Dinyayê pê dihisînin

Çalakiyên Kurdistaniyan û dostên wan li seranserê Ewrûpayê dewam dikin. Kurdistanî peyama “Em ê xwedî li şaredariyan derkevin” û “dagirker bicehemin” didin rejîma Tirk û civaka navneteweyî. Di çalakiyan de banga beşdariya çalakiyên navendî ya sibe jî li xelkê hat kirin.

Li gelek welatên Ewrûpayê rûreşkirina dewleta Tirk a dagirker ji ber dagirkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê dewam kir. Li bajarê Saarbruckenê çalakî ji duşemê ve bê navber dewam dikin, li bajarên din ên Elmanyayê, li bajarên Swîsre û Fransayê jî Kurdistanî li meydanan li ber neheqiyê radibin. Peyama sereke jî ji rejîma Enqerê re ye: “dagirker bicehemin.” Kurdistanî bi çalakiyên xwe banga hestiyariyê li civaka navneteweyî jî dikin. Ew di heman demê de banga beşdariya çalakiyên sibe li seranserê Ewrûpa jî li Kurdistanî û dostên wan dikin.

Li Saarbruckenê dagirkirina şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê bi tevlîbûna bi sedan kesî saet 19.00’an, li Sankt Johanner Marktê, li ber şaredariya Saarbrûckê bi meşekê hate şermezarkirin.

Di çalakiyê de bang li şaredar û endamên meclîsê yên Saarbruckenê hate kirin ku piştevanê şaredarên Amed, Mêrdîn û Wanê bin. Di çalakiyê de gelek belavok hatinbelavkirin û dirûşma ‘Dewleta Tirk ji Kurdistanê bicehime’’ hat gotin. Çalakvan îro jî li Sankt Johanner Markê wê çalakiya xwe bidomînin.

Li paytext Berlînê jî, di çalakiya Meclîsa Jinan a DEST-DAN, Civaka Kurdistanê ya Azad a Berlînê organîzekirî de, li Meydana Brandebourger Tor gelek kes beşdar bûn. Hevserokê Civaka Kurdistanê ya Azad a Berlînê di mîtîngê de got, “Divê her kes hestyar be. Ev darbeyeke siyasî ye.”

Parlamenterê eyaletê yê Die Linke (Partiya Çep) Hakan Taş jî got, “Ev bêrêziya li dijî vîna gel e. Em her berxwedêrî silav dikin. Divê her kes li dijî vê desteserkirinê be.” Mîtîng bi dirûşman bi dawî bû.

Şaredarên Île de France hatin agahdarkirin

Li paytexta Fransayê Parîsê û li herêma wê ya bi navê Île de France, li pêşiya şaredariyan Kurdiataniyan û dostên wan dagirkirina şaredariyên Amed, Mêrdîn û Wanê şermezar kir.

Li Villiers le Belê, nûnerên saziyên Kurdan çûn serdana şaredariyê. Şaredar Jean Lousis Marsac (Ji Partiya Çep) ew pêşwazî kirin. Êvarê jî Kurdistaniyan li ber avahiya şaredariyê çalakiyeke protestoyî ya sembolîk kir. Şaredar Marsac jî çalakger pêşwazî kirin. Marsac got, desteserkirina şaredariyên HDP’î helwêsteke li dijî mafên mirovan e, ti carî nayê qebûlkirin: “Dengê Kurdan û daxwazên wan ên polîtîk ti carî nayên bêdengkirin û înkarkirin.”

Çalakiyeke din jî li ber avahiya şaredariya Mantes La Jolie pêk hat. Di çalakiyê de desteserkirina şaredariyên bajarên Amed, Wan û Mêrdînê hate şermezarkirin.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Drancyê nîvro dosyayek radestî rayedarên şaredariyê kir. Kurdistanî û hêzên şoreşger jî êvarê li ber avahiya Şaredariya Drancy civiyan û faşîzma AKP-MHP’ê şermezar kirin.

Li Evryê jî bi beşdariya nêzî sed kesî meşeke protestoyî hat kirin. Çalakger heta Şaredariya Grigny meşiyan û piştre dosyayek dan şaredarî.

Li Villeneuve Saint Georgesê jî bi beşdariya bi sedan kesî li ber avahiya şaredariyê çalakiyek pêk hat. Çalakgeran der barê mijarê de dosyayek da rayedarên şaredariyê. Roja şemiyê (sibe) wê li gelek bajarên Fransayê çalakî bên li dar xistin û di nava van de Parîs, Marsîlya, Bordeaux, Toulouse, Grenoble, Lorienttem Strasbourg û Rennes hene.

Heta qeyûm bicehemin

Li kantona Tîcîno ya Swîsreyê li bajarê Bellîzonayê dagirkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê bi çalakiyekê hate şermezarkirin.

Girse bi vê armancê ber bi Parlamena Kantonê ve meşiya. Di meşê de bi gotina dirûşman faşîzma AKP-MHP’ê hate teşhîrkirin. Piştre mîtîngek pêk hat. Qisekeran got, “Heta ku qeyûm ji Kurdistanê bên derxistin, çalakiyên me wê bênavber bidomin.”

 NAVENDA NÛÇEYAN

Yazarın diğer yazıları

    None Found