Dijminatiya Kurdan dawiya wan e

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê nirxand. Hozat diyar kir ku israra di dijminatiya Kurdan de wê dewleta Tirk a bi serkêşiya AKP-MHP’ê têk bibe û got; ”Desthilatdariya AKP-MHP’ê hem di siyaseta navxweyî hem jî ya derve de têk çûye. Hewl bidin xwe bi xurtî û serketî nîşan bidin jî rastî ne bi vî rengî ye. Sedema bingehîn a pirsgirêkên siyaseta derve ya Tirkiyeyê jî polîtîkaya AKP’ê ya dijminatiya li Kurdan e. AKP-MHP’ê siyaseta derve ya Tirkiyeyê di çarçoveya dijminatiya Kurdan de dimeşîne. Hemû hewldanên xwe ji bo peydakirina desteka derve ya ji bo polîtîkaya xwe ya qirkirina Kurdan e. Di van demê dawî de bi DYE, Ewrûpa û NATO’yê re dikeve nava pirsgirêkên cidî. Ji ber ku ev hêzên rojavayî têkiliya bi Kurdan re, sûdwergirtina ji Kurdan hîn bêhtir li berjewendiyên xwe dibînin.”

PKK ji her cûre fedekariyê re amade ye

Hozat li ser helwesta PDK´ê ji bo tifaq û yekitiya neteweyî jî got, “Eger PDK feraset û nêzîkatiya xwe biguherîne û bi rengekî neteweyî tevbigere, wê karibe bi hêsanî xwe nêzî PKK’ê bike, wê tifaqa neteweyî ya demokratîk pêk were. Bi vî rengî wê Kongreya Neteweyî karibe pêk were, yekîtiya neteweyî biafire. PKK ji her demê bêhtir ji vê yekê re amade ye. Hema îro amade ye ku bi her şêweyî fedakariyê bike.”

AKP bi xêra başûr li ser piyan e

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat di dawî de destnîşan kir ku rejîma AKP’ê bi saya rêveberiya Başûrê Kurdistanê li ser piyan e û got; “Cografyaya Başûrê Kurdistanê devereke gelekî dewlemend e. Qadeke ku derfetên xwe yên çandinî û sewalkariyê zêde ne. Xwedî wê kapasîteyê ye ku dikare têra xwe bike. Jixwe hatineke xwe ya mezin heye. Lê belê ji ber ku bi rengekî rast, plankirî û demdirêj ji bo gel nayê bikaranîn, ew nirx belasebep diçin. Pêşkêşî Tirkiyeyê tê kirin. Başûr ne hewcedarê Tirkiyeyê ye, Tirkiye hewcedarê Başûr e. Eger rojekê ji Başûr petrol neçe Tirkiyeyê û Tirkiye jî malên xwe yên erzan li Başûr nefiroşe desthilatdariya AKP nikare mehekê jî li ser piyan bimîne.”

ANF/BEHDÎNAN

Yazarın diğer yazıları

    None Found