Dijminekî namerd çawa ye!

Li Colemêrgê ji malbata Ertunç, 5 kes girtî ne. Bav Ahmet Ertunç ji bo zarokên wî neqlî girtîgeha Colemêrgê bikin û karibe biçe serdana wan, heta niha miracaetî hemû rayedarên dewletê kiriye. Lê cabek jî nedane daxwazname û miracaetên wî.

Têkildarî mijarê Parlamentera HDP´ê ya Mêrdînê Ebrû Gunay ji bo ku Wezîrê Dadê yê Tirk Abdulhamit Gul berisvê bidiyê, pêşnûmapirsek da meclîsê. Gunay got, 5 zarokên Ahmet Ertunç hepsî ne û her yekji wan li hepseke cuda ragirtî ye: Firat Ertunç li Hepsa Amedê, Murat û Recep Ertunç li Hepsa Tîpa T a Tekîrdagê, Ferhat û Ali Ertunç jî li Hepsa Wane girtî ne.

Gunay biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê (DMME) bi bîr xist ku dibêje, heger hepsên nêzî malbatê nebin jî, divê girtî sewqî hepsên herî nêzîk bên kirin.

Gunay paşê ev pirs kirin:

Malbatê heta niha ji bo zarokên wan bên neqilkirin, çend daxwazname ji we û serdozgeriyê re şandine? Çi bersîv hatiye dayîn?

Daxwaznameyên Bav Ahmet Ertunç bi kijan sedemê nehatine bersîvandin?

Ji bo 5 bira sewqî Girtîgeha Colemêrgê bên kirin, çi hewldan hene?

ANF/COLEMÊRG

Yazarın diğer yazıları

    None Found