Di zimên de cihê helbest û pexşanê çi ye?

Şêweyê nivîsa pexşanê ne mîna form yan jî şêweyê helbestê û helbestnivîsê ye.

Ji ber ku helbest û pexşan du rengên ji hev cihê ne. Heger em baş bala xwe bidin helbest û pexşanê û hûr û kûr lê bikole, em ê fêr bibin ku helbest û pexşan zimanekî nû diafirînin û di heman têgehê de peyvên nû li zimanê pexşanê zêde dike.

Lê pirr girîng e car caran bikaranîna kêm hevokan û hilbijartina peyvan ta ku nasnameya yê helbestvan di wê helbestê de diyar bibe, bikaranîna peyvên bijartî û avakirina hevokên têr wate pêwîst e.

Paul Eluard (1895-1952) li ser mijarê gotiye, “Ji bo helbestê pêwistiya helbestvanan bi kêm hevokan heye, lê dîsa jî ji bo ku ev pêk were hemû hevok pêwîst in”

Pexşan, esas bi mejî û mantiq tê nivîsandin, lê belê helbest ji van herdû têgihiştinan cuda ye.

Zimanên  helbestê û pexşanê jî ji hev cuda ne.

Di nava me Kurdan kêm be jî pirr lêkolîn zimanê helbestê û pexşanê ji hev cuda dikin. François de Malherbe (1555-1628) gotiye, “Pexşan dimeşe û bi rê ve diçe helbest di cihê xwe de dîlanê dike”.

Elaqedarî mijarê ya xuya ev e: “Zimanê helbestê zimanê hest û derbirînan e, yê pexşanê jî zimanê mejî û ramanê ye.”

Dema yê nivîskar dest diavêjê tûrikê xwe û helbesta xwe yan jî pexşanê binivîse wê bi aweyekî rasterast bîr û boçûnên xwe û ramanên xwe bi kar bîne.

Di dema nivîsandina helbestê de êdî êş, derbirîn, şewat wê  êdî bi aweyekî vekirî xwe di nava tiliyên helbestvanî de û di nava peyvên têr wate de xwe bidin pêş.

Em ji bîr nekin ku helbesta rasteqîn di nava hestên helbestvanan de xwe bi êş û şewatan ve dihûne, ji ber ku helbestvan dixwaze hestên xwe bi formên hunerî û bi zimanê ku wêneyên hunerî lê hatî xemilandin, xwe di nava helbesta wî de bide pêş.

Bê goman ev jî êdî bandorê bi gelemperî li hestên xwendevanî dike.

Em berê xwe bidin bingeha pexşan û helbestê. Heger em behsa bingeha van herdu amûreyan bikin, em ê behsa ziman bikin, lê bikaranîna ziman li ber her yekê cuda ye. Zimanê helbestê bi hunerê helbestvan paqij dibe û tê guvaştin, û dibe helbesteke bi rêk û pêk û ji peyvên bê wate tê dûrxistin. Li aliyê din şêweyê nivîsandina helbesta azad (nûjen) ne mîna nivîseke din e ji ber ku helbesta azad bi bingeha xwe têr û tijî ye, nizm û bilindahiya dengan digire nav xwe.

Li cem Yewnanên kevin di pirtûkên felsefê de jî ev baş hatiye bikaranîn.

Aristoteles sala 384´an beriya mîladê ev mijara em behswa wê dikin û girîngiya zimên di helbestê de baş rave kiriye. Her wiha bi pîvan wî nivîsiye. Ji ber ku têgihiştina rastiya zimanê helbestê qeyd û mercên destpêkê yê nivîsandinê û hemî cureyên din digire nav xwe.

Ji bo ku helbesta bi rêk û pêk were nivîsandin û ew bibe helbesteke mayînde tişta herî pêwîst ew e ku helbestvan karibe xwe ji peyvên nepêwîst dûr bike, li şûna wan karibe peyvên nû û bedew bixe nav ristên helbesta xwe. Ev bibe wê bê guman êdî xemleke din li wêje û helbesta Kurdî zêde bibe.

Yazarın diğer yazıları