Dilawer serê xwe da sirra xwe neda

Fîlma bi navê ‘Bi xatirê we hevalno’ ku dawiya hefteyê li Berlînê hat nîşandan, behsa jiyana şoreşgerekî canfeda dikir. ‘Di dîroka PKK´ê de ku niha 42 saliya wê tê pîrozkirin, bê hejmar leheng û canfedayên mora xwe bi awayekî mayînde li dîrokê dane, hene. Lê gelek şoreşhezên ciwan yên Kurd ji eniya gelê Tirk bêpar bûn. Li wir, li gund û bajarên ku weke Anatolya dihat binavkirin di serdema çêbûn û mezinbûna PKK´ê de çi qewimîbû? Ji bilî şoreşgerên ku rejîma faşîst a Kemalîst ew sêdare dan û li derverên cûr bi cûr bi hovîtî hatin qetilkirin pê ve gelo tevgerên din jî hebûn yan na?

Di wê demê de çawa ku çavên ciwanan li tevgerên navneteweyî yên ji Latînyayê heta Asyaya dûr digeriyan, wisa jî li seranserê xaka di bin dagirkeriya dewleta navê Tirkiye lêkirî de jî digeriyan.

Vaye di wan lêgerînan de yek ji navên ku bi riya pirtûka Lêpirsînên Bênavnîşan de derdiket Mehmet Fatîh Oktûlmûş bû. Fatîh zêdetir bi liberxwedana xwe ya di destê polîsên Tirk de nav dabû. Bêtirî nod rojan bênavber êşkence lê kiribûn, di bedena wî de devereke saxlem nehêlabûn. Lê wî tim gotibû: ’Na, nas nakim û nizanim.’ Bi tenê navê xwe yê ne rastîn ê di nasnameyê de: ’Dilawer Yanar’ qebûl dikir. ‘Ez Dilawer im.’ Digot. Ji bilî wê yek gotin jî bi lêv nedikir.

Di dawiya êşkenceyên bi şev û bi rojan yên sê meh dewam kirî de vêca îfadeya ji aliyê polîsan ve hatî amadekirin dianîn û digotin: ’Îmze bike!’ Dîsa jî digot: ’Na.’ Ez îmze nakim. Helwesta min ‘Ji îmzeyê îmtîna’ ye. Helwesta min ‘ji îfadeyê îmtîna’ ye. redî îmze û redî îfade ye bi gotineke din.

Ev helwêst li welatekî mîna Tirkiyê û di destê polîsên barbar yên Tirk de hinde ne hêsan e. Ji destê wan bi saxî lê nîvcanî derdikeve. Berê wî didin zindanê, li wir jî faşîst û kujerên sivîl bi şîş û hesinan li benda wî ne. Dewleta ku nekariye wî li êşkencexaneyê bikuje, hewl dide bi destê faşîstên li girtîgehê bide kuştin. Fatîh xwe ji destê wan jî rizgar dike.

Di fîlma domûmanterî de gelek kes behsa wî dikin. Wisa ku ji bilî hevriyên wî yên di nav rêxistinê de kesên ku bi rasthatinî ew naskirine jî, bi heyranî wî bi bîr tînin. Weke nimûne, hemşîreya ku li nexweşxaneyê pê re leqeder dibe jî mîna ku behsa efsaneyekê bike, behsa wan rojên wî yên birîndariyê dike. Şoreşger birîndar e, dest û lingên wî bi textê nivînê ve girêdayî ne û li ser serî jî êşkencekar hene. Dîsa jî bêyî ku xulekek jî baweriya xwe ji dest bide li ber xwe dide. Gava ew dibin jî kevçiya wî ji xwe re weke diyarî dihêle. Li ser jî navê ‘Dilawer’ dikole.

Hevalên wî yên têkoşîna çekdariyê dibêjin: ’Wî bê hejmar çeperên dijminan perçe kiribûn, gelek caran êrîş biribûn ser baregehên êşkencekaran, di piraniya wan şeran de jî tim birîndar vedigeriya. Car ji milê xwe, car jî ji zikê xwe, lê kêlîyekê jî xwe sist nekiribû. Gava ketibû destê polîsan bedena wî qulqulî bû. Birînên din jî di destê polîsan de lê zêde kirin.

Di fîlm de hind kêmasiyên ji nelihevkrina di navbera aliyan de xwe deher dikin. Weke mînak: Hevjîna wî ya heta dawiyê pê re û li ber xwe dide, tevli fîlm nebûye. Gava mirov leqayê wan nakokiyan dibe, carekî din ‘Çawa ew tevgera şoreşgerî ya ku gelek Deniz û Dilawer di nav de bûn’ negihişte armanca xwe?

Vaye ew dubendî, pirbendî û nelihevkirinên navxweyî ne ku pişta wan tevgeran jî da erdê.

Li aliyê din di fîlm de em hîç rastî nasnavên Kurd û Kurdistanê nayên. Carekê bi tenê behsa Zindana Diyarkerê tê kirin ku ew jî wiha ye: ’Zindanên Diyarbekir û Mamakê jî ketin!’

Di wesîyetnameya xwe de jî Dilawer behsa gelek rêgez û pîvanên şoreşgerî dike, lê em ji bo Kurd û Kurdistanê peyvekê jî jê nabîhisin.

Me ev nakokî ji yek hevriyên Dilawerî pirs kir. Wî jî ji dil bersiv da: ’Wê demê Kurd û Kurdistan zêde di rojeva me de nebûn. Me digot, em ê sosyalîzmê ava bikin û Kurd jî di nav de gel û alî hemû bibin xwedan maf. Kurd û Kurdistan piştî PKK´ê hinde bi zelalî ji me jî xuya kirin’

Ji aliyê teknîka fîlmçêkerî û hûnandinê ve jî kêmasiyên girîng darîçav bûn. Lê fîlm ji ber ku bîranîna şoreşgerekî fedayî bû temaşekeran jê re lampeya kesk vêxistin.

Yazarın diğer yazıları