Dîmenên hişbir yên demên borî

‘Ji vir şûnde fotograf wê bipeyivin’ Romana Bîra Qederê ya Mehmed Uzun wiha dest pê dike û heta dawiya romanê jî fotograf dipeyivin. Lewra fotograf, sûret an jî dîmen hêmanên girîng yên jiyanê ne. Gotin û dîmen du parçeyên hevûdu temamker yên gelek beşên jiyanê ne. Hind caran gotinek dikare bandoreke mezin li ser mirovan bihêle û hind caran jî dîmeneke piçûçik jî dikare dewsa hezar gotinan bigire.

Hind gotin hene mirov ji hiş û aqil dikin, hin dîmen jî hene hişê mirov dagir dikin, mirov wekî dîlekî, wekî bendeyekî ber bi xwe ve dikişînin, lal dikin.

Vaye çend ji wan dîmenên ku di hişê me de mayîn ango hişî dagir kirîn em ê bi we re parve bikin. Bila ev jî weke panoramayeke dawiya sala 2019an be.

Di dema berepaşpêçana fîlm de dîmenên ji sala borî kevintir li bîr û bîranîna hişî aliqîn. Yek ji wan dîmenan qetilkirina dîktatorê Romaniya Çauşesku û jina wî ye. Dîmen pir dijwar e, du mirovên kal û pîr ku destên wan girêdayî ne, li pêş mifrezeyeke leşkerî sekinîne, piştre bi dehan tifeng bi ser wan de vedireşin û li dawiyê dîmenekî hişbir dîmîne. Rojek berê li paytexta wî welatî li dijî pergalê serhildan pêkhatibû, serhildan çiqas resen û mafdar bû, helbet ew jî cihê niqaşê ye. Lê ya girîng ew bû ku kesên bi daxwaziya demokrasî û mafên mirovan serî hildidan di encama dadgeheke derewîn de herdu mirov dişandin îdamê. Dîktatorî digot: ’Ez îfade nadim we, ez bi tenê li ber çîna karkeran û parlamentoyê îfade didim.’ Biryar sedîsed bû, veger nebû. Hîn jî baş zelal nebûye ku bi rastî jî Çavuşesku di nav jiyaneke hinde dewlemendî de bû yan na. Ma ne wisa gotin: ’Gel birçî û belangaz bû, ew jî di hewz û serşokên zêrîn de ji xwe re avjenî dikir!’ Eger wisa be jî çima jina wî jî pê re kuştin? Elena ya ku gelekan jî weke ‘Dayîk Elena’ bangê wê dikir jî dibû qurbana wê deka navneteweyî.

Niha ji nû ve li ser bûyerê disekinin û dibêjin: ’Gelo çima dozgerê doza Çauşesku hefteyek piştî kuştina wan xwe kuşt?

Berê hişê me vêca xwe berdide welatê Sovyetê. Ew welatê ku ji bo gelek netewe û çînên bindest vegeriyabû qibleyeke pîroz. Hêviya beşek ji dinê serkeftina pergala wî welatî bû. Lê ew jî bi himhim û gumgum ji hev belav dibû. Tevahî nirxên ku weke hêmanên bingehîn yên rûmetê dihatin hesibandin ji nişke ve li bazarên bêrûmet bi bihayên qirûşan dihatin firotin.

Di demekê de ku hindek li dijî wê xwefirotinê derdiketin jî, dizên nû yên pergala talanker berê tankan didan parlamentoyê û xanî bi ser mirovên di hundir de dirûxandin. Ji wê re jî digotin: ’Doza demokrasî û azadiyê.’ Ji wan herdu dîmenan jî baş diyar dibû ku bi rastî jî cîhan ber bi ku ve diçe. Dîmenên bi saxî girtin û kuştina Çauşeskuyan û Rûxandina Parlamentoya Rûsyayê ji bo roja îro jî agahiyên veşarî dihewandin.

Îro gava mirov dêhna xwe dide dîmenên serokê Amerîka û Rûsyayê ku li gel dîktatorê Tirk yê xwîna wî pênc pere nake, ji bo çend qirûşên zêde çawa rûmeta xwe difroşin jî, ew dema belavbûna pergala sovyetîk tê bîra mirov.

Rast e, pirsgirêka Kurdistanê ji bo wan dewletên sosyalîst an jî ‘qaşo sosyalîst’ jî weke kaxeza tûrnosolê bû. Gelê Kurd ji wan welatan ti carî alîkariyeke eşkere negirtibû. Di bin çavdêriya wan de komkujiyên dijwar dihatin kirin, heta gelek caran çek û firokên wan jî dihatin bikaranîn lê wan her çavên xwe miç dikirin. Mixabin aliyê din ango aliyê kapîtalîst – emperyalîst jî hîç nebûbûn dostê Kurdan. Di dema dagirkeriya Serêmkaniyê de ku bi hezaran Kurd dibûn armanca çekên kîmyewî yên Tirkên faîst de, di hişê cîhanê de danûstandina di navbera Trump, Erdogan û Putîn de mayînde dibû.

Li dû wan, di fotografê de ku weke sembola Komkujiya Tirk derdiket holê, zarokê Kurd ê bi navê Mihemed Hemid Mihemed dewsa Keçika Kîmyewî ya Vîetnamî digirt.

Carekî din gotina: ’Varîlek petrol ji hezar ton edaletê girantir e.’ dihat bîra mirovan. Li aliyê din li parçeya nisbî rizgarkirî ya welêt, neviyên xwedanê wê gotinê guh didan Meclîsa Melayan. Meclîsa melayan jî fetwa derdixist ku ‘Nabe jin bi tenê derkevine kolanan, nabe jin bi tenê li teksîyan siwar bibin û kar bikin.’

Helbet dîmenên me ne tenê xemgînî û belangazî ne.

Di dîmenên din de jî gavên hêviyê yên yekîtiya Kurdan hene. Ew gavên lawaz, lê ji bo siberoja Kurdan hêviyên girîng dihewînin. Bi hêviya serkeftina wan hêviyan sersala we pîroz be!…

Yazarın diğer yazıları