bo wan kesan ku guh didin performansên mitirban, ew divê mitirban bi xelatan razî bikin. Li aliyê malê ji jinan re jî performansa xwe pêşkêş dikin û doza xelatan dikin. Ji ber ku xelata aliyê malê ya aliyekî ne bi dilê wan e, ew fitnê dikin û bûyerên ku heta bi şerê mezin ê êşîran diçe, dest pê dike. Yanî di destpêkirina bûyeran de mitirb bi dewra motor radibin.

Em di şerê Kalo û Hemê Zerê pêşniyazeke gotarî dibînin; mitirb li derveyî rola xwe ya ji rêûresmê qebûlkirî, dikarin di bûyerên girîng û diyarker ên eşîrî de bi dewreke muhim rabin. Yanî ji bilî reşkirin û xweşkirina navên kesan, ew dikarin tesîreke yekser jî bikin li bûyeran. Ev destpêkeke ji bo gotareke nû li ser mitirban. Herçî di herdu variyantên Cembelî de ye, em dibînin ku ev rol bêhtir bi gewde dibe; navê wî heye, ew Ehmedê Mitirb e. Cihekî wî yê diyar heye; ew mitirbê Cembelî Kurê Mîrê Hekaryan e. Hespê wî, şûrê wî û mertalê wî heye ji bilî kemaçe û şivika kemaçê. Ew bi qasî şêwirmendekî maqûl e, biqasî şervanekî siwarî mêrxas e, di teradê de dikare zarokên eşîran têk bibe.

Ev tiştên hanê ên li jor, helbet pêşniyazek in ji bo minaqeşeyê. Bi îhtîmam, rola ji rêûresmê ya mitirban bi gotinên, “malûm e, herçî mêrikê mitirb e…” tên bibîrxistin di nava performansan de. Lê ne li Torê be jî, li Hekaryan mitirbê mîrekî dikare hebe û çi xeyalî û çi jî rastî, ew mitirb dikare mêrekî eşîrê be bi van xisletên li jor me ji nava perforansan wergirtî. Bi vê jî mirov dikare bi rêya gotarê, hizrê û têgihanê hêdî hêdî biguhere. Ji bilî mitirbê ku civak ji rêûresmê nas dike, di performansên şer de êdî mitirbekî din jî nas dike. Di performansa Kalo û Hemê Zerê mitirbê ku dikare tesîrê li bûyeran bike, di performansa Cembelî de mitirbê ku mêrxasek e ji bo eşîrê, dilsozê mîrê xwe ye û bi qasî mîr, protagonîstî vî şerî bi xwe ye.

Gelekî muhtemel e, heger Tevgera Rizgariya Kurdistanê berê gotarên elaqedar bi temamî neguheranda, di gelek şer û performansên din de jî ev rola hanê bihata pêşniyazkirin û bi belavbûna gotarê re jî, hem dewr û hem jî statuta civakî ya mitirban ber bi başiyê ve biguheriya. Ev hîpoteza hanê, ji ber meyleke din, kete ber ba û pêlên gotareke bi tevahî cihê lê bi dewreke diçibe ya van gotarên li jor. Ev gotarên li jor pêşniyazî mirovan dikin ku mitirbekî bi temamî cihê û nû xeyal bikin, yanî mitirbekî alternatîf tê pêşniyazkirin. Di gotara neteweyî ya heyî de em dibînin ku ji ber xisleta neerênî û di warê statuya civakî ya piçûkker de, binavkirina mitirb bi temamî ji holê tê rakirin û li şûna wê peyvên dengbêj, hunermend (ê gelê Kurd) tên bicihkirin ku bi pirranî nexasim jî li Ewrûpa hîna di tegihîna di mitirb de bi temamî neguhertibe jî, bi nifşên nû re rê li ber vekiriye.

Yazarın diğer yazıları