Dibistan û Kurdî

Li Ewrûpayê nexasim jî li Elmanyayê ji ber sedemên gelekî ji hev cihê, ji bi sedhezaran zarokî tenê qederê 2 hezarî, diçin dersên Kurdî. Li Bremenê mamosteyên van zarokan ji xwe re kirine armanc ku hejmara dibistanên dersê li wan didin zêde bikin, û ji bilî dibistanên destpêkê li yên navîn jî karibin dersê bidin. Ji bo vê jî îşaret bi hevkariya mamoste û dêûbavan dikin. Ev hevkarî di warê zimên de ji bo civakeke li derveyî welatê xwe heyatî ye.

Ha niha, vê kêlîkê ez li ser rêya kampeke Kurmancî me, wê li welatê Brotonyayê (li bakur rojavayê Fransayê) ji bo zarokan bê amadekirin. 10 rojan zarok wê her sibeh heta nîvrojê beşdarî dersên Kurmanciyê bibin û piştî nîvrojê jî wê anîmasyon (ên ziman) hebin ku zarok her kêlî bi Kurmancî re miamele bikin. Ev jî înîsiyatîfa çend dêûbavan e. Bila ev gotin li vir bin, ezê careke din li dêûbavan, li mamosteyan û her weha li karsazan vegerim. Niha behsa dibistanê bikim dîsa, lê vê carê bi kurtî.

Li ser dibistanê bi giştî û dewra wê weke perwerdekera dewletê min berê gelekî nivîsî bû. Nexasim jî li welatên mîna Elmanyayê ku ji rêûresma Bismarckî ve weke amûreke ferzkirina disîplînê li tevahiya civakê, çûna dibistanê “ferz” e. Yanî ne perwerde û derfeta perwerdeyê ne jî wekheviya wê derfetê ji bo her kesî, lê çûna dibistanê bi xwe ferz e. Axir hin civakên ku nikarin bi temamî benê zarokên civaka xwe bixin destê dewletê, ji berê ve dest bi disbitanên weqfan, dibistanên cemaetên dînî û dibistanên taybet kirine, ku li cem dibistanên dewletê, derfeteke kêm jî be ji civakên xwe re ava dikin.

Ev hersê şêwz dibistan jî encama razînebûna ji dibistanên dewletê yên heyî ye. Li vir em îfade bikin, çiqas dewlet heta bi mufredatê amadekirina dibistanan ji civakê re bihêle, ev dibistan jî ewqasî demokratîk dibin. Heger em li cihekî bin ku diyarkirina şert û mercên dibistanê û diyarkirina mufredatê dûrî destê civakê be, ew dibistan ewqasî zarokan jî dike yê dewletê û ji civakê dûr dixe. Ji ber wê jî, li vê dinyaya dibistan bi rengekî yan jî rengê din ferz, mirov dikare bi hêsanî bigihîje wê encamê ku her civak dikare bi damezrandina dibistanên xwe wan tesîrên xirab ên dibistanê li ser xwe û zarokên xwe bi sînor bike.

Em gava berê xwe didin civaka xwe, em dibînin ku tehlûkeya herî mezin nemana zimanê wê ye. Yanî parastin yan jî hînkirina Kurdî dişibe yek ji meseleyên esasî. Lê baş tevî ku tenê li Elmanyayê em dikarin bi rehetî behsa milyonek Kurdî bikin, gelo înîsiyatîfa çend dibistanan heye? Bi qasî dizanim yek heye li Berlînê û ew jî tevî teşwîqkirina Kurdî jî, wê di nava sîstema perwerdeyê û mufredata diyarkirî ya dewletê de bimîne. Lê tevî ku pirraniya mufredatê ji berê ve diyarkirî ye jî, mirov dikare bi hevkariya dêûbav, mamoste û karsazên Kurd, li alternatîfeke din bifikire. Alternatîfeke ku şêwazê perwerdekirinê hem ji zarokan re û hem ji dêûbavan re maqûl be, zimanê Kurdî hem di mufredatê de be û hem jî weke zimanê hînkeriyê bê bikaranîn (mesela ji 30’yê dersan bi Kurdî bê dayîn), û derçûyiyên wê jî serketî bin. Ev faktor hemû bên cem hev, dibistanên Kurdî dikarin ji bo wan dêûbavan jî cazib bin ku qet bi Kurdî nizanin lê Kurd in. Hingê zarokên wan wê bi Kurdî zanibin, tevî ku ew bi Kurdî nizanin. Ev ê bibe stratejiyeke ruhpêanîna bi Kurdî.

Li vir ya heyatî hevkariyek e; dêûbavên ku amade bin zarokên xwe li van dibistanan qeyd bikin, mamosteyên Kurd (ên hemû dersan li Elmanyayê hene) ên ku amade bin li van dibistanan kar bikin û karsazên ku amade bin projeyan destek bikin yan jî weke karekî, xwe bidin ber wan. Ev faktor bên cem hev, li Elmanyayê em ê karibin stratejiyeke zindîkirina Kurdî di pratîkê de weke civak bi cih bînin. Jixwe, ev faktor bên cem hev, ji bo dêûbavan, ji bo şagirtan, ji bo mamosteyan û karsazan jî ev ê bibe projeyeke ku timî karibe dewam bike. Çima na, hema rabin û xwe bidin ber vî barî!

Yazarın diğer yazıları