Di sê nifşên helbesta Kurdî de gotara çiya

Taybetiya nifşê Hawarê ew e ku aktor û şahidên serhildanên berî û piştî nîveka sedsala 20’an in. Osman Sebrî yê ku digot ”Kurd in em şêrên çiyan in’’ di kovara Hawarê de jî kesekî aktîv bû.

 Li gel Fêrîkê Ûsiv hebûna çiya bi serê xwe dibe coş û peroşa hestên wî, mirov dikare bibêje bona Fêrîk çiya ne eydê qewmekî ye, “non-ethnic” e. Ji helbestên epîk bêhtir bi helbestên pastoral ‘tebyethiz’iya xwe dide kifşê.

Îbrahîm BULAK

Di helbestên klasîk ên Kurdî de ‘çiya’ ne bi konteks û wateya neteweyî xwe dide der, bêhtir di konsteksta efsane û çîrokên dînî de derdikeve pêşmerî me wekî “Kohê Qaf”, “Kohê Tûr”. Her wiha di destpêka helbesta nûjen a Kurdî de jî ku ew jî teqabulî destpêka sedsala 20´an dike, hingî jî ‘çiya’ di teswîrkirina welêt de parçeyeki jê ye, zêde rola wî tine. Paşê, pêde pêde bi çêbûna hizra neteweyî Kurd jî wekî her miletekî din dawa heqê xwe yê neteweyî dikin, ew dawkirina Kurdan jî dibe şerê bi dewletên dagirker re. Hin ji wan li deşt û nav bajaran hin ji wan jî li çiyayan diqewimin. Her wiha piştî têkçûna van şeran çiya dibin şahidê komkujiyên mezin jî. Ji ber vê yekê heta dewra 1960´an jî çiyayên Kurdistanê bêhtir êş û kuştin dianîn bîra Kurdan. Lê li Başûrê Kurdistanê piştî bipêşketina Şoreşa Îlonê, paşê jî li Bakurê Kurdistanê bi teqîna guleya 15´ê Tebaxê re jî êdî çiya ji nû ve dibin meydanên liberxwedanê. Ji vê demê û şûn ve, êdî ew meydana liberxwedanê xwe bi şiklekî di helbestên Kurdî de jî dide der. Dixwazim di vê nivîsê de behs bikim bê ka di helbesta Kurmancî ya sê nifşan de çawa û bi çi şiklî qala çiya hatiye kirin. Em ê bibînin ku şairên van her sê nifşan; Hawar, Riya Teze û Tîrêj digel ku li zeman û mekanên cuda bûne jî boçûn û qîmeta li çiyan çawa nêzî hev bûne. Ew ê jî şanî me bide ku çiya di çêbûn û kemilîna neteweperweriya Kurdî de bi dewr û roleke diyarker rabûye. Her wiha ew helbestên hanê ku hinek ji wan digel ku ji hest û fikra takekesî peyde bûbin jî pirranî hestên komelî û diyarkirina xemeke kolektîf e ku xwe bi kirasê ‘çiya’ nîşan dane.       

Nifşê Hawarê û çiya

Kovara Hawar sala 1932’yan li Şamê dest bi weşana xwe kir, ji kovareke wêdetir bû xwendingeha Kurmancî û pê re jî navenda rewşenbiriya Kurdî. Taybetiya nifşê Hawarê ew e ku aktor û şahidên serhildanên berî û piştî nîveka sedsala 20’an in. Osman Sebrî yê ku digot ”Kurd in em şêrên çiyan in’’ di kovara Hawarê de jî kesekî aktîv bû. Di nivîsa xwe ya ‘Agirî’ de wiha bang li çiyê dikir: ”Çiyayo bizan, şerê xesala miletekî heye ko bisekine lê ew beriya xelasiya wî miletî naqede, dom dike… Pêş de diçe”    

Çiya her çiqas bêdeng be jî hêviya wan heye ku rojekê dîsa dengê xwe li her derê belav bike. Cegerxwîn yeqîn dike ku helbet rojekê çiya ji bo ve wê geş bibe:

”Bîna barûdê

Kete pozê min

Dixwazim hawîr

Biteqim ji bin

Dîsa wek mêra bikevin çiya’’

Jixwe piştî çend salan Qedrî Can mizginiya şiyarbûna çiyê dide:

” Dîsa li ser çiyan

Dîsa li nav meydan

Deng dike,

Ceng dike,

Berzanî… Berzanî….’’

Riya Teze û çiya

Di nifşê ewil ê Riya Teze de çiya bêhtir bi bedewbûn û ezameta xwe ya şirûştî xwe di helbestê de dida der. Emînê Evdalê yek ji şairên vî nifşî ye ku di helbestên wî de çiya hê politîze nebûye:

”Binhêr li çyaê Elegezê,

Çiqas rindin xişikêd wê.’’

Lê belê şairên nifşê duyem bi pirranî salên 60’î rahiştine qelemên xwe û hingî Şoreşa Îlonê jî li Başûr dest pê kiribû. Di helbestên Mîkaêlê Reşîd, Fêrîkê Ûsiv û Şikoyê Hesen de em ê bi meselê dakevin.

Li cem Mîkaêlê Reşîd çiyayên Kurdistanê ji bo Kurdan sitar in, bi kubariya xwe jî tekane ne:

“Û ç’yaê bilind boy min sitarin

Boy min mertalin pêşberî neyar,

Kuda jî herin, dinê bigerin,

Tu cîya nabînin ç’yaê ha kubar.”

Dilê xwe jî daniye van çiyayan:

“Dilêm wire, li wan ç’ya,

Li wan cya,

Kîderê ku zeng û zinar

Bona kurda bûne sitar,”

Çiya parçeyekî nasnameya Kurdan e jî; herçî bixwaze Kurdan nas bike jî çiya rênîşander e:

”Tu zanî em kêne?

Em li ç’yê dimînin,

Nêzikî xudêne.’’

Her wiha Kurd hingî êşiyane û karesat jî ditine, encax ezamet û mezinahiya çiyayan dikare van terîf bike:

”Ji kul û derdê me

Nava dewr û qurna

Ev ç’ya xuliqîne.’’

Çiya cangoriyên welêt jî hewandiye di sînga xwe de, wan jî ji bîr nake:

“Ez dixwezim li wan ç’ya,

Li wan cya

Rokê rabim û bigerim,

Kîderê ku xûn bû, mirin,

Û ramûsim mezelê wan,”

Çiya wekî şahidê dem û dewrana xwe jî dizane:

“Û herkê rokê ç’ya gişk xeberdin,

Wê caba gelek pirsê me bidin,”   

‘Tebyethiz’î û dilketina Fêrîk

Li gel Fêrîkê Ûsiv hebûna çiya bi serê xwe dibe coş û peroşa hestên wî, mirov dikare bibêje bona Fêrîk çiya ne eydê qewmekî ye, “non-ethnic” e. Ji helbestên epîk bêhtir bi helbestên pastoral ‘tebyethiz’iya xwe dide kifşê. Ewqas ji çiyê hez dike, bengiyê wî ye jê têr nabe:

“Dîsa-dîsa we têr nebûm, çiyano

Dîndara we zivêr nebûm, çiyano,”

Carna vî dike dewsa dê jî:

“Hûn dê bûbe, hûn dê bûne, ez-dergûş,

Li hafê we firîme wek qereqûş,”

Gava dibe payîz jî melûl dibe, jê dipirse:

“Çiyano, bêjin, ka nexşê we?

War-mikanê we kuda çûn?

Ax ez digirîm bo rewşê we,

Rewş-rihanê we kuda çûn?”

Lê li gel melûliya xwe hêviya xwe ji biharê nabire:

“Emê şîn bin, şên bin car din,

Bixemilin sal û zeman,”

Gava dibêje “Pampa min” jî çiyayên Dibûrdax, Qemerdax, Elegez, Hevtêmanat ji bîr nake:

“Pamp mîna bûka, bûka xeml lê bend,

Dorê çiyayêd me girtine govend”

“Deşt û dûz” zêde bala wî nakişîne, herçî xwe xwedan bi deşt û dûzan dibînin ji wan re jî çend gotinên wî hene:

“Bira deştê we li we bimbarek bin,

Xweyê deşt-dûza,

Bira çiyayêd me li me bimbarek bin,

Me tebiyethiza.”

Fena ku wî pirsa wekî “ka çi kerametên van çiyayan hene tu li ser wan dinivisî” bibihîze, bersiva pirsê dide:

“Lê helbet me jî kar û keremek

Van çiyada dîtiye”

Lê xuya ye, ditîna çiyayên Kurdistanê jî ji xwe re kiriye derd û hesret :

“Min seyr kira serê çiyayê Sîpan-Xelat,

Min seh kira fûre-fûra çemê Ferat,

Min pê danya ser topraxa kulî tebyet..”

Belkî xwe bi çiyayên xwe dewlementirî kesê dinyayê jî dihesiband:

“Ezî dewletîme bê hed, bê hesab, bê çap û qeder,/

Xezîna min heye çelkirî serê çiyayê Qemer,”

Şikoyê Hesen jî Kurd wekî qewmekî çiyayî dizane û dibêje:

”Û ez bîr nakim eslê xweî çiyayî,

Tim mînanî çiya ez zor im, kubar’’

Kovara Tîrêj û çiya

Kovara Tîrêj di navbera salên 1979 û 1981’ê de tevî ku çar hejmarên wê tenê ronayî dîtine jî yek ji wan li Ewrûpayê çap bûbû, di helbesta Kurmancî û Kirmanckî de bû rengekî modern û neteweyî.   

Di nav helbestvanê nifşê Tîrêjê de belkî herî zêde Arjen Arî “çiya” wekî “bîra neteweyî” bi kar anîye, çiya di heman demê de bûye bîr jî. Ew bîra hanê jî li gel wî digel ku têkçûn û şikestinên kambax jî ditîne, “rûspî ne“:

“Di qada şer de pişta me negihişt erdê.

Te şahid bivê, va Herekol.

Miradkar, bi bext û ol

Va Cûdî

û va ye ev ax!”

Tu carî jî betal nemaye:

“Kîj wextî bêleheng ma?

Kî gavê bêkêr?”   

Jixwe, nasnameya xwe jî ji çiyayan çêkiriye loma jî dibêje “ez Çiyayî Me” û pêwendiya xwe ya xurt a bi çiyan re jî wiha raberî me:

“Dema ku dinivîsim

bêhemdê min

çiya û dîmenên çiyê

têne ber çavê min..”

Yek ji şairên nifşê Tîrêj Mem Ronga jî qîmeteke mezin dida çiyayan û sedema xwe bi çend malikan wiha rave dike:

”min parastin ji mirinê

ragihandin îro

ev çiyayên ferzane

ev zinarên jîrik

çewa hiznekim ji wan

bi qasî ku hizdikim

ji azadiyê

ji axê’’

Êdî çav û guhê Kurdan li çiya û zindanan bû, Rojen Barnas wek şahid na, wek rola çêkera tarîxa Kurdan jî dide wan:

”Bi mêrxasî destana xwe dihonin

Çi li zindanê, çi li serê çiyê’.’

Yek ji şairên vî nifşî Berken Bereh jî nav rûpelên kovara Tîrêjê bajar û kolan bi îmajeke ne baş û wekî mekana tolaziyê terîf dike, û her wiha ji bo jiyaneke nû jî çiya hêvî ye:

”bi şev bi roj

em evînek bihonin

evînek nû û mestir…

Lew

niha stran me dibêjin

stran li çiya.’’      

Li şûna encamê

Di helbesta nû ya Kurdî de ji bo xurtkirina hest û fikrên neteweyî teswîrkirina dîmenê welêt bêhtir nasyonalîzekirinê vê xwe dide der, êdî çiyayên vê jî ne çiyayek dera hanê ye, çiyayê Kurdan e, û rengê xwezeya vê jî fena rengên ala wê ye û xwedî nasnameyek e. Çawa me di sê ekol û nifşên cuda yên Kurmancî de dît, piştî bipêşketine fikra neteweyî û şerê bi dewletên serdest re helbestvanên Kurd ji bo çiyayên Kurdisranê tenê bi motîfeke teswîrkirinê qîma xwe nayînin û êdî çiya dibe aktoreke berbiçav. Çawa di dewra Hawarê de çiya bi şahidiyên xwe wekî aktorekê ye, di dewra Riya Teze û Tîrêjê de jî êdî aktoreke diyarker û zindî ye. Piştî van her sê nifş û ekolên helbestvanên Kurdî, çi li welêt çi li diyasporayê, çi klasîk çi modern şairan di helbestên xwe de cih da çiyayên Kurdistanê.    

             

Çavkanî:

Nerît û Helbest- Nerîta Neteweyî Di helbesta Nû ya Kurdî de (1880-1970), Zülküf Ergün, weşanxaneya Nûbihar, 2017

Payîz û Ba- Şi’rên Bijarte, Şikoyê Hesen, weşanxaneya Avesta, 2008

We’de-Pencere-Mitale, Mîkaêlê Reşîd, Weşanên Belkî,2019

Rêdame, Mîkaêlê Reşîd, Neşireta ”Sovêtakan Grog”, Êrêvan-1985

Hemû Berhemên Wî, Qedrî Can, weşanên Belkî, 2009

Pampa min-Berhemên bona zarokan, Fêrîkê Ûsiv, weşanxaneya Lîmûş, Êrêvan-2009

Dîvan, Melayê Cizîrî, Transkrîb û wergera Kurdî bo Tirkî: İlhami Sidar, weşanên Ayrıntı, 2018

Bijare, Fêrîkê Ûsiv, weşanxaneya Lêgal Pîyûs, Êrêvan.2010,

Destê min li destê te digere, Mem Ronga, weşanxaneya Mezopotamya, 1995

Kîme ez-Dîwana III, Cigerxwîn, 1973

Şiêran û Poêman, Emînê Evdal, weşanxaneya Belkî, 2015

Milkê Evînê, Rojen Barnas, weşanên Nûdem, 1995

Kovara Tîrêj, Hejmar 2, 1980   

Kovara Hawar, Hejmar 36, 1941

http://helbestakurdi.com

Yazarın diğer yazıları

    None Found